Qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate girtin

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak jî di nav de 29 kes hatin girtin.

1 deqe xwendin
Qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate girtin

Qeymeqamê berê Şeref Albayrak jî di nav de 46 kes bi hinceta “bi armanca sûc avakirina rêxistinê” û “derxistina fesadiyê” di 24’ê Nîsanê de hatin binçavkirin. Albayrak piştî ku weke qeyûm li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hatibû tayînkirin, weke yek ji rêveberên AKP’ê yê navçeyê kar dikir.

Karên 46 kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, li edliyeyê temam bû. Albayrak jî di nav de 29 gumanbar hatin girtin, ji 17 gumanbaran 3 kes hatin berdan, 14 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Lêgerînên ji bo girtina kesên derbarê wan biryara binçavkirinê hatiye dayîn, didomin.