Trump Agirbesta 2 hefteyan ragihand
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku di rageşiya bi Îranê re li ser agirbesteke demkî ya ji 2 hefteyan biryar wergirtiye. Di daxuyaniyê de hate gotin, agirbest bi şertê jinûve vekirina Tengava Hurmuzê ve hatiye girêdan.

Trump di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gihîştiye armancên xwe yên leşkerî û êrişên li ser Îranê wê ji bo 2 hefteyan bêne rawestandin. Trump anî ziman ku agirbest wê "du alî" be û armanc ew e ku di nava vê demê de lihevkirineke mayinde bê kirin.
Trump îdîa kir ku "pêşniyara ji 10 xalan" a ji aliyê Îranê ve hat kirin, ji bo muzakereyê zemîneke guncav afirandiye û got, ew li Rojhilata Navîn nêzî peymaneke aştiyê ya demdirêj bûne.
Agirbest di kêliya dawî de hat ragihandin
Daxuyaniya li ser agirbestê di demeke kurt a beriya bidawîbûna wê demê de hate dayin ku Trump ji bo êrişeke berfireh a li ser Îranê diyar kiribû. Serokê DYAyê beriya niha diyar kiribû ku wê li hemberî Îranê gavên leşkerî yên hişk bixe dewrê.
Di daxuyaniyê de her wiha işaret bi hevdîtinên bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokê Fermandariya Giştî Asim Munir hate kirin. Hate gotin, di van hevdîtinan de ji bo rawestandina êrişan bang hatiye kirin.
Îsraîl jî tevli agirbestê bû
Li gorî rayedarekî Qesra Spî, Îsraîl jî di çarçoveya agirbestê de qebûl kiriye ku bombardûmanê bi rengekî demkî rawestîne. Li gorî vê yekê, êrişên Îsraîlê wê di dema muzakereyan de bêne rawestandin.
Rêveberiya DYAyê diyar dike ku dema du hefteyan ji bo temamkirina lihevkirina dawî krîtîk e. Dewamkirina agirbestê jî wê bi helwesta Îranê ya li ser vekirina Tengava Hurmuzê û hevdîtinên navbera aliyan ve girêdayî be.


