Piştî biryara ‘Betalkirina teqez’ li dijî CHPê operasyon

Piştî biryara “Betalkirina Teqez” li Stenbolê li dijî CHPê operasyonek hate lidarxistin û 13 kes hatin binçavkirin.

1 deqe xwendin
Piştî biryara ‘Betalkirina teqez’ li dijî CHPê operasyon

Di 4-5ê kanûna 2023yan de kongreya asayî ya CHPê pêk hatibû û Ozgur Ozel bûbû Serokê Giştî yê CHPê. Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ya ku Ozgur Ozel pê bûbû serokê giştî biryara “Betalkirina Teqez” da. Bi vê biryarê re Ozgur Ozel ji peywîrê hat girtin û Kemal Kiliçdaroglu careke din weke serokê giştî hat peywîrdarkirin.

Serdozgeriya Stenbolê piştî biryara “Betalkirina Teqez” lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de operasyona binçavkirinê ya ku navenda wê Stenbol e li bajarên Enqere, Îzmîr, Riha, Kîlîs, Meletî û Mereşê li dijî CHPê da destpêkirin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.