Siberoja me
Pergalên serdestan jî di nav de, her hêz civakê li gor armancên xwe pêk tîne, siberojê li ser înşa, ango pêkhatina civakî saz dike. Hêzên bingehîn ên ku siberoj li ser şikilgirtina wan saz dibe jin, zarok û ciwan in. Ji ber vê sedemê ye ku Rêbertî rêxistîbûn û xweparastina jinan wekî mijareke bîrdozî û stratejîk dibîne.

“Min jî li ser vê rêya dijwar
Gelek kiriye qîr û hewar
Da ji bo we jî rojekê
Dinya bibe gulbihar”
Pergalên serdestan jî di nav de, her hêz civakê li gor armancên xwe pêk tîne, siberojê li ser înşa, ango pêkhatina civakî saz dike. Hêzên bingehîn ên ku siberoj li ser şikilgirtina wan saz dibe jin, zarok û ciwan in. Ji ber vê sedemê ye ku Rêbertî rêxistîbûn û xweparastina jinan wekî mijareke bîrdozî û stratejîk dibîne. Perwerdeya zarokên keç wekî mijareke stratejîk dinirxîne û emanetî jinan dike. Perwerde û parastina zarokan wekî parastin û avakirina pêşerojê pênase dike, dibêje; nabe zarok ji însaf û mulkiyeta malbatan re werin hiştin, divê zarok aîdê civakê, aîdê komunê bin. Li vê derê grîngiya malbatê biçûk nayê dîtin. Lê pir vekirî ye, malbata ku bi tespîta Engels ya rast bi dewletê û mulkiyeta taybet ve hatiye girêdan, ne gengaz e ku pêwîstî û wateyên civakî pêşwazî bike. Tiştên ku em rojane dijîn jî ev in. Rêbertî ciwanan wekî zekaya herî vezelok a civakê, potansiyela herî xurt a guhertin û veguhertinê, wêrekiya avakirina jiyana nû dibîne. Perwerde û rêxistîbûna wan wekî mijara pêşengiya azadiyê pênase dike.
Wekî civak em di van mijaran her sêyan de jî tengasî, qelsî û qeyranan dijîn. Bêşik ji ber ku pirsiyariya me heye em van mijaran de dijwariyê dijîn. Lê hîna jî hewl û kûrbûna me vê dijwariyê bi têrî pêşwazî nake.
Di van mijaran de ji du aliyan ve hewcedariya me bi serîêşandineke micidtir heye. Yek ji aliyê zihniyetê ve, yek jî ji aliyê xwesazî, ango xwerêxistinkirinê ve. Van rastiyên ku em dijîn ne rasthatin in, ne jixweber û qeder in; ne Rojîn, ne Gulistan, ne jî Narîn rastiyên wisa in. Di van rastiyan de şerê taybet, encamên kûrbûna planên qirkirin û çongşikandinê, serdestiya mêr a gurbûyî , radeya eletewşbûn û eletewşkirina modernîteya kapîtalîst heye. Ev rastî ne. Lê zanîn û gotina van ne bes e. Li vê derê çima astengnekirina van jî grîng e, heta grîngtir e? Ger anîna me ya ziman, nîşandayîna me wî tiştî asteng neke, dikare bikeve xizmeta hilberîna wî tiştî. Ji ber vê sedemê di gelek mercan de nûçeyên tundiyê, tundûtûjiyê pir dikin. Nûçeyên kuştina jinan qirkirinê kûrtir dike. Ji ber vê sedemê herî kêm bi qasî îfşa û qirkirinê, divê em li ser astengkirina van êrişên ku dehşeta kujerê kastîk bi me didin hîskirin, bisekinin.
Bi rasti jî komunalbûna civakê ji gelek aliyan ve dermanê derdên wisa ye. Wekî mînak li ser taxekê bifikirin: li taxek an jî kolaneke ku herkes hev nas dike, li wê derê diz, bêsinc, kujer, niyetqirêj, xayîn zû bi zû nikarin xwe veşêrin û bidin jiyandin. Ger di malbatekê de li ser jin û zarokan tundî hebe jî dê tax zû pê bihese, midaxeleya civakî bike. Yên ku rastî tundiyê tên dê bêhtir bi bawerî serî li parastina civakê bidin. Jinek bi hin kesên şaş, an jî hin kesên bi mebestên xirab re têkilî deyne, wê tax zû pê bihise. Hinek bixwazin têkiliyên eletewş, kirîn û firotina qirêjiyê, bêsinciyê li taxê bi cih bikin jî, dê zû werin dîtin. Dê zû deşîfre bibin. Bi vê neçin dê teşhîr bibin. Bi vê neçin dê werin tecrîtkirin. Bi vê neçin, dê werin vederkirin. Ya herî grîng jî, li wê taxê dê zanîna xwe, sinca xwe, hebûna xwe, derfetên xweparvekirinê hebin. Loma dê parastina jin, zarok, ciwan, pîr û kalan jî, parastina mêran jî dikaribe bê kirin. Ji ber vê sedemê divê wekî civak em li ser komunalbûnê, komunbûnê ango bi wateya rastîn civakîbûnê kûr bibin. Ne wekî mijareke teorîk û kitêbî, wekî mijareke SOSî û dermanê hemû nexweşiyên jiyanî bikin rojeva xwe. Xizmeta ku em ji bo civak û pêşeroja xwe bikin jî ev e. Bila ew gul û bihara ku helbestvan tîne ziman, diyarî be ji bo jin, zarok û ciwanên welatê me.


