Têkliya huner û siyasetê

Siyaset aqil e (Lê ne tenê aqil e): Ji aliyekî ve siyaset pêdivî bi aqileke kûr, stratejî, plansazî û mentiqê heye. Lê ji aliyê din ve, di siyasetê de hêz, daxwaz, hest û berjewendiyên aborî/civakî jî roleke pir mezin dileyizin. Ji ber vê yekê siyaset carinan li dervayî aqilê giştî û tenê li gorî "berjewendiyên hêzê" jî dimeşe.

1 deqe xwendin
Têkliya huner û siyasetê

Bi kurtasî; siyaset branşeke birêvebirinê ye ku aqil wekî amûrekî bi kar tîne da ku hêz û civakê bi rêve bibe. Kurdan, beranberî civakên mezin û serdest, gelekî dereng derbazî şaxê  siyasetê bûn. Ber bi dawiya hilweşandina Impretoriya osmaniyan û lewaziya safawiyan. 

Di despêka sedsala 20 an de, li istenbolê rewşenbîr û navdarên Kurd,  Cemiyeta Tealî Kurdistan û gelek komeyeyên civakî avakirin,  bi avakirina sazî û dezgehan kelepora (birikim ) Kurdan siyasî- çandî, di 1927 de, avakirina Xoybûn ê, (yekem partiya siyasî ) gelê Kurd derbazî qonaxa siyaseta Partî bûnê bûye. 

1939 Partiya Hîwa ( başûr ). 1942 Komeley Jiyanewey Kurdistan (Rojhelat) ku piştre veguhêzî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di 1945.

1946 Partiya Demokrat a Kurdistana (Iraq ) . 1957 Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê – PDKS. 1965 Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê – PDKT. 1975 Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê - YNK (Başûr). 

1978 Partiya Karkerên Kurdistanê - PKK (Bakur). 

Bi gelemperî ev partî û tevgerên bingehînin, ên ku bizava netewa kurd di sedsala bihurî de derketin û ji bo rizgarî û azadiya gelê xwe tekoşîn dan û hîn jî berdewamin.

Bi kurtasî em li Aramanc û Bernameyên van partiyan temaşe bikin, hemu bi dexweza vîna yekîtiya netewî dest pêdike, bi demokrasî û wek heviyê temam dike…

Sedsal di ser dîroka sazbûna partiyên siyasî re bihurî, helbet bedelên mezin û nirxên bêhempa, berdewama teokşînê naye înkar kirin. Lê belê sed heyf û mixabîne, ku hînjî armanca bingehîn ne yekîtiya netewî , ne jî demokrasî pêknehatî! 

Mebest ji vê pêşgotina kurt ew e, ku mijara me ( têkliya huner û siyasetê ) ji esasê de wî ( Aqilê Siyasetê ) binrxînim an şirove bikim!

Ji serdema Xoybûn û pêde, çendî partî û tevgerên Kurd çêbûn.

Di Lîteratûr  a hemu partiyan de, ji bilî ( Partiya Karkerên Kurdistan- PKK) de, di derbarê çand û hunerê de, ne belgeyek, ne dekleresiyonek ne manifestoyek, nejî stratejiyek diyar heye, heger hebe jî, belkî ez nizanibim.

Partiya Karkerên Kurdistan, di manifestoya yekem de, stratejîk bûna tekoşîna çand û hunerê pejirandî, di pirtûka ( Rola zorê li Kurdistanê – Kesayetiya Şoreşger ) hûr kûr hûnandî, tekez kirî li ser giyanê şoreşa gel bi çand û hunerê Hevcêwî ye! 

Rêber Öcalan di gelek belge û dîdaran de, hertim destnîşan kirî, ku wan bi bandora çand û hunerê dest bi tekoşîna şoreşê kirin e!

Helbet ne tesedufe, ku Öcalan: siyaseta resen bi hostetî û hunerî bi wate dibe!

Berî hertiştî aqilê Kurd, bi kîjan kirîteran, an kîjan pîvana dest bi siyasetê kirî? Çiqas siyaset li gorî normên siyasetê siyaset meşandî? Çendî ametor, çendî siyaseta prefesyonal li gorî realiteya çanda civaka xwe afirandî… heger merev vekolîna vê babetê neke, merev nikane rastî û heqîqetan jî zelal bibîne.

Lêborînê ji xwendevanên xwe dixwezim, belkî vê hevokê hertim dobare dikim, ku Di dîroka sedsalê de yekemîn tekoşîna çand û hunerê bi avakirina Hunerkom re destpê kir. Nêrzî nîv esirê temena tekoşîna çand û hunerê, pêngav û serdemên ku ev tekoşîna çand û hunerê bihurandine, ezmun û tecrûbeyên bi dest xistî, bêhempa ye. 

Bêgumane, nirxandin û şirovekirina wê dîrokê jî wê ne hesan be. Di nivîsandina van mijaran de, rastî bêjim, weku kedkarekî tekoşîna çandê, ku min hemu hucreyên bîr û ayinde ên xwe xistine bi zext û zorê, li arşîv û deftera notgirî ên xwe dizîvirim, daku rastiyê, heqîqetê binivîsim. Bê gumane, helbet ez dîroka dûr û dirêj nabêjim, mebesta min ew e, ku têkliya huner û siyasetê herdemê nakoke û bi pirsgirêk e, hewildayîna min, ku wêneyek zelal û resen diyar bikim!

Bi salan min hertim serê xwe li ser van nakokiya di navbera (siyaset û hunerê ) de mijûl kir. Bê gumane, hem sûd wergirt, hem jî bedelên giran min dan. Lê dîsa jî bêjim: tiştek bê bedel Nîne.

Wê berdewam be.

 

 

Nûçeyên Eleqedar