Rêberê olî yê Îranê têkildarî muzakereyan daxuyanî da
Rêberê olî yê Îranê Mucteba Hamaney, anî ziman ku ew ne alîgirê muzakereyên bi DYAyê re ye lêbelê Serokkomar Mesût Pezeşkiyan û rayedarên din ew qane kiriye.

Di navbera Îran û DYAyê de Mutabeqeta Îslamabadê hat îmzekirin. Piştî îmzekirina mutebeqetê di navbera aliyan de şer bi dawî bû. Qonaxa ewil a muzakereyan temam bû lê qonaxa duyemîn a ku dê muzakereyên têkildarî nukleerê bê nîqaşkirin hêj dest pê nekiriye. Rêberê olî yê olî Mucteba Hamaney têkildarî muzakere û şer daxuyanî da.
Hamaney anî ziman ku ew ne alîgirê muzakereyan bûye lêberê rayedarên Îranê ew qane kiriye û ev tişt got: “Di navbera serkirdeyên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de mutabeqet hatiye îmzekirin. Di vê qonaxê de rayedaran encama niyetpakî û jidilbûna rayedaran e. Helbet di vê pêvajoyê de aliyan serî li gelek rêbazan dane, lêbelê yê di nava bêçaretiyê de tevdigere Serokê DYAyê ye. A rast fikrên min cuda ye. Lêbelê rêzdar Serokkomar û bi wesfê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Bilind a Neteweyî û endamên din, berpirsiyarî li xwe girtin û ku dê mafên Eniya Berxwedanê biparêzin û min jî ji ber vê yekê destûr da. Lêbelê aşkera ye ku di pêşerojê de muzakereyên rûbirû yên dê pêk werin, nayê wateya ku nêrînên dijmin hatine qebûlkirin.”


