Li wî aliyê behrê muzakere li vî alî qedexe!
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo zextên li ser ciwanan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aliyekî Behra Marmarayê li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzakerevanê pêvajoyê tê îlankirin lê aliyekî din jî Behra Marmarayê li Kadikoyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê qedexekirin û wiha hate gotin: “Em ê li her derî wêne û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin.”

Di 16ê Gulanê de li Stenbolê bi pêşengiya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” meşek hatibû lidarxistin. Di meşê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatibûn berzkirin. Piştî meşê 4 ciwan bi hinceta “dirûşm berz kirine” hatibûn binçavkirin û her wiha polîs bi heman hincetê li 26 ciwanan geriyabûn û gazî wan kiribûn ku biçin îfade bidin.
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê derbarê mijara navborî de li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ciwan serî natewînin, bijî berxwedana ciwanan” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana ciwanan” hate berzkirin.
Di daxuyaniyê de pêşî parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî.
‘Hûn çîma li dijî dirûşmeya Bijî Serok Apo ne?’
Cengîz Çîçek destnîşan kir ku ew li dijî êrişên ciwanan li vir kom bûne û got: “Polîs sermayeyê diparêze. Herin pêşiya kesên ku li erdnigariya me dixwazin talanê dikin, bendan deynin. Li erdnigariya Kurdistanê polîtîkayek cihê heye. Em dipirsin; li Amed, Wan, Mêrdîn û gelek bajarên din posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û nehatin qedexekirin. Lê li Stenbolê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qedexe ye. Em vê cihêkariyê qebûl nakin. Em li vir ji polîsên Stenbolê dipirsin; hûn çîma li dijî dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ ne?”
Paşê jî endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê Saîme Sema Çalî daxuyanî xwend.
‘Desthilat dixwaze ciwan û malbatên wan bitirsîne’
Saîme Sema Çalî destnîşan kir ku ew li dijî şerê taybet kom bûne û wiha axivî: “Em dibînin ku desthilat dizane ku dînamîkên civakê jin û ciwan in. Ji bo vê yekê bi taybetî jin û ciwanan dikin hedef. Herî dawî di 16ê Gulanê de li Kadikoyê meşek hatibû lidarxistin. Piştî meşê polîs li 26 ciwanan geriyane û ji bo îfadeyê gazî wan kirin e. Her wiha polîs li malbatan jî geriyan e. Desthilat dixwaze bi vê polîtîkayê ciwanan û malbatên wan bitirsîne.”
‘Em ê wêne û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin’
Saîme Sema Çalî diyar kir ku hinceta gazîkirina îfadeyan jî dirûşm in û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzekerevanê pêvajoyê ye. Hilgirtina wêneyan û berzkirina sloganên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan mafê me yê demokratîk e. Hevalên me ji bo diyarkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî cesûr meşiyan. Li aliyekî Behra Marmarayê li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzekerevanê pêvajoyê tê îlankirin lê aliyekî din ê Behra Marmarayê jî li Kadikoyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên qedexekirin. Em dizanin ku dewlet ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de belav nebin, polîtîkayên qedexekirinê bi rê ve dibe. Em dibêjin ku em ê li her derî wêne û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê ciwanên ku polîsan gazî wan kiriye bi komî çûn îfade bidin.


