Qirkirina zayendî û perspektîfa jineolojiyê

Talîban dikare kolanan qedexe bike, lê nikare daxwaza azadiyê ya di dil û mêjiyê jinan de bitemirîne. Û ev hêz di dawiya dawî de dê wek lehiyeke mezin qirêjiya Talîbanê bide ber xwe û paqij bike.

1 deqe xwendin
Qirkirina zayendî û perspektîfa jineolojiyê

Dema em îro bala xwe didinê, li hemû cîhanê geşedanên li dijî civakê bi pêş dikevin. Li her derê cîhanê kaosên cuda hene. Di nav vê rewşa tevlihev de, ji ber Talîbanê civaka afgan bi taybetî jî jinên afgan bi qirkirinê re rû bi rû ne. Ji bo ku em bikaribin giraniya rewşa li Afganistanê fêm bikin divê em pergala heyî ya Talîbanê ne tenê wekî pêvajoyeke dijwar, wek ‘koma qirkirina zayendî’ pênase bikin.

Jineolojî di hemû xebatên xwe de dide zanîn ku azadiya civakekê girêdayî azadiya jinan e. Ku jin kole be ne pêkan e ku civak azad bibe. Pergala Talîbanê ku îro li Afganistanê serwer e, mînaka vê yekê ya herî hovane ye. Li Afganistanê pergala heyî bi zanebûn dest daniye ser hemû qadên jinan ên jiyanê. 

Talîban ji roja ku hatiye avakirin heta niha, bi stratejiya rûxandina hişmendiya jinan tevdigere ku ew hişmendî civakê li ser piyan dihêle. Talîban bi zextên di qada aborî, hiqûqî û civakî de hewl dide rûxandina xwe pêk bîne. 

Pergala dadweriyê

Di qada aboriyê de ji roja hatina Talîbanê ve jin ji hemû saziyên giştî, rêxistinên sivîl û pargîdaniyên taybet hatine derxistin. Ev yek aboriyê dixe bin serweriya mêran a yekalî. Ev rewş bi xwe re rewşên pir dijwar tîne. Ji ber qedexeyan ji neçar in li malê bimînin û ev barê mêran jî girantir dibe. Di nûçeyên ku ji wir tên de tê dîtin ku qeyrana aborî civakê jî ber bi qeyranê ve dibe ku zarokên xwe yên keç bi pere difiroşin mêrên temenmezin. Li aliyekî zarok tên firotin li aliyê de çeteyên Talîbanê bi darê zorê jinan neçarî zewacê dikin.

Pergala dadwerî ya berê hat hilweşandin û li şûna ‘hiqûqa şerîatê’ ya li gorî berjewendiyên mêran hat sazkirin. Dadgerên jin hatin dûrxistin û parêzerî ji bo jinan hat qedexekirin. Ji ber vê yekê jin ango zarokên ku rastî tecawizê tên di dadgehên Talîbanê de sucdar tên dîtin. Ev jî nîşan dide ku bi keda jinan re laşê jinan jî hatiye dagirkirin. 

Girtîgehên bêderî

Dîsa dema ku mêr li nav malê tundiyê li jinan dikin an jî dikujin wek ‘xwediyê mafê terbiyekirinê’ tê dîtin û ceza li wan nayê birîn. Ji ber ku deriyên qadên jiyanê li jinan hatine girtin, jin nikarin jiyanekê ji xwe re ava bikin. Mirov dikare di nav vê pergala heyî de bibêje ku mal ji bo jinan bûne girtîgehên bêderî. 

Talîban bi her biryara xwe qirkirina jinan a li nav civakê kûrtir dike. Li gorî qanûnan derxistina dengê jinan qedexe ye. Her wiha rûyê jinan divê hemû were nixamtin. 

Dîsa bi qanûnan perwerde li jinan hatiye qedexekirin. Bi vê qedexeyê hewl tê dayîn ku jin ji zanist û cîhanê qut bibin. Talîban bi hemû nêzîkatiyên xwe diyar dike ku armanca wan tenê avakirina nifşeke nû ye ku tenê mêr lê serdest in.

Qanûneke din a ji bo zarokên keç dibêje, piştî reglê divê ew zarok bên zewicandin. Bi vî awayî jî dixwazin ew zaroka ku ji dibistanê dûr dixin di nav girtîgehên bêderî de bike makîneya anîna zarokan!

Hêza jinan 

Li cîhana em dijîn, dema em li dîrokê dinihêrin, dibînin ku ji duh heta îro ti zilm heta hetayê berdewam nekiriye û dîsa em dibînin ku di bin zilmê de jî jinan ti caran serî netewandiye. Niha li Afganistanê êrişeke hovane heye lê li aliyê din têkoşîna jinan jî heye. Di vê çerçoveyê de heke jin bikaribin hêza xwe birêxistin bikin û berbelavê nav civakê bikin dê bikaribin Afganistanê ji vê zilmê rizgar bikin.

Tê zanîn ku gul xwedî striyan e. Lê ev strî ne ji bo zerardayîna kulîlkên din e. Ji bo xweparastinê ne ku di guliyên gulê de derketine. Hêza jinan a ku divê civakî bikin jî mafê xweparastinê yê herî pîroz e.

Êdî rasterast li holê ye ku rizgariya jinên afgan ango civaka afgan bi destwerdanên leşkerî yên dewletên rojavayî (ku wan di sala 2021ê de jinên afgan bi tenê hiştin û çûn) ne pêkan e. Felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku jineolojî her ku diçe berfirehtir dike, wek jinên kurd ji bo jinên afgan jî rêya azadiyê ye.

Rizgarî dê di xwebûna jinên afgan de ye, di yekîtiya wan a li ser felsefeya jineolojiyê de ye û di tora xweparastinê de ye ku mîna avê di bin erdê re diherike. Talîban dikare kolanan qedexe bike, lê nikare daxwaza azadiyê ya di dil û mêjiyê jinan de bitemirîne. Û ev hêz di dawiya dawî de dê wek lehiyeke mezin qirêjiya Talîbanê bide ber xwe û paqij bike.