Hêza jinan ji tarîtiya mêrperest xurttir e
Mînakên têkçûna hişmediya mêrperest li Rojava bi destê jinên kurd pêk hat. Jinên kurd bi hemû cîhanê da zanîn ku tarîtiya mêrperest çi qas xurt be jî, di encamê de hêza jinan ji wê taritiyê xurttir e. Ev hêz di dawiya dawî de dê hemû hişmediyên ku rengîniya wan hedef digirin, têk bibe.

Di dîroka Rojhilata Navîn de laş û cil û bergên jinan tim bûne hedefa hişmendiya mêrperest a ku xwe bi olan di nav hemû rehên civakê de bi cih kiriye. Mînakên herî berbiçav ên ku bi hişmediya olperestiyê li ser jinan pêk tên li welatên wek Îran, Afganistan, Sûriye û hwd. tên jiyîn. Lê divê bê zanîn ku zexta îro li ser jinan tê kirin, ne tenê daxwazeke olî, di heman demê de, hewldaneke ji bo tepisandina nasname, azadî û rengîniya cewherî ya jinan e.
Di vê mijarê de dema em berê xwe didin dîroka Îranê, dibînin ku cil û bergên herêmî û herî kevnar ên jinên kurd, belûc, azerî û farsan her dem wekî baxçeyeke gulan rengîn bûne. Kincên kurdî yên bi serûberên zêrîn, fîstanên reng bi reng û kofiyên xemilandî, nîşaneya jiyan, şahî û azadiyê bûn. Çanda herêmî ti carê dijminatiya rengan nedikir.
Lê di sala 1979an de bi serkêşiya Xumeynî Şoreşa Îslamî pêk hat. Rejîma Xumêynî êrişa xwe ya yekemîn bir ser mafên jinan û hîcaba mecbûrî wekî sembola desthilatdariya xwe ferz kir. Ji wê rojê ve jin ji mecbûrî çarşefa reş an jî mantoyên rengtarî li xwe dikin.
Piştî ferzkirina çarşefa reş ji bo kontrolkirina jinan qanûn hatin derxistin. Lê kontrolkirina jinan tenê bi qanûnan nayê kirin, rejîma Îranê jiyanê kiriye rewşeke wisa ku jin di her gavên xwe de tên şopandin. Jinên ku li gor wan xwe nenixaftibin bi rêya kamerayan tên tespîtkirin û ceza li wan tê birîn. Jinên ku hîcabê red dikin ji mafê xwendinê, xebata li saziyên fermî û heta ji xizmetguzariyên tenduristiyê jî bêpar dimînin.
Ev zexta ku li jinan tê kirin di sala 2022yan de bû sedema kuştina Jîna Amînî. Mirina Jîna Amînî li rojhilatê Kudistanê û Îranê bû çirûska serhildana Jin Jiyan Azadî. Di serhildana Jin Jiyan Azadî de bi jinan re mêr jî li kolanan bûn û bi hev re ji bo jiyaneke azadtir têkoşiyan, lê serhildana civakê ya li dijî hovîtiya rejîmê re nêzikatiyên hovtir re rû bi rû ma. Bi sed hezaran kes bi zextên rejîma Îranê re rû bi rû man.
Rejîma Îranê ya dît ku civak zextên wan qebûl nake û potansiyela serhildanê tim di nav xwe de zindî dihêle, ji bo tepisandina vî ruhê zextên heyî zêdetir kir. Îro tevî ku Îran bi Îsraîl û DYAyê re di nav şer de ye, zextên xwe yên hov didomîne.
Herî dawî Mujgan Hesenpûr ku serdana gora dê û bavê xwe dikir, bi hinceta ku xwe li gor qanûnan nenixaftiye hat kuştin. Ev rewş nîşan dide ku asta tundiya li dijî jinan tê kirin ti sînoran nas nake. Lê tê zanîn ku di hemû olan de goristan cihê xemgînî, rêzgirtin û bîranîna miriyan e. Êrişa ku li dijî Mujgan li goristanê pêk hat nîşan dide ku di bingeha vê êrişê de ol na olperestî cih digire.
Hedefgirtina Mujgan Hesenpûr ne tenê êrişeke fîzîkî ye. Ev êriş nîşan dide ku rejîma Îranê êdî ji hebûna jinan jî ditirse. Rejîma Îranê ew her biskek porê jinan ê ku li ber bayê diheje, wekî xetereyek li ser desthilatdariya xwe ya lerzok dibîne.
Ev nêzikatî ne tenê li Îranê ye. Lê rastiyek heye ku dê ev rewş heta hetayê nedome. Hişmendiya Talîbanê ya ku jinan di nav malan de heps kiriye, rejîma Îranê ya ku hewl dide jinan mehkûmê tarîtiyê bike dê bi biryardariya jinan têk biçe. Mînakên têkçûna vê hişmediyê li Rojava bi destê jinên kurd pêk hat. Jinên kurd bi hemû cîhanê da zanîn ku tarîtiya mêrperest çiqas xurt be jî, di encamê de hêza jinan ji wê taritiyê xurttir e. Ev hêz di dawiya dawî de dê hemû hişmediyên ku rengîniya wan hedef digire, têk bibe.


