Piştî 33 salan hat berdan

Ramazan Kiran piştî 33 salan û Mehmet Nuri Tiryakî jî piştî 30 salan serbest hatin berdan.

1 deqe xwendin
Piştî 33 salan hat berdan

Ramazan Kiran û Mehmet Nuri Tiryaki yên ku di Girtîgehên Tîpa T ya Hejmar 1 û 2 yên Yozgatê de dihatin girtin, hatin berdan.

Ramazan Kiran ku 33 salin girtî bû û Mehmet Nûrî Tiryakî ku 30 sal in girtî bûn, serbest hatin berdan. Ramazan Kiran bi angaşta “endamtiya rêxistinê” cezayê heta hetayî lê hatibû birîn. Tevî ku cezayê xwe qedandibû jî, bi hinceta ku “poşman nebûye” Lijneya Îdare û Çavdêriyê 4 caran berdana wî taloq kiribû