Refike Akin: Em ê baweriya xwe bi aştiya wan neynin
Refike Akin, xwişka girtiya nexweş Gulîzar Akin a ku tenê dikare mama bixwe, bertek nîşanî neavêtina gavan ji bo girtîgehan da û wiha pirsî: “Tenê dema ku Rêberê me azad be, em ê baweriya xwe bi aştiya wan bînin. Heta ku Rêberê me neyê berdan, em ê baweriya xwe bi aştiya wan neynin."

Dihat payin ku bi pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di warê girtîgehan de gav bên avêtin, lê heta niha ti gav nehatine avêtin. Ne tenê ti gav nehatiye avêtin, binpêkirinên li girtîgehan zêdetir bûne. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên nîsana 2025an, herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş di girtîgehan de hene. Ji van, 335 rewşa wan giran e û 230 jê jî nikarin jiyana xwe ya rojane bi bi tena serê xwe bidomînin û 105 kes hewceyê piştgiriyê ne. Her çend der barê berdana van girtiyên nexweş de tu gav nehatine avêtin jî, Mehmet Edip Taşar ku navê wî di lîsteya girtiyên nexweş de bû, jiyana xwe ji dest da.
Gulîzar Akin, 29 sal in girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweş de ye. Ev şeş meh in ji ber nexweşiyên xwe tenê dikare mamaya zaorkan bixwe. Gulîzar Akin ku li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê ya Bunyanê ye, di sala 1996an de di serdegirtina malê de li Stenbolê hat binçavkirin. Piştî ku nêzîkî mehekê di bin çavan de ma û îşkenceyeke giran lê hat kirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Gulîzar Akin ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin, cezayê muebedê lê hat birîn.
Refîka Akin, xwişka Gulîzar Akinê ku ji rewşa xwişka xwe bi fikar e, diyar kir ku xwişka wê ji dema girtinê ve hema bêje li sirgûnê dijî û got: "Ew li gelek bajaran wekî Amed, Midyad, Enqere, Bakirkoy, Mereş, Elbistan û Gebzeyê girtî maye. Herî dawî ew birin Girtîgeha Jinan a Kayseriyê. Çima ew birin cihên herî dûr ên wekî Edene û Tarsûs? Herî dawî ew birin Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bunyan a Kayseriyê. Veguhestina di navbera girtîgehan de li gelek bajarên cuda hem ji bo malbatê û hem jî ji bo girtiyan îşkence ye."
'6 sal in mama dixwe'
Refike Akinê behsa Gulizar Akinê kir û diyar kir ku ew hem ji ber îşkenceya giran a ku di dema girtinê de û hem jî di dema girtîgehê de kişandiye, bi gelek nexweşiyan re têkoşiyaye. Refîke Akinê got: "Di dema girtinê de îşkenceya giran lê hat kirin. Nexweşiyên wê ji ber vê îşkenceyê derketine holê. Tumor di mejiyê wê de çêbûye ku dû re belavî singa wê bûye. Li Gebze ya Stenbolê emeliyat bû. Berî pandemiyê, di qirika wê de girêkek hebû; ew ne dikarî bi rihetî bixwe û ne jî vexwe. Di dema pandemiyê de, ew her tim dibirin nexweşxaneyê, lê ji ber ku wan di muayeneya kelemçekirî de israr kir, bêyî ku bê dermankirin ew vegerandin girtîgehê. Paşê, pirsgirêkên çavan jî çêbûn. Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê berdewam dikin û ev şeş sal in mamayê pitikan dixwe."
Refike Akinê piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman û got: "Dewlet dibêje aştî, çima girtiyên nexweş nayên berdan? Cezayê Rêberê me ji hêla qanûnî ve qediya ye, çima di girtîgehê de ye? Dema ku ev tişt diqewimin çawa aştî dikare hebe? Divê ew gel nexapînin. Ger soz didin, divê ew wan bicîh bînin. Wekî gel, em li kêleka Rêberê xwe ne. Em baweriya xwe bi aştiya ku ew pêşniyaz dikin naynin. Ji ber ku aştî tune. Girtî nehatine berdan. Rêberê me hîn jî girtî ye, gelo ev aştî ye? Me destê aştiyê dirêj kir û divê ew bigirin. Gundê me hat şewitandin, zarokên me hatin kuştin, bi hezaran mirovên me di girtîgehê de ne. Tevî van hemûyan, gelê kurd banga aştiyê dike."


