Sozdar Avesta: Rêber Apo cîhaneke aram pêşkeşî civakê dike

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta der barê 4ê Nîsanê de wiha got: “Rêber Apo ew xençera ku hêzên desthilatdar ên kujerên kastîk li dil û pişta civakê dane, derdixe û êdî cîhaneke aram, azad û wekhev pêşkêşî tevahiya mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê jî rojbûna Rêber Apo, rojbûna me hemûyan e. Rojbûna hemû kesên azadîxwaz e.”

1 deqe xwendin
Sozdar Avesta: Rêber Apo cîhaneke aram pêşkeşî civakê dike

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxand. Sozdar Avesta di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Hûn pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çawa dinirxînin? Pêvajo niha di kîjan qonaxê de ye? Em dibînin tevî hemû nebesiyan jî Rêber Apo di tevahiya salê de nava hewldaneke pir mezin de ye ku gelê kurd û tirk ji çiraveyekê derxe. Hûn rêveçûna pêvajoyê çawa şirove dikin?

Beriya bernameyê bi demeke kurt, peyama dawî ya hevdîtina 27ê Adarê ya Rêber Apo û DEM Partî hat parvekirin. Hat gotin ku heyeta dewletê jî tevli vê hevdîtinê bûye. Hevdîtin di navbera Rêber Apo, heyeta DEM Partî û heyeta dewletê de pêk hatiye. Peyam tenê ya Rêber Apo dayî hat parvekirin. Bêguman em navaroka yên din nizanin, ji ber têkildarê wê de tiştek nehat parvekirin.

Mijarê ku bê şirovekirin ev e. Pêvajo ji hêla Rêber Apo ve berdewam dike. Rêber Apo di peyama xwe ya Newrozê de jî behsa rapora komîsyona meclîsê û girîngiya qanûnên bên amadekirin, kiribû. Di peyama îro de jî xuya dibe ku, mirov nikare bêje pêvajo xitimiye ango nameşe. Ne di wê astê de ye. Lê em nikarin bêjin ku di vê pêvajoyê de gavên şênber hatine avêtin. Bi taybetî piştî şerê Îsraîl-Amerîka ya li dijî Îranê ku em weke şerê cîhanê ya 3yemîn binav dikin, weke sedemek li pêşiya pêvajoyê tê nîşandan û giraniyek çêbûye.

Me ev yek di peyamên rayedarên dewletê de jî dîtin. Mînak Serokê MHPê di hemû daxuyaniyên xwe de behsa girîngiya lezkirina xurtkirina eniya hundirîn dikir û digot li hember pêşketinên li herêmên derdora me, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û vê pêvajoyê pêş bixînin. Ya rast jî diviya wisa ba û pêş biketa. Lê helwestên ku piştî daxwaza gel û peyamê Rêber Apo ya Newrozê ya li ser pêkhatine entegrasyonê, têkoşîna berfireh bûyî û piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji her deverê derketin holê, nakokî di mejiyê her kesî de çêkir.

Piştî Newrozê her kes çav li rêbû ku rayedar di serî de serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan derkevin û daxuyaniyek bidana. Pêvajoyek tê meşandin, bi milyonan gelê kurd û dostên wan hem li Tirkiyeyê û hem jî li derve Newroz pîroz kirin. Diviya helwesta gel a ji bo aştî, yekîtî û azadiyê teqdîr kiribana. Devlet Bahçelî jî wisa diviya bi heman rengî Newroza gel pîroz bikira. Diviya bersivek dabana banga gel a li qadan.

