Radyoya KurdFM îro dikeve weşanê

Radyoya KurdFM ku di bin sîwana FED-GEL de hatiye amadekirin bi sê zaravayên Kurdî îro (15ê Gulana 2026an saet 15:15an) dikeve weşanê. Rêveberiyê wekî “mizgîniya Cejna Zimanê Kurdî” ragihand.

1 deqe xwendin
Radyoya KurdFM îro dikeve weşanê

Rêveberiya KurdFM bi daxuyaniyekê diyar kir ku radyo wekî projeyek Federasyona Gelên Kurd (FED-GEL) ku li Eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê xebatê dimeşîne, hatiye amadekirin. Rêveberiyê da zanîn ku di serdema dîjîtalbûn û kûrewîbûnê de, parastina ziman û çanda dayikê ji bo gelan pir girîng e û got: “Dezgehên medyayê yên ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin ji bo Kurdên li Ewropayê wekî pirek xurt di navbera dîasporayê û welat de tê dîtin. KurdFM di 15ê Gulana 2026an saet 15:15an de dest bi weşanê dike. Radyo wê tenê weşana muzîkê neke, di heman demê de armanc dike ku bibe dengê civaka Kurd a li dîasporayê. Weşan wê cih bide cihêreng ên hunera Kurdî û wê bernameyên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî amade bike.” 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku radyo armanc dike ku bi rêya bernameyên çandî û hunerî tevkariya zimanê Kurdî bike û bi taybetî ji bo zarok û ciwanên Kurd ên li Ewropayê mezin dibin wê qada ziman, çîrok, metelok û dîroka gelê xwe ava bike.

Di weşanên nûçeyan ên KurdFMê de wê pêşketinên hem li cîhanê û hem jî li Kurdistanê bi nêrîna civakê bişopînin û wê gihandina “nûçeyên rast û bêalî” ji esas bigire.

Radyo wê bi rêya înternetê û sepanên mobîl ji her derê cîhanê were guhdarkirin û ger di demên pêş de bigihêje temaşevanên girseyî û têrker wê bi rêya frekansên antenê weşanê bike.

Rêveberiya radyoyê daxuyaniyê de ev bang kir: “Werin em ziman û çanda xwe li welatên biyanî bi hev re bidin jiyîn û dengê Kurdî li asîmanên Ewropayê bilind bikin.”