‘Komara Demokratîk wekî avê jiyanî ye’
Di beşa forûmê ya Konferansa li Stenbolê de axaftvan li ser welatiyên hatine înkarkirin rawestiyan û diyar kirin ku Komareke Demokratik wekî avê jiyanî ye.

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê ‘Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ destpê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidome de gelek rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar û kesayetên navdar dê li ser mijaran gotûbêj bikin. Siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş, hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglu û gelek kes tevlî konferansê bûn. Li cihê konferans hat lidarxistin bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hat daliqandin.
Piştî rûniştinan forûm hat lidarxistin. Forûma ku Nuray Turkmen moderatorî kir li mijara “Komara kî û siberojeke çawa?” nixandin hatin kirin.
‘Pirrengî dewlemendî ye’
Îrfan Çagatay li ser mijara “Li kêleka komarê: Tecrûbeya Laz û hemwelatîbûna demokratîk” axivî û anî ziman ku divê komarê ne ji serdema derbasbûyî li gor pêşerojê jî binirxînin û got: “Hişmendiyeke wisa hat avakirin ku weke ku Laz tu pirsgirêkan najîn. Îro zimanê Lazkî zêde nayê axaftin. Ew ne tenê tunebûna zimanekî di heman demê de tunebûna bîreke û civakekê ye. Di serdema 2yemîn a komarê de ya ku dikeve ser milê me ew e ku em welatîbûnê ne tenê li ser neteweyekî li ser wekhevî û mîsogeriya mafên hemû neteweyan pêkbînin. Pirrengiya ziman û neteweyan dewlemendî ye. Her çiqas ji bo parastina Lazkî hewldan hebin jî parastin tenê ji aliyê çend kesan ve nepêkan e. Ji bo parastinê hewcehî bi fermîbûnê heye. Demokratîkbûna Komarê ji pêşeroja Lazan ne cuda ye. Komara nû divê li ser esasê qebûlkirina hemû netewe û baweriyan pêk were.”
‘Dewlet ji bo kurdan bê statu bihêle dixebite'
Piştre jî rojnameger Alî Duran Topuz li ser mijara “Li dijî heviya demokratîk restorasyona hegemonîk” axivî û bi lêv kir ku tevî daxuyaniyên desthilatê jî di pêvajoyê de tu pêşketin çênebûyê û wiha axivî: “Geşedanên li herêmê û siyasetên dîzaynkirinê ji destpêkirina pêvajoyê ve ne qût kiriye. Dewlet ji aliyekî ve ji bo herêmê bê Kurd bihêle bi dewletên hegemon re di nava dan û standinan de ye û ji aliyê din ve jî pêvajoyê dimeşîne. Weke ku Ocalan dibêje ji aliyekî ve derfeteke demokratîkirinê û ji aliyekî ve jî plana dewletên hegemon li pêşiya me ye. Ew jî dê di nava têkoşînê de diyar bibe.”
‘Komara Demokratîk wekî avê jiyanî ye'
Siyasetmedar Huda Kaya jî li ser mijara “Di dîroka zilmê de rasterast hevsengiya kozmîk: Tamîrkirina komarê” axivî û anî ziman ku aştiya civakî divê pêk were û dawî li tunehesibandinê bê. Huda Kaya destnîşan kir ku Komara Demokratîk ji bo hemû neteweyên tune hatine hesibandin bi qasî avê pêdiviyeke bingîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê komar tu kesî tune nehesibîne û hemû welatî bi awayekî wekhev bikarin wekhev û azad bijîn.”
Aktivîstê koçberî û penaberiyê Levent Ayaşlioglû ku li ser mijara “Ji cihê xwe bûn, bi hev re jiyîn: Pênaber û siyaseta dadê” rawestiya û qala binpêkirinên mafên penaberan û ji ber pergala kapîtalîzme pirsgirêkên penaberî û penaber dikşînin kir.
Di dawiyê de nivîskar Îhsan Elîaçik axivî û li ser mijara “Ji Peymana Medîneyê heta Komara Demokratîk jiyana bi hev re pêkan e?” diyar kir ku Peymana Medîneyê dikare bibe bingeha Komara Demorkatîk û got: “Ew dikare li Rojhilata Navîn pêk were û misliman jî piştgiriyê didinê. Ew peyman di heman demê de jiyana bi hev re ya netewe, baweriyan û mafan misoger dike. Li ser bingeha edalet, wekhevî, aştî, parastinê, hemû kes ji baweriya xwe azad e û dema peyxamber diçe Medîneyê jî li wir pergaleke komunal ava dikin. Heke Peymana Medineyê ji Komara Demokratîk re bibe refarans dê xurtir bibe. Divê em vê yekê ji mislimanan re jî bibêjin.”
Roja yekemîn a konferansê piştî bi pirs û bersivan bi dawî bû. Konferans dê sibe jî berdewam bike.

