Ji bo statuyê yekîtî divê
Gelê kurd bi tecrûbeya sedan salan û têkoşîna 50 salên dawî ku di pêşengiya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de, bi kede bêhempa û berdêlên mezin hat meşandin de, pêwiste bi awayekî pêşbîn, bi hest û helwesta yekîtî û hevgirtinê tevbigere.

Bi destpêkirina şerê navbera Dewletên Yekbûyî Yên Amerîka (DYA), Îsrailîl û Îranê, Rojhilata Navin dikele. Ew gotinên ku weke şerê sêyemîn ê cîhanê ji aliyê kes û aliyên pêşbîn ve dihatin gotin êdî di jiyanê de bi awayekî rastîn pêk tên. Ev şerê ku di navbera van hêzan de dest pê kiriye rê li ber qeyranên mezin vedike û mirovahiyê dixe nava fikarên mezin.
Van hêzên hegemon ji bo berjewendiyên xwe yên siberojê, ji bo hakîmiyet û serwereya xwe ya herêmê di nava pêşbaziyê de ne. Lê ev şer, li ser axa Kurdistanê pêk tê. Armanca van hêzên Emperyalîst ew e ku ev şerê li ser axa kurdan tê meşandin û kurd dibêjin ev şer ne şerê me ye, dixwazin gelê kurd têxin nava wî şerî û kurdan weke mertal bikar bînin.
Ligel ku partî û rêxistinên kurdan heta niha nebûne aliyê vî şerî jî, dewleta Îranê her roj li hemberî sazî, partî û rêxistinên kurd êrîşên prowakatîf ên ku resterast hêzên sivîl ên gelê kurd dikin hedef pêk tîne.
Ji destpêka şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê heta vê demê hem li hemberî hêzên Rojhilat û hem jî li hemberî avahiyên sivîl yekîneyên eskerî biryargehên rêveberên başûrê kurdistanê ji hezaran êrîşên moşek û dironan re bûne hedef û heta niha bi dehan pêşmergeyan û mirovên sivîl jiyana xwe jidest dane.
Gelê kurd bi hestên xwe yên mirovî û aştiyane dibêjin ev şer ne şerê me ye, lê ev şer li nava dilê Kurdistanê, li ber deriyê kurdan e û gefan li siberoja gelê kurd dixwe. Li hemberî van qewimîn û xetereyên ku li ber deriyê kurdan pêk tên, ji bo ku gelê kurd karibe xwe ji van xeterayan biparêze, reçeteya çareseriyê berhevbûn, yekîtî û hevgirtina gelê kurd e.
Gelê kurd bi tecrûbeya sedan salan û têkoşîna 50 salên dawî ku di pêşengiya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de, bi kede bêhempa û berdêlên mezin hat meşandin de, pêwiste bi awayekî pêşbîn, bi hest û helwesta yekîtî û hevgirtinê tevbigere.
Tevgera Azadiya Gelê Kurd salên dirêj e ku ji bo pêkanîna vê yekîtî û hevgirtina neteweyî di nava hewldanan de ye. Konferansa 26ê Nîsana 2025an a ku li Rojava pêk hat, li bakur bi hatina berhev a partiyên kurdî û avabûbûna Înîsiyatifa Yekîtiya demokratîk, Li Rojhilat hevpeymana yekîtiyê ya di navbera 6 partî û rêxistinên kurd de, deklerasyona ji aliyê 200 kesayet û rûsipiyên başûrê kurdistanê hat dayîn û hevpeymana li Rojhilat silav kir, hemû baweriya yekîtiyê zindî dikin û hêviya tifaq û berhevbûna gelê kurd xurt dikin.
Jixwe demên dirêj e hewldanên Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê yên Kongreya Neyeweyî hene û ev hewldanên KNKê berdewam in.
Herî dawî jî nîqaş, nirxandin, pêşniyaz û peyamên ku ji 24êmîn Civata Giştî ya KNKê derketin û Peymanên Qesra Şêrîn Lozan û Sykes Picot hatin bibîrxistin, ku di encama wan peymanan de Kurdistan hat parçekirin, hebûn û nasnameya gelê kurd hat înkarkirin, êşên mezin hatin kişandin û civaka kurd hîn jî êşên wan peymanan dikişîne.
Ji bo ku ev peyman dubare nebin û gelê kurd carên din bi wan karesat û qirkirinan re rû bi rû nemîne, di vê dem û serdema girîng a dîrokê de karibe bibe xwedî statû û mafên xwe yên neteweyî bidest bixe, çareserî kombûna Kongreya Neteweyî û pêkanîna hevgirtin û yekîtiya neteweyî ye!