Lê berevajî mîna salên berê îsal jî bi hinceta çima wêneyên Rêber Apo û al tên rakirin, meş tên lidar xistin û dirûşme tên berzkirin binçavkirin çêbûn û vê jî weke provakasyon binav kirin. Ev helwest ne li gorî ruhê demê ye û nayê qebûlkirin jî. Ev helwest bi xwe re nakokiyek pir mezin çêdike. Saleke bi Rêbertî re ev pêvajo tê meşandin, îro jî ev pêvajo didome. Tiştek veşartî nîn e. Wêne bi erêkirina wan hatiye parvekirin. Ji bo pêvajoya çekberdanê Rêber Apo bi dîmen peyam şand. Ji bo pêvajoyê piştgirî çiqas xurt bibe, hikûmet dikare ewqas gavan biavêje. Hikûmet bi vê helwesta xwe pirsek wisa bi mirovan re çêdike, gelo ev hikûmet naxwaze gel piştgirî bide pêvajoyê? Çima ji îradeya azad ditirsin? Çima ji piştgiriya demê ditirsin? Çima gumanan dijîn?

Piştî wê Devlet Bahçelî, daxuyaniyek da û ji bo pêvajoyê dibêje lezginiya derxistina qanûnan nîn e. Îro jî daxuyaniyek dide û dibêje ku divê qanûn derkevin, armanc çibe bigihê serî. Rojane ziman guhertin, bi xwe re nakokî çêkirin, tenê bi van gotegotan dem derbaskirin ne rast e, ne dema vê ye. Ev ne tişteke ku mirov qebûl bike.

Hevdîtina ku herî dawî bi Rêbertî re hatî pêkanîn jî, mijarên ku hatine destgirtin gelek car hatiye ser ziman, divê gav bên avêtin. Mînak Rêber Apo bi rengekî zelal tîne ser ziman û dibêje ‘Tu pirsgirêka kurdan a bi komarê re nîn e. Lê komar nedemokratîk e. Ti pirsgirêka kurdan bi hêzekê re, bi parçekirina welat re nîn e. Lê belê divê ev welat mafê gelê kurd jî bide ku karibe pê re bijî. Divê qanûnan ji bo wê derxîne’. Muzekerevanê vê pêvajoyê û yê ku bi rêve dibe Rêber Apo ye. Xwedî vê paradîgmayê, îdeolojî û xetê Rêber Apo ye. Lê Rêber Apo hê di bin tecrîdê de ye. Kes nikare bêje tecrîd nîne. Mînak Rêber Apo hê nekarî bi dîmen peyamê xwe bişîne Newrozê.

Tiştek ku berjewendiya wan tê de hebe, dengê xwe nekin lê dema ne li gorî berjewendiyên wan bin yekser asteng dikin. Bi vî rengî nabe. Her kes vê rastiyê dibîne. Di vir de guman ava dikin. Rojane daxuyanî têne danîn. Beriya destpêkirina pêvajoyê Devlet Bahçelî daxuyanî da û gotibû Bila fermana çekdanînê bide û partî xwe fesix bike wê demê were li meclîsê biaxive. Lê ev saleke nehatiye. Ew sozê ku hat dayîn li kur ma. Nehatî bi cih anîn Beriya vê jî gotibû çûkek bi baskek tenê nikare bifire. Lê Rêber Apo her tişt ji aliyê xwe ve kir.

Niha jî li ser cihê ku li Îmraliyê hatiye avakirin nîqaş tên kirin. Agahiya me jî heye. Lê tu dibêjî qey tiştekî pir cuda hatiye çêkirin. Medyaya navendî çêkirina cihek ji bo Rêbertî wekî tawîz û gav avêtinê nirxandine. Bi van têgihînan dixwazin şerê taybet bidin meşandin. Rêber Apo heta niha derbasî cihê tê behskirin nebûye. Çima? Ji ber ku hê statûya wî diyar nebûye. Bahçelî beriya vê gotibû divê statûya wî bê diyarkirin. Çima statûya Rêber Apo nehat diyarkirin? Divê Rêber Apo azad be. Divê dengê Rêber Apo bigihêje tevahiya gelan. Ji bo ku bandora Rêber Apo xurtir bibe, dengê xwe bigihîne derve û pêvajoyê bi rehetî bipêşve bibe statûya wî bê naskirin. Lê van gavan navêjin. Mîna ku her tişt kirine radibin û rûdinên dibêjin bila provakasyon nebin, bila kes bi sebra me nizanim çi nekin. Ev helwest nayên qebûlkirin.

