Rahêner Mesut Bakkal ji Amedsporê veqetiya

Amedsporê ragihand ku ew û rahênerê tîmê Mesût Bakkal û koma wî bi awayekî li hevkirî ji hev veqetiyan.

1 deqe xwendin
Rahêner Mesut Bakkal ji Amedsporê veqetiya

Piştî maça duh a Amedsporê û Bodrumsporê ku beramber ma, geşedanek nû qewimî. Rêveberiya Amedsporê ragihand ku wan û rahênerê tîmê Mesut Bakkal û heyeta wî ya teknîkê bi awayek lihevkirî ji hev veqetiyan e.

Amedsporê spasiya Bakkal û koma wî ya teknîkê kir.

Mesut Bakkal di 16ê Sibata 2026an de cara duyemîn hatibû ser rahêneriya Amedsporê.

Mesut Bakkal berê jî rahêneriya Amedsporê kiribû. Dema ku Amedspor di lîga 2yemîn de bû û ji vê lîgê derket lîga 1emîn, Mesut Bakkal rahênerê Tîma Amedsporê bû.