Çîmen Ciwanroyî: Hevpeymaniya Rojhilat ji bo gel deynê wefayê ye
Endama Komaleya Zehmetkêşên Kurdistanê Çîmen Ciwanroyî, diyar kir ku pevpeymaniya ji aliyê rêxistinên li rojhilatê Kurdistanê ve hatî avakirin deynê wefayê ye û got: “Ev Hevpeymanî ji bo gelê ku rejimê 47 sal in êş û azar dane wan deynê wefayê ye.”

6 rêxistinên kurd ên ku li rojhilatê Kurdistanê dixebitin, di şerê berdewam ê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de gaveke girîng avêtin. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komaleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Rêxistina Xebat a Kurdistana Îranê (Sazman-î Xebat) û Komaleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komala) biryar dan ku di bin navê "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên rojhilatê Kurdistanê" de bi hev re tevbigerin.
Ev biryara rêxistinên ku xwedî nêrînên siyasî yên cuda û dîrokeke dirêj a têkoşînê ne, di nav kurdan de bi erênî hat pêşwazîkirin û kelecaneke mezin çêkir. Piştî avakirina hevpeymaniyê, Îranê zêdetirî 800 caran êrişî kampên partiyên di nava hevpeymaniyê de cih digirin, kir. Di êrişan de nêzî 30 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Rojnameger û Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen têkildarî şerê Îran û Amerîka û bandora şer a li ser Kurdan bi endama Komîteya Komaleya Zehmetkêşên Kurdistanê Çîmen Ciwanroyî re axivî.
Îran 47 sal in li dijî gel şer dike
Çîmen Ciwanroyî anî ziman ku Îran ji Şoreşa Îslamî ya sala 1979an û vir ve hem bi gelê xwe re hem jî bi cîhana derve re di nava şer de ye û ev tişt got: "Li dibistanan dirûşmên wan her tim 'Ji bo Amerîkayê mirin, ji bo Îsraîlê mirin' bû. Li dijî Îsraîlê bû, piştre li dijî balyozxaneya Amerîkayê şer da destpêkirin. Pasdarên Şoreşê ava kir. Di nava dewletê de sîstemeke leşkerî mîna dewletekê ava kir. Tişta yekem ferzkirina şerpê li ser jinan bû. Ji bo jinan qanûnên nû derxistin. Bêyî qanûnan, fetwayên melayan xistin meriyetê. Tevî qedexekirina dûçerxê ya ji bo jinan di qanûnan de nehatibe nivîsandin jî, fetwayên melayan li ser vê yekê bûn."
Mêr kirine dijminê jinan
Çîmen Ciwanroyî diyar kir ku rejimê di nava 47 salan de mêr li dijî jinan kirine dijmin û destnîşan ku xwişk li dijî bira, bav jî li dijî dayikê kiriye dijmin û wiha pê de çû: "Bav û bira li gorî qanûnên rejîma Îranê tevdigeriyan. Rejimê nedikarî li her kolan û her malê artêşekê bihêle, lê dema hûn li hundirê malan dinêrin, hûn dibînin ku artêşeke ku bi xwe birêve diçe heye. Jinan nedikarîn xwe biparêzin. Gelek jin di temenê piçûk de bi darê zorê hatin zewicandin. Hinek ji wan ji bo 'namûsê' hatin kuştin. Di şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de ew tirs şikest. Nifşê nû tirsên xwe şikand. Tarîbûn veguherî ronahiyê."
