Sal bi sal Tirkiye binpêkirina azadiyê zêde kiriye

Li gorî raporên RSFê Tirkiye di aliyê azadiya çapemeniyê de ji rêza 159an daket rêza 163an. RSFê di raporê de destnîşan kir ku ji 180 dewletan 110 dewletan zextên li ser çapemeniyê zêde kiriye.

1 deqe xwendin
Sal bi sal Tirkiye binpêkirina azadiyê zêde kiriye

Îro 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ye. Di vê rajê de der barê rewşa çapemeniyê de gelek rapor tên aşkerekirin. Her sal Rêxistina Rojnamegeran a Sînornenas (RSF) der barê dewletên cîhanê de raporan amade dike û bi raya giştî re parve dike. Li gorî rapora RSFê îsal Tirkiye 4 puan daket û ket bin asta 4 dewletên din. Sala par Tirkiye di nava 180 dewletan de di rêza 159an de bû. Lê îsal Tirkiye paşve çû û ket bin asta 4 dewletên din û ket rêza 163an. 

Roja 3yê Gulanê bi biryara Neteweyên Yekbûyî di sala 1993yan de weke “Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî” hat qebûlkirin. Lê raporên saziyên çapemeniyê nîşanî me didin ku ev roj li Tirkiyeyê ji pîrozbahiyê dûr e. Zext û sansur, binçavkirin û girtinên keyfî, îşkence û qetilkirin li ser pîşeya rojnamegeriyê tehdîd e û derbeyeke giran li mafê nûçe wergirtinê yê gel dixe. Rojnamegerên ku rastiyê tînin ziman û hewl didin bibin dengê gel, yan tên bêdengkirin yan jî tên krîmînalîzekirin.

RSF her  sal li gorî pîvanên sansur, darizandina rojnamegeran û cezakirinê li 180 welatên cîhanê nexşeya mafên rojnamegeran xêz dike. Îsal bi minasebeta 3ê Gulanê careke din raporên dewletan amade kir. Li gorî raporê îsal Tirkiye ket bin 4 dewletan û paşve çû. Li gori rapora Rojnamegerên Sînornenas îsal Norveç di rêza yekemîn de ye. Piştre Holanda, Estonya, Almanya û Yûnanîstan tên. Ev dewletên jor di aliyê azadiya çapemeniyê de welatên li pêş in. Îngîlîstan di rêza 18 û Fransa jî di rêza 25an de cih digire.  Di nava 180 dewletan de jî welatên Eritre, Koreya Bakur, Çin, Îran û Erebîstana Sidûrî welatên herî paşketî ne. Sûriye li gorî sala par 36 pûan bi ser ket û di aliyê azadiya çapemeniyê de gavên mezin avêt. Norveç 10 sal in bi awayekî îstîkrar azadiya çapemeniyê di asta jor de diparêze. Li gorî raporê ji welatên cîhanê yê herî zêde mafê azadiya çapemeniyê diparêze Norveç e. 

Di nava 180 welatan de Çin di rêza 178an de, Koreya Bakur di rêza 179an de û Eritre jî di rêza dawî yanî rêza 180an de cih digire. Li gorî raporê Tirkiye îsal 4 puan paşve ket û ji rêza 159an daket rêza 163an. Tirkiye di sala 2002an de di rêza 99an de, di 2016an de di rêza 151ê de, di 2017an de di rêza 155an de, di 2018 û 2019an de di rêza 157an de, di 2020î de di rêza 154an de, di 2021ê de, di rêza 153an de, di 2022an de di rêza 149an de, di 2023an de 165an, di 2024an de di rêza 158an de, di 2025an de di rêza 159an de û îsal jî di rêza 163an de cih girt. Ev dane nîşan dide ku li Tirkiye azadiya çapemeniyê sal bi sal kêm dibe û binpêkirina mafên rojnamegeran zêditir dibe. 

Li gorî rapora RSFê, dewletên ku di bin 52 dewletan de bimîne, li wî welatî karê rojnamegeriyê dijwar e. Li gorî endeksên ku RSF 25 sal in amade dike, her sal rewşa rojnamegirê li Tirkiyeyê pir xerab e. Li gorî raporan sal bi sal Tirkiye di aliyê azadiya çapemeniyê de paşve diçe. Tirkiye di sala 2002an de di rêza 99an de bû. Di nava 23 salan de Tirkiye ket bin 64 dewletan û paşve çû. Bi taybetî Tirkiye di sala 2016an de gelek paşve ket. Li gorî raporê di navbera 2025 û 2026an de ji 180 dewletan li 110 dewletan rewşa rojnamegeriyê bêtir xerab bû. Mafên rojnamegeran bêtir hat binpêkirin. 

Berê girtin, niha sansur li pêş e 

Li Tirkiyeyê mafên rojnamegeran bi Zagona Sansurê ya xala 217/A ya Zagona Cezayê Tirk (TCK) tê binpêkirin û rê li pêşiya rojnamegeriya azad tê girtin. Her çend li Tirkiyeyê wekî berê rojnameger nêyên girtin jî, vê carê hem doz li wan tê vekirin û hem jî bi Zagona Sansurê rê li pêşiya çapemeniyê û weşangeriyê tê girtin. Ji ber zagona sansurê doz li sedan rojnameger hatiye vekirin û bi sedan rojnameger tên darizandin. Li gorî raporê heta 28ê nîsanê li Tirkiyeyê herî kêm 14 rojnameger girtî ne. 

Yek ji dewletê ku demokrasî û mafên rojnamegeran diparêze Amerîka ye. Lê li Amerîka jî îsal zextên li ser çapemeniyê zêde bû. Amerika ji rêza 64an ket rêza 71ê. Bi taybet piştî hatina Trump binpêkirina mafan zêdetir bû. 

Li gorî daneyên Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) li Tirkiyeyê 13 rojnameger di girtîgehê de ne. Ji destpêka sala 2024an û vir ve li dijî 219 rojnamegeran binpêkirina mafan hatiye tespîtkirin.

Li gorî RSFê li tevahiya cîhanê di sala 2024an de 550 û di sala 2025an de jî 503 rojnameger girtî bûn. Li gorî vê yekê li Çînê 118, li Myanmar 58, li Îranê 49, Li Tirkiyeyê 31 û li Rûsyayê 25 rojnameger girtî ne. Îsal li Rûsyayê 48 rojnameger hatin girtin. 

Di şer de herî zêde rojnameger tên kuştin

Ji 2023an heta niha di şerê Îsraîl û Filistinê de li Gazzeyê herî kêm 220 rojnameger hatin kuştin.