Dayik ji bo Rojava ji Heilbronn û Hamburgê bi rê ketin

Karavana Dayikan a ku bi armanca mezinkirina piştgirî û hevgirtina bi Rojava re, balkişandina ser ambargo û dorpêça ku li dijî Kobanê û herêma Rojava tê meşandin, hat organîzekirin, ji bajarên Heilbronn û Hamburgê bi rê ket.

1 deqe xwendin
Dayik ji bo Rojava ji Heilbronn û Hamburgê bi rê ketin

Brûsk Bagok 

Karawana Dayikan, ji bo piştevanî û alîkariya gelê Rojava u jinan, ji du aliyên Almanya ve bi rê ketin. Dayikên ku ji her du aliyên Almanyayê tevlî vê kampanyayê bûne, dê di nav hefteyekê de li gelek bajaran civîn, çalakî û xebatên agahdarkirinê pêk bînin û peyama hevgirtinê bi gelê Rojava re bigihînin raya giştî. Di mitinga ku li Heilbronnê hate lidarxistin de, dayikan destpêka gera xwe ya li Almanyayê ragihand. Beşdarên çalakiyê piştgiriya xwe ji pergala demokratîk a pêşengtiya jinan a li Rojava re dubare kirin û li dijî êrîş, dorpêçe û siyaseta ambargoyê ya li ser Kobanê û herêmê hatine sepandin, dengê xwe bilind kirin.

Di çalakiyê de nûnerên PYDê peyam xwendin û bal kişandin ser rewşa du rojnamegerên li Sûriyeyê Ahmed Polat û Eva Michelman ên li Sûriyeyê hatin revandin. Nûnerê PYDê di peyamê de anî ziman ku girtin û windakirina rojnamegeran li dijî azadiya çapemeniyê ye û xwestin ku her du rojnameger bi lez û bê şert werin berdan.

Karavana başûrî di 13ê Hezîranê de ji Heilbronnê dest pê kir. Li gorî bernameyê, karavan dê di 14ê Hezîranê de li Mannheimê, di 15ê Hezîranê de li Darmstadtê, di 16ê Hezîranê de li Kassel û Göttingenê, di 17ê Hezîranê de li Jenayê, di 18ê Hezîranê de li Leipzigê û di 19ê Hezîranê de li Neuruppinê çalakiyan pêk bîne. Di dawiyê de dê di 20ê Hezîranê de bigihîje Berlînê.

Di heman demê de karavana bakurî jî roja îro ji Hamburgê ket rê. Ev karavan dê di 14 û 15ê Hezîranê de li Bremenê, di 16ê Hezîranê de li Celleyê, di 17ê Hezîranê de li Wendlandê, di 18ê Hezîranê de li Rostockê û di 19ê Hezîranê de li Neuruppinê civîn û çalakiyên hevgirtinê pêk bîne û paşê ber bi Berlînê ve here.

Li her rawestgehê civînên gel, semîner, panel û çalakiyên çandî û civakî dê bên lidarxistin. Dayikan dê têkoşîna jinan a li Rojava, modela jiyana hevpar a gelan û mîrasa berxwedana Kobanê ji gelên cihêreng re bibêjin. Her wiha dê bang li civaka navneteweyî bikin ku bêdengiya li hember rewşa Rojava were şikandin û piştgiriya bi gelên herêmê re were xurtkirin.

Di mitingê de gelek caran sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em Hemû YPJ ne” hatin kişandin. Beşdaran gotin ku têkoşîna jinan ji bo azadî û wekheviyê li Rojava ji bo gelek jinan li cîhanê bûye sembolekê hêviyê û berxwedanê.

Karavanên ku ji du rêyan ve tên meşandin, dê di 19ê Hezîranê de li Neuruppinê hev bibin. Di 20ê Hezîranê de jî dê li Berlînê bi çalakiya dawînê gera xwe bi dawî bikin. Tê payîn ku di vê civîna mezin de jinan careke din daxwazên xwe yên ji bo hevgirtina bi Rojava re, rakirina ambargoya li ser Kobanê û avakirina jiyaneke aştiyane di navbera gelan de ragihînin.