Îran hîn di qeyranê de ye
Çîmen Ciwanroyî anî ziman ku Îran hîn jî di krîzeke mezin de ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Derfetên aboriyê nîn in, bêkarî û gelek tiştên din hene. Vê rewşê bikaranîna tiryakê di nava ciwanan de zêde kir, rê li ber zewaca wan girt, bû sedem ku hişê xwe winda bikin û jiyana wan xira bibe. Vê rewşê mirov ber bi wê yekê ve birin ku bibin 'mîna Îsraîlê' û bixwazin êrişî rejimê bikin. Heta wan li benda vê şerî (êrişên DYA-Îsraîlê) bûn. An jî digotin 'Gelo DYA dê kengê were û rejimê hilewşîne?' Rejîma Îranê bi her awayî xwe ji şer re amade dikir. Hemû çiyayên Îranê tije çek in. Sermayeyeke pir mezin ji bo vê veqetand û li derveyî Îranê hêzeke leşkerî ya cuda ava kir. Gelek kesên bêkar hene, gelek mirovên tiryakkêş in. Li Tehranê bi sedan jin tiryakê difroşin, fihûşê dikin, parsekiyê dikin. Bi hezaran mêr û zarokên bêmal hene. Rejimê ji van kesan hêzên Besîc ava kir. Di xwepêşandanên dawî de 40 hezar kes hatin kuştin. Wê nikaribin vê yekê li Kurdistanê bikin. Lê li Kurdistanê hevkar hene û rejimê ew çekdar kirine. Lê rejîm zêde baweriyê bi wan nayine. Li pey her hevkarekî du kes hene. Ger gaveke şaş bavêje, dê were tunekirin."
‘Hevpeymanî deynê wefayê ye’
Çîmen Ciwanroyî diyar kir ku li dijî van hemûyan hevpeymaniya Kurd ava bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rewş yekitiyê ferz dike. Ger partî bixwazin li Kurdistanê bi serê xwe tevbigerin, dê bi ser nekevin û parçe bibin. Ji ber vê yekê gelê Rojhilat yekitiyeke neteweyî dixwaze. Ev daxwaz ne meseleyeke 1-2 rojan bû. Dikabû zûtir pêk bihata. Yekitiya 6 partiyên sereke hêzê dide gel. Em dikarin bibêjin ku hevpeymanî ji bo Kurdistanê piştgiriyeke. Şeş ramanên cuda, şeş fikirên cuda. Lê dema dibin yek û bi hev ve tên girêdan, ev dibe hevpeymanî. Mirov êdî nabêjin Komala, Demokrat an PJAK, wekî 'hevpeymanî' dibînin. Dibêjin ku ew li gel vê hevpeymaniyê ne. Hevpeymanî parçeyekî mezin ê têkoşînê ye. Ev hevpeymanî deynê wefayê ye bo hemû malbatên ku 47 sal in êşkêş in û ji bo yên ku hatine windakirin."
'Divê li ser çareseriyê bibin yek’
Çîmen Ciwanroyî bal kişand ser rexneyên ku dibêjin hevpeymanî di warê bersivdana hewcedariyên gel de kêm dimîne û axaftina xwe bi dawî kir: "Bersiva pirsa 'Gelo hevpeymanî dikare hewcedariyên gel pêk bîne?' dê di pêşerojê de diyar bibe. Em hêvî dikin ku karibin li ser çareseriya pirsgrêka Kurd bigihîjin peymanekê. Divê li ser çareseriya pirsgrêka Kurd bibin mutefik. Yekane pirsgrêka ku gelê Kurd di dirêjahiya dîroka xwe de jiyaye, nebûna yekitiyê ye. Li cihê ku pêdivî bi yekitiyê hebû, yekitî çênebû. Ev nakokî bûn zemînê destwerdana dijmin. Lewre li ku derê nakokiyek hebe, dijmin wê şaşiyê bi kar tîne. Berevajî vê, li ku derê yekitî hebe dijmin nikare gelê Kurd têk bibe. Ji ber vê yekê tirseke mezin li ser hevpeymaniyê heye. Em dizanin ku rejîma Îranê ya ku dijminê herî mezin ê Kurdan e, di serdema Şah de jî li dijî Kurdan bû. Niha hewldan dikin ku ji bo xwe rêberekî mîna Riza Pehlewî ku ne rêxistin, ne partî û ne jî fermiyeta wî heye, ava bikin. Ku ew jî li dijî Kurdan e. Dixwazin vê wekî mertalekê li dijî cîhana derve bi kar bînin."


