Polîsan êrişê bîranîna 1ê Gulanê kir
Endamên Înîsiyatîfa Taksîmê yên 1ê gulanê dema xwestin li Evraziya Kazanciyê qurbaniyên 1ê Gulana 1977an bi bîr bînin. Polîsên êrişî girseya kombûyî kirine zêdetirî 30 welatî bi îşkenceyê binçav kirin.

Bi dehan hezaran karker di çalakiya 1ê gulana 1977an de li Taksîmê ji bo “Roja Kedkaran” kom bibûn. Polîs û leşkeran êrîşî girseya kombûyî kiribû û 34 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dabû. Înîsiyatîfa Taksîmê ya 1ê gulanê xwest ji bo qurbaniyên 1ê gulana 1977an, li Evraziya Kazanciyê bernameya bîranînê li dar bixe. Girseya ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Bi ser vê yekê endamên înîsiyatîfê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsên êrişî girseyê kiriye zêdetirî kesî bi îşkenceyê binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan 4 ciwanên li derdorê dîmenên binçavkirinê qeyd dikirin jî binçav kirine.


