Di çapemeniya kurdî de rûpelek nû: NÛÇE TV dest bi weşanê kir

NÛÇE TV a ku dê xwerû bi Kurdî weşanê bike, bi munasebeta 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî îro dest bi weşanê kir.

1 deqe xwendin
Di çapemeniya kurdî de rûpelek nû: NÛÇE TV dest bi weşanê kir

NÛÇE TV ya ev demek bû li ser weşanên ceribandina weşanê dikir îro bi boneye Cejna Zimanê Kurdî dest bi weşanê kir. Televîzyona îro dest bi weşanê kiriye bi van gotinan, “Me destpê kir… PîROZ BE.” dest bi weşanê kir. Televîzyonê di dîmena têkildarî destpêkirina weşanê parve kiriye de ev tişt gotin: “Îro bi awayeke fermî perdeya li ser ekrana me redibe.”

NÛÇE TV dê li ser du uyduyan weşangeriyê bike.

Firekansên NÛÇE TVyê wiha ne: Nilesat: 12687 H 27500, Hotbird: 11296 H 27500