Divê her kes vê yekê bizanibe, qanûnên bên derxistin diyar in. Qanûnek dibêje mustaqîl, qanûnek bi tevahî, qanûna azadiyê, qanûna entegrasyona demokratîk û qanûna azadiya Rêber Apo û statûya wî zelal kirin. Ev qanûn divê rojek beriya rojek din bikevin meriyetê. Lê li dewsa vê hê beriya çend rojan girtiyek nexweş şehîd bû. Em wî bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Bi sedan dosyeyên girtiyên nexweş ku nikarin li girtîgehê bimînin hene û heta niha nehatine berdan.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de li şûna demokrasî pêş bikeve, li dijî hemû muxalefetan operasyon tên kirin. Ev jî li milek din sabote kirina pêvajoyê ye. Negav avêtin, êrîş û zextên li ser muxalefetan û xwe ferzkirin, bi xwe sabotekirine. Ji ber vê rapora komîsyonê divê rojek beriya rojek bêyî were kategorîze kirin, bi qanûnî bibe. Divê azadiya Rêber Apo û statûya wî bê naskirin. Divê qanûnên demokratîkbûnê yên ji bo pêvajoyê bên misogerkirin. Bêguman pêvajo dê li ser vê esasê berdewam bike û em di vê mijarê de bibiryar in. Rêber Apo jî di peyama xwe de dubare kir û dibêje me şerê çekdarî bidawî kir û careke din veger lê nîn e. Pirsgirêkek me bi komarê re nîn e. Peyamên pir girîng û tejî bawerî da. Em jî vêya berdewam bikin.

Divê raya giştî tev zanibe, gelê Tirkiyeyê û gelê herêmê jî vê rastiyê dibîne. Çareseriya pirsgirêkê li Tirkiyeyê wê di serî de bandorê li welatên cîran û li ser tevahiya herêmê bike. Herwiha wê nehêle hêzên desthilatdar, hegomonîk û statûkuperest gel bike qurbanê berjewendiya xwe. Ji ber vê yekê divê gel mafên xwe bidest bixin û ji van şeran parastî bin.

Di vê pêvajoyê de ji bo yekîtiya gelê kurd peyamên girîng hatin dayîn. We jî behsa şerê heyî kir û bêguman ev şer bandor li ser gelê kurd jî dike. Gelê kurd hem niha li Rojhilata Navîn hêza sereke ye û hem jî ji çar aliyê Kurdistanê polîtîkayek cuda li hember kurdan tê meşandin. Ji bo ku gelê kurd di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze, bikaribe statûya xwe bidest bixe, divê yekîtiyek çawa ava bike? Behsa yekîtiyê tê kirin, lê yekîtî bi kîjan ferasetê divê bê avakirin?

Pirsek girîng e, me behsa peyamên Newrozê kiribû. Gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê di ferqa vê xeteriyê ye. Li dijî başûrê Kurdistanê êriş hene, li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî li dijî gel êriş didome ev mehek. Gel li hember pergala statûkuperest jî li ber xwe dide. Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû. Me qala bakurê Kurdistanê kir jixwe, peyama giştî yê gelê kurd di Newrozê de hat dayîn. Mirov dikare Newroz weke konferansa demokrasiyê binav bike.

Gelê me bi peyamên xwe biryara yekîtiyê dan. Li hember hemû cure êrişan yekbin. Ev yek ji bo tevahiya partiyên siyasî jî derbasdar e. Yekîtiya gel di qadên têkoşînê de hatiye avakirin. Di qadên Newroz, serhildan û li dijî zilm û zorê hatiye avakirin. Di dema êrişên li ser rojavayê Kurdistanê de, dirûşmeya “Yek, yek, yeke gelê kurd yeke” hat berzkirin. Ev rastî derket pêş. Vê dawiyê li başûrê Kurdistanê bêhtirî dused kesên welatparêz, welatperwer, rewşenbîr û ji beşên civakê yên cur bi cur hatin ba hev, deklerasyonek weşandin. Gotin divê rojek beriya rojek yekîtiya gelê kurd bê avakirin. Weke KCKê me daxuyanî da û piştgiriya vê kir. Têkoşîna me hemû, têkoşîna yekîtiya kurd e. Ger îro ev ruh di tevahiya Kurdistanê de zindî bûye, ev yek bi saya paradîgma û pêşengiya tevgera azadiyê ye. Rêber Apo mîmara vê yekîtiyê ye. Ji tevahiya beşê Kurdistanê bi hezaran şehîd hene.

Li ser hemû xaka Kurdistanê ev yek ava kiriye. Ev yekîtî, ava kiriye. Lê belê bêguman divê em wisa negirin dest ku çend partiyên siyasî neyên ba hevûdu yekîtiya gelê kurd çênabe. Ne bi tenê ew e. Lê belê ew jî tê xwestin. Ji ber wê yekê jî tevahiya partiyên siyasî yên Kurdistanê bi rastî jî pir girîng e, stratejîk e, di wextê xwe de ye û divê dereng nemîne.  Divê êdî ji berjewendiyên partî, hizbî, beşan, binemalan, derdoran tenezul neyê kirin. Ji ber ku berjewendiya mezin azadî ye. Gelê li herêmê hemûyê hêviya xwe bi yekîtiya demokratîk a gelê kurd ve girê daye. Yanî yekîtiya demokratîk a gelê kurd, li Rojhilata Navîn dibe bingeha yekîtiya tevahiya gelan. Em jî bi vê boneyê cardin bang li her kesî dikin. Di serî de jî aliyê ku dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe û bi rastî jî bibe encam jin û ciwan in. Ji bo yekîtiyeke demokratîk û neteweyî divê jin û ciwan di têkoşînê de serkêşiyê bikin. Divê êdî jin, ciwan, partiyên siyasî, rêxistin, akademîsyen, hunermend û hemû beşên civakê bi erkê xwe rabin û zextê li ser aliyên ku berê xwe nadin vê yekîtiyê bikin. Ger ev yek hat kirin em dikarin encamekê bi dest bixin û ev yek pir girîng e. Rêber Apo beriya niha li ser  parastina hevbeş, rêvebirina hevbeş, dîplosiya hevbeş ên ku dikarin di heqû qadan de li gorî berjewendiyên gelê kurd were meşandin, gelek şîrove kirine. Tam jî dema wê ye û zirara vê yekê nagihîje tu kesî. Ne li hemberî dewletan e ku berovajî wê dikare bi vê yekê neteweya demokratîk û yekîtiya demokratîk ava bikin. Em jî weke tevger ji tişta ku dikeve ser milên me re amade ne. Çawa ku beriya niha em bi erkê rabûne em a niha jî amade ne ku bi erkê xwe rabin. Wê hemû hewldanên me li ser vî esasî bin ku yekîtiya demokratîk a Kurdistanê were avakirin. Li ku derê dibe bila bibe, li kîjan beşa Kurdistanê dibe bila bibe ger êrişek li ser gelê me çêbibe em weke Tevgera Azadiyê bi gelê xwe re ne. Me ev daxuyanî jî dan. Tevgera me li hemberî êrişên li ser Başûr jî helwesta xwe nîşan da. Rojhilatê Kurdistanê jî ku a niha di bin rewşeke giran de ye û li hemberî wê yekê jî helwest, sekn û paradîgmaya me diyar e. Lê belê ger li ser gelê me jî xeteriyek çêbibe em ê li rex gelê xwe bin û em ê hewl bidin ku gelê xwe jî biparêzin. Weke Tevgera Azadiyê em ê li tevahiya Kurdistanê têkoşîna vê yekîtiyê pêş bixin û vê pêvajo û derfeta dîrokî bigihînin serkeftinê.

Di vê pêvajoyê de yek ji mijara girîng ew e ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) kongreya xwe ya 6emîn li dar xist.  Ji nav bigirin heta gelek mijarên girîng di vê kongreyê de bûne biryar ku bandorê li civaka êzidî û gelên ku li herêma Şengalê dijîn, bike. Hûn di pêvajoyeke wiha de xebatên bi vî rengî çawa şîrove dikin?

Bi rastî kongreyeke girîng bû. Me jî li ser çapemeniyê şopand. Dema pêkhatina wê gelekî girîng e ku li Rojhilata Navîn li ser civakan xeteriyên pir mezin hene. Civaka me ya êzidî li Şengalê bi îradeya xwe, bi beşdarbûna ewqasî delegasyon, mêvan û gelek partiyên rêzdar û navdar kongreyek li dar xist. Em gelekî bi qîmet dibînin û girîng e. Ez wê kongreyê û îradeya ku derketiye holê silav dikim. Ez hêvîdar im ku ew nirxanên ku hatine pêşxistin, biryarên hatine girtin û rêveberiya nû ya hat hilbijartin bikevin meriyetê. Ez di wê baweriyê de me ku ew hêz, bawerî û zanebûn çêbûne. Ez vê kongreyê bi taybetî li tevahiya gelê me, civaka me ya êzidî û gelê Iraqê ez pîroz dikim. Ez ê zêde li ser kongreyê neaxivim. Ji ber ku îradeya xwe nîqaş kirine û biryarên xwe girtine. Encamnameya kongreyê li ser çapemeniyê jî hat weşandin ku kongreyê xwe ji bo entegrasyoneke demokratîk amade kiriye. Li gel entegrasyoneke demokratîk dikare çawa li gel Iraqê hebûna xwe misoger bike.  Ji bo ku bi fermaman re rû bi rû nemîne hebûna xwe misoger bike, bikaribe danûstandinên xwe bike û nehêle li ser êrişên cuda çêbibin. Li ser rêya danûstandin û diyalogê nîqaş hatine kirin. Em van yekan girîng dibînin. Biryarên xwebirêxistinkirin û komunan hatine girtin. Civaka êzidî ne civakeke desthilatdar e ku dewletan, neteweyan û tiştên ji xwe re esas bigire û berê xwe bide desthilatdariyan. Civakeke exlaqî-polîtîk e. Xwedî bawerî, çand, nasname û dîrok e. Ji ber vê yekê jî civakeke komunal û xwezayî ye. Biryarên ku girtine jî li gorî entegrasyona demokratîk in. Bi rastî jî ev yek hevûdu temam dikin. Yanî bo nimûne her komelgehek komunek e. Ji aliyê çandî, hunerî, aborî, ol û baweriya xwe, jin û xizmetguzarî  ve civakeke wisa ye ku bi sed salan e hebûna xwe domandiye. Kesê jêre negotiye ku tu komuneke demokratîkî lê belê bi vî rengî hatiye roja me ya îroyîn. Ez di wê baweriyê de wê vê pêvajoyê hîn zêdetir aliyên xwe yên zanistê, parastinê, siyasî û polîtîk esas bigire. Di asteke bilind de ye û hêja ye. Cihê kêfxweşî û şanaziyeke mezin e. 11 salan beriya niha dema meclîsa yekemîn hat avakirin, min jî di nav de cih girt. Meclîsa Avaker ya Şengalê. Di pêşengtiya rêheval Seîd Hesen, Dijwar, Zerdeşt û Bêrîvanê de. Van hevalan wê demê pêşengtî dikirin. A niha ev hemû jî şehîd in. Her wiha dîsa keda Dilşêran, Egîdan, Berfînan û Nîjînan pir mezin bû. Meclîsa yekemîn bi derfet û hejmareke pir kêm hate avakirin lê belê wê demê jî hêviyên wan pir mezin bûn. Bi baweriyeke mezin ava kirin. Di nava van 10 salên derbas bûyî de jî ku kete sala xwe 11an û vê carê jî kongreyeke wisa xwebawer, xwedî biryar, xwedî zanist û êdî dikare pirsgirêkên xwe çareser bike hat lidarxistin. Ez girîng dibînim. Jixwe xwebirêxistinkirin parastine. Û komunên xwe li ser vî esasî ava kirin. Ez vê îradeya ku derketiye holê silav dikim û serkeftinê dixwazim.

Weke tê zanîn em ber bi rojbûna Rêber Apo ve diçin. 4ê Nîsanê li pêşiya me ye. Ez dixwazim têkildarî vê mijarê nêrînên we bigirim. Rêber Apo, zayînê pir cuda şîrove dike û rojbûna Rêbertî jî nêzîk dibe. Peyamên we yên têkildarî vê yekê çi ne? Hûn bi xwe çawa li nêzî vê rojê dibin? Ku ev rojbûna me hemûyan e û divê gel vê rojbûnê çawa pêşwazî bike? Bi taybet bang hene ku gel berê xwe bide Amarayê. Hûn dixwazin têkildarî vê yekê çi bibêjin?

Rojbûna Rêber Apo, rojbûna tevahiya gerdûn û mirovahiyê ye. Em weke ku bes rojbûna Rêber Apo ya jidayîkbûnê ye nagirin dest. Di serî de ez vê rojê li Rêber Apo pîroz dikim. Dubare bi rêzdarî Rêber Apo silav û pîroz dikim. Bi rastî Rêber Apo di 77 salan de gelek zanînên mezin pêk anîne. Rêber Apo dibêje ku min 7 saliya xwe serhildana xwe ya yekemîn pêk anî û heta niha ber bi azadiyê ya entegrasyona demokratîk ve. Ev 70 sal in Rêber Apo têdikoşe.  Ji 7 heft saliya xwe di nava malbatê de dest bi têkoşîna azadiyê dike. Ev yek di bîranîn û jiyana Rêber Apo de cih digirin ku em van dixwînin, ji nêz ve dişopînin û dizanin. Rêber Apo hê wê demê li hemberî nakokiyên di nava malbat, civak, lîstikên ku di zarokatiya xwe de dilîstin de serhildana xweya yekemîn pêk tîne. Ev pir binirx û pîroz e. Weke ku me beriya niha jî anî ziman em rojbûna Rêber Apo weke bi tenê rojekê jî nagirin dest. Lê belê bêguman ji bo ku ev roj were pîrozkirin û weke sembolîk jî xwegihandina gundê Rêber Apo, wê xaka pîroz û li wê derê bêhn bikin û di dilê xwe de zêdetir hîs bikin têkoşîneke mezin jî hatiye dayîn. Beriya her tiştî şehîd hatine dayîn.  Bi vê boneyê ez şehîdên sala 2009an Mehsûm Karaoglan û Mistefa Dag ku di rêya Amarayê de şehîd bûn, van her du lehengan bi rêzdarî bi bîr tînim. Bila dilê wan xweş be ku roja îroyîn ji her demekê zêdetir êdî bi awayekî azad rojbûna Rêber Apo tê pîrozkirin. Û em nêzîkî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne.  Em Rêber Apo di nava jiyana xwe de weke çêbûnên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bi nav dikin. Çêbûna duyemîn, fikra azadiya, fikra PKKê, pêşxistina têkoşîna dehan salan pêk tê ku Rêber Apo jêre dibêje misogerkirina hebûnê û bûyîna dema azadiyê. Temakirina pêvajoya negatîf bû. Çêbûna sêyemîn jî weke erkên pozîtîf tê binavirin. Êdî em ber bi avakirina civakeke demokratîk ve diçin. Ber bi pêvajoyeke avakirina zêdetir ve diçin. Ji ber vê yekê jî ev yek weke zayîna sêyemîn tê qebûlkirin. Çêbûna sêyemîn e. Rêber Apo tim li gel xwe guhertinan pêk tîne. Her roj di şexsê de xwe de jidayîkbûyîneke nû çêdike. Em vê salê bi paradîgmaya ekolojîk, demokratîk a ku xwe dispêre xeta azadiya jinan û dîsa Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya entegrasyona demokratîk pêşwazî dikin. 

