‘Tenduristiya bi zimanê zikmakî hilma jiyanê ye’

Platforma Tenduristiyê ya Amedê di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û bal kişand ser astengiyên li pêş xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê û diyar kir mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê ne tenê daxwazeke teknîkî ye, mafekî neteweyî, civakî û kolektîf e.

1 deqe xwendin
‘Tenduristiya bi zimanê zikmakî hilma jiyanê ye’

Platforma Tenduristiyê ya Amedê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tenduristiya bi zimanê zikmakî hilma jiyanê ye” hat vekirin û dirûşmên “Bê ziman tenduristî nabe” , “Zimanê me rûmeta me ye” hat berzekirin.

Ewilî Sekreterê Odeya Bijîşkan a Amedê Mûhammed Can axivî. Mûhammed Can qala Kovara Hawarê û îlankirina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kir û wiha got: “Dema ez diçim nexweşxaneyê diaxivim li hemberî min kesekî biaxive tune ye. Diçim dibistanê zimanê min tune ye biçim ku derê zimanê min tune ye. Ji ber vê yekê heta em bimirin jî em ê xebata xwe berdewam bikin. Em ji hevalên xwe re gelê xwe re dibêjin li her derê bi zimanê xwe biaxivin. zimanê me mîna şîrê dayîkê ji me ra helal e, dive her kes zimanê xwe hîn bibe, 20 mîlyon kurd hene dixwazin bi zimanê biaxivê. Diçe nexweşxaneyê diçe bankayê bila bi zimanê xwe biaxive. Em zimanê xwe nizanin em ê winda bibin ê zimane me jî winda bibe gelê me jî çiyayên me jî dê winda bibin. Ev roj ji me ra buyê cejna ziman divê em li her derê bi zimanê xwe biaxivin.”

‘Kovara Hawarê xwedî girîngiyeke dîrokî ye’

Piştre Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs metna çapemeniyê xwend. Mehmet Nûr Ûlûs bi bîr xist ku di 15ê Gulana 1932yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan li Şamê Kovara Hawarê ya bi zimanê Kurdî dest bi weşanê kiriye û wiha got: “Kovara Hawarê, wekî yekem Kovara Kurdî ya ku bi alfabeya Latînî hatiye weşandine, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber beşdariya wê ya di pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de, her sal 15ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Em ê heta dawiyê parazvanê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, tenduristî û xizmetên giştî bin.”

‘Di danîna teşhîsê de zimanê dayikê bingehîn e’

Mehmet Nûr Ûlûs bal kişand ser têkiliya nexweş û bijîşk û girîngiya anamnezê û ev yek anî ziman: “Di danîna teşhîsa nexweşiyê de anamnez yek ji gavên herî girîng e. Anamneza rast û saxlem tenê bi sazkirina têkiliyeke baş a di navbera nexweş û bijîşk de pêk tê. Ev têkilî jî tenê dema ku nexweş û bijîşk heman zimanî biaxivin, ango bi zimanê dayikê, pêk tê. Ketina kesekî sêyemîn (wergêr) di navbera wan de nepeniya agahiyên nexweş binpê dike û astengiyan çêdike.”

‘Polîtîkayên asimilasyonê di tenduristiyê de berdewam dikin’

Mehmet Nûr Ûlûs di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşankirin ku newekheviyên di warê tenduristiyê de encama polîtîkayên sîstematîk, avahiyî û siyasî ne û wiha pê de çû: “Polîtîkayên dewletê yên ku di dîrokê de zimanê Kurdî qedexe kirine û bikaranîna wê di qada giştî de asteng kirine, di pergala tenduristiyê de jî rasterast xwe nîşan didin. Îro di saziyên tenduristiyê de xizmeta bi zimanê Kurdî bi awayekî sîstematîk tê derxistin. Materyalên agahdarkirinê, form û amûrên ragihandinê yên bi Kurdî tune ne. Ev rewş bi taybetî jinan, kal û pîran û kesên koçber ji pergala tenduristiyê dûr dixe.”

‘Pergala pirzimanî’

Mehmet Nûr Ûlûs ji bo çareserkirina pirsgirêkan daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Mafê tenduristiya bi zimanê dayikê divê bikeve bin garantiya destûra bingehîn û di asta qanûnî û saziyî de were nasîn. Di xizmetên tenduristiyê de pergala pirzimanî divê bibe mecbûrî. Xizmetên agahdarkirinê, wergerandinê û şêwirmendiyê bi zimanê dayikê divê di hemû saziyên tenduristiyê de hebin. Di warên tibî, hemşîretiyê û qadên din ên tenduristiyê de divê mufredat, bernameyên perwerdeyê û sertîfîkasyonên bi Kurdî werin amadekirin. Ji personelên tenduristiyê re divê perwerdehiya têgihiştina çandî û hişmendiya zimanî were dayîn.”

Daxuyanî bi belavkirina belavokên ji bo hişmendiya ziman û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.