Rêbertiya bi ked û xwêdan
Em wekî Tevgera Azadiyê ku şopînerên heqîqeta Apoyî ne, di destên me de berhemeke bêhempa û zêrîn heye. Di her warê jiyanê de divê em van berheman bidin rêsandin, honandin û jiyanî bikin. Hevîrtirşê van berheman ked û xwêdana bi hezaran şehîdan e. Divê berê me, dilê me û hestên me li vê rêya heqîqeta Apoyî be.

Xeyrî Serhed
“Rêber Apo berî her tiştî mirovê dozê ye. Ew doza ku ew xwedî lê derdikeve û dimeşîne, dibe ku wekî doza kurd û Kurdistanê bê dîtin. Lê ev dê bibe nêzikatiyeke jirêzê ya li hemberî rastiya Rêber Apo. Cewhera vê pir cudatir e. Çareseriya di rastiya Apoyîtiyê de, ne tenê neteweyî, gerdûnî, ne seraser, bi kûrahî, ne teng bi berfirehî ye.” A. Haydar Kaytan
Tenê di van çend gotinên heval Fûat de jî dema mirov li rastiya Rêbertiyê mêze dike, wekî ku Rêbertiyê aniye ziman: “Rêbertiya min bi ked û xwêdanê hatiye honandin. Heke li rêbaza min a xebat û karkirinê baş bê mêzekirin, terzê min ê xebatê çawa ye dê baş derkeve holê.”
Em jî dikarin li ser rêbaza xwe ya xebat û karkirinê rawestin. Em çawa dixebitin û nêzikatiya me ya xebatkirinê çawa ye? Wekî kesên sosyalîst û komunalîst dema em li ser rastiya xwe hûr dibin û pirsên ‘em çiqas bi hêstên xwe yên xebat û karkirinê tevdigerin, tevgera me ya di nav jiyanê de çiqas di xizmeta rastiya Rêbertî û rêhevaltiya rast de ye?’ dipirsin dibînin ku di van waran de gelek kêmasiyên me hene. Dema ev lawazî hebin, di warê jiyana komunal de lawazî û kêmasî xwe didin der. Hest ava nabin, di dilê kesayetên ji bo jiyana sosyalîst têdikoşin de kelecanî xwe nade der. Divê teqez ev lawazî bên derbaskirin û hest û ramana hezkirin û parvekirinê bi liv û tevger bibin.
Rewşa sazî û dezgehên me!
Me bi kurtasî qala rastiya Rêbertî û rêbaza xebatê kir. Bêguman bi saetan jî em bînin ziman dê têrê neke. Lê ya girîng ew e ku em çawa nêzîk dibin û jiyanî dikin. Sekn û rêbazên me karesat in. Di her warî de lawaz in. Ji kesayetî bigire heta komî, ji ‘saziyên demokratîk’ bigire, heta partiyên siyasî, rastiya me di ber rastiya Rêbertiyê re jî derbas nabe. Di nav xwe de ne demokratîk e, kedeke pir sînordar heye. Parvekirina me ya jiyanê pir sînordar e. Kes û saziyên me hîn di warê bipêşxistina jiyana komunal de bi kulekî dimeşin. Ev jî pêvajoya me ya avakirinê sînordar dike, demê dirêj dike û me nake navendek ku mirovan bikişîne xwe. Berî her tiştî divê sazî û kesayet xwe bikin navenda parvekirin, xebat û kedê. Di gelek tevger, sekin û xaftinên me de pirsgirêk hene. Rexne şaş tên fêmkirin, dema li holê şaşfêmkirinek hebe, gotina ku çêkeriyê bike, di dev de dimîne û ev jî dilêşiyên me zêdetir dike.
Sekin û tevgera me!
Em tenê du mînakên ku di demên dawî de vebêjin. Hêvîdar im ku rewş baştir bê fêmkirin. Ya yekemîn nêzîkatiya hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan a li Newroza Wanê ye. Ew bi provokasyona polîsên tirk hêrs bû, piştre bi devdana hevserokê DBPa Wanê Prz. Cemal Demîr re xwe da der. Ev li hemberî raya giştî sekna me ya rêxistinî nîşan nade. Sekn û tegera şoreşger di her şert û mercî de li hemberî sekna rêhevaltiyê bi mutewazî û çêker divê. Ev tişt mirovan mezintir dike, berovajiyê wê mirov pê piçûk nabe.
Rewşa duyemîn xwendina peyama Rêbertiyê ya li Newroza Amedê bû. Bi salan e ku bi taybetî peyamên Rêbertiyê di Newrozan de tên xwendin, lê hêj me di van waran de pirsgirêka xwendinê bi awayekî baş çareser nekiriye. Hema bêje gelek caran dibe sedema nîqaşê û rexneyan. Rêbazên me yên gotin, vegotin û xwendinê divê êdî estetîk û dîksiyonekê werbigirin. Bi milyonan însan li me mêze dikin, mîmîk û tevgerên me dişopînin. Van xwendinan wekî xwendinên şahiyên dibistanên seretayî pênase dikin. Ev nabe, nayê qebûlkirin û ji bo me eyb e, kêmasiyên me hemûyan e.
Herî dawî bêjim ku pêwistî zêde bi dirêjkirinê nîn e, her tiştên me li ber çavan e. Em wekî Tevgera Azadiyê ku şopînerên heqîqeta Apoyî ne, di destên me de berhemeke bêhempa û zêrîn heye. Di her warê jiyanê de divê em van berheman bidin rêsandin, honandin û jiyanî bikin. Hevîrtirşê van berheman ked û xwêdana bi hezaran şehîdan e. Divê berê me, dilê me û hestên me li vê rêya heqîqeta Apoyî be.