77mîn rojbûna Rêber Apo êdî bi vê armancê tê pîrozkirin û dîsa bi rojan e gelê me dest bi pîrozbahiya vê yekê jî kiriye. Li Kurdistanê di nava gelê kurd û dostên wê de tu tişt bi rojekê re sînordar nîn e. Ne 8ê Adarê, ne Cejna Newrozê, ne rojbûna Rêber Apo û ne jî rojeke din wisa bi rojekê re sînordar nîn in. Hemû rojên têkoşîn, berxwedan, çêkirin û avakirinê ne. Ji ber vê yekê jî ya niha gelek meş, pîrozbahî û çalakiyên cuda dest pê kirine. Bo nimûne li bakurê Kurdistanê Tevgera Azadiya Jinan (TJA) çalakiyeke ji 1ê nîsanê heta 19ê nîsanê a ji Amara heta ber bi Gemlikê ve daye destpêkirin. Ciwan bi rojan e pîroz dikin. Li ser çapemeniyê me dît ku ciwanên enternasyonal çûbûn Amarayê û seredana mala Rêber Apo kiribûn. Pîrozbahiyên bi vî rengî jî hene. Ji bo me pîrozbahiya esas ew e ku em di zûtirîn demê de Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û em vê rojê li gel Rêber Apo pîroz bikin. Ev yek êdî bes ne daxwazek. Ev yek êdî erkê me ye. Erkê vê pêvajoyê ev e. Çêbûna sêyemîn êdî ev e. Yanî pêkanîna vê yekê li me ferz dike. Ji ber vê yekê em vê rojê gelekî bi nirx û watedar dibînin. Ji ber vê yekê jî divê jin, ciwan, gelê me, dostên me û enternasyonal vê rojê wisa bigirin dest. Rêber Apo, ji bo tevahiya mirovahiyê şensekî mezin e. Xwedî fikriyateke mezin e. Mirovahî li gel jiyaneke azad ya li gel Rêber Apo zêdetir di ewlehiyê de ye, zêdetir parastiye û zêdetir dikare di nava aramiyê de bijî. 

Rêber Apo ew xençera ku hêzên desthilatdar ên kujerên kastîk li dil û pişta civakê dane, derdixe û êdî cîhaneke aram, azad û wekhev pêşkêşî tevahiya mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê jî rojbûna Rêber Apo, rojbûna me hemûyan e. Rojbûna hemû kesên azadîxwaz e. Bi vê boneyê ez vê rojbûnê dîsa li tevahiya dayîkan, jin, zarok, ciwan û tevahiya gelê me û tevahiya gelan pîroz dikim.  Rojbûna wan e jî. Rêber Apo pêşeng, dost û rêberê civaka demokratîk e. Ji lawirekî bigirin heya keskahiyekê, darekê û gulekê Rêber Apo bi hemûyan re mijûl e. Ji ber vê yekê jî rojbûna Rêber Apo cejna biharê ye, cejna wan e jî. Ji ber ku Rêber Apo li mafê wan jî xwedî derdikeve, wan zindî dike û jiyanê dide wan.  Ji ber vê yekê ez dibêjim ku mirov dikare weke cejneke tevahiya mirovahiyê û biharê bigire dest. Li ser vî esasî ez bang li tevahiya jinên ciwan û ciwanan û tevahiya gelê me dikim ku di vê rojbûnê de li hemû cihan daran deynin.  Bila zarok li bexçeyan û li hemû deran daran deynin û pîrozbahiyan li dar bixin. Divê hemû ciwan zêdetir Rêber Apo bixwînin. Gelê me zêdetir paradîgmaya Rêber Apo bixwîne. Di serdemeke bi vî rengî de em zêdetir Rêber Apo fêm bikin. Bi rastî jî Rêber Apo kî ye û a niha ji bo mirovahiyê çi dike û dixwaze çi pêş bixe? Divê em zêdetir di fikr, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo de kûr bibin, fêm bikin û bidin fêmkirin. Li ser vî esasî ez careke din vê rojê li kesên ku vê bernameyê temaşe dikin, li we, ekîba we û tevahiya guhdarvanan pîroz dikim.