Civak dixwaze bawer bike
Li gorî rapirsiya SAMERê ya li 18 bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye kirin, nîviya civakê ji “pêvajoya” tê birêvebirin bawer nake û di rapirsiyê de hatiye gotin civak “pêvajoyê” red nake lê dixwaze jê bawer bike.

Navenda Lêkolînên Sehayê (SAMER) di navbera 7-10 Gulan 2026an de bi rêbaza alîkariya telefon û komputerê (CATI) li Stenbol, Enqere, Izmîr, Bursa, Samsun, Trabzon, Konya, Kayserî, Adana, Antalya, Riha, Amed, Mêrdîn, Batman, Semsûr, Agirî, Erzirom û Wanê bi 1995 kesan re têkilî danî û derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û muzakereyên tên meşandin pirs pirsîn û bersiva meylên gel lêkolîn kir.
‘Ji 5an 1 ji pêvajoyê hêvîdar bawer in’
Kesên pirsa “Hûn difikirin ku pêvajo bi encamek erênî biqede?” jê hatine kirin tenê ji sedî 21,8ên wan got “Erê”. Ji sedî 26,5an jî got ku “pêvajo encamek erênî nade.” Ji sedî 20,7an nirxandina “Bi qismî”, ji sedî 14,9an “Bêbiryar im” û ji sedî 12,3an “Fikreke min tune” kirin. Ji sedî 3,8an jî gotin “Pêvajo tune”.
Di nirxandina SAMERê de hate diyarkirin derbarê ‘pêvajoya’ tê meşandin de baweriya gel kêm e ji bo pêşeroja pêvajoyê de di serê gel de nêrînek zelal nîn e.
Ji sedî 46,1 ji pêvajoyê bawer anke
Li gorî lêkolîna SAMERê ji kesên nêrînên xwe parve kirine sedî 22,9ê wan ji bo ‘pêvajoyê’ nirxandina “Hîç bawer nakim” kir, ji sedî 23,2ê wan jî gotin “Bawer nakim”. Bi vî rengî rêjeya yên ku bawerî bi pêvajoyê nakin gihişt sedî 46,1an.
Li gorî daneyên raporê li ji sedî 25,9ên welatiyan gotin “Hinek bawer dikim”, ji sedî 16,8ê wan nirxandina “Bawer dikim”, ji sedî 7,4ê wan “Pir bawer dikim”, ji sedî 3,8ê wan jî gotin “Pêvajo tune”.
Li gorî raporê gel ji ber dilsozî û kapasîteya aktorên siyasî ji pêvajoyê nebawer e. Heya beşeke civakê ya ku ji pêvajoyê bi hêvî ye diyar dike ku heke gavên rat bên avêtin dê piştgiriya civakî zêdetir bibe.
Divê hikûmet û meclisê gavan bavêje
L gorî daneyên raporê ji sedî 40,7 welatiyan diyar kiriye ku hikûmet, ji sedî 25,9ê welatiyan jî gotine “Meclis” berpirsyarên sereke yên pêvajoyê ne.
Rêjeya yên ku opozîsyonê berpirsiyar dibînin sedî 11,2 bû. Ji sedî 10,3 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji sedî 8,1 jî PKK berpirsiyar dîtin. Ji sedî 3,8an gotin “Pêvajo tune”.
Di nirxandinê de derket holê ku civak hêviya çareseriyê ya bi mekanîzmayên siyasî û demokratîk bi hêvî ye.
Nerazîbûna li hember aktorên siyasî bilind e
Welatî bi ser pirsa “Gelo berpisyar bi erkên xwe radibin yan na? wiha bersivandin: ji sedî 52,7 “Na”, ji sedî 26,9 “Erê”, ji sedî 16,6 “Bi qismî”.
Di raporê de hate gotin ku rewşa heyî tenê kêmbûna baweriyê nîşan nade, lê her wiha nerazîbûna civakê ya li hember performansa siyasetmedaran jî diyar dike.
AKP û CHP nêzîkî hev in
Di beşa meylên siyasî de, ji bo pirsa “Heke roja Yekşemê hilbijartin pêk were hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hate pirsîn û bersiv wiha bûn: “Ji sedî 27,2 AKP, ji sedî 26,9 CHP.” Rêjeya hilbijêrên bêbiryar jî bû ji sedî 10,9. Partiyên siyaî yên din ewqas piştgiriya gel girtin: “DEM Partî ji sedî 7,4, MHP ji sedî 6,5, IYI Partî ji sedî 4,7, Partiya Zaferê ji sedî 2,8, Partiya Anahtar ji sedî 2,7, Partiya Refaha Nû ji sedî 2,6 û TIP ji sedî 0,8.”
Dema ku dengên bêbiryar hatin belavkirin, rêjeya AKPê gihişt ji sedî 32,3an û ya CHPê gihişt ji sedî 31,9an. Di nirxandinê de hate gotin ku nêzbûna rêjeya her du partiyan nîşan dide ku rageşiya siyasî bi rêjeyên nêz ve didome.
Di encama giştî ya lêkolinê de hate gotin ku civak pêvajoya aştiyê bi tevahî red nake, lê di warên wekî bawerî, zelalbûn, berpirsiyariya sazûmanî û îradeya siyasî de pirsgirêkên girîng hene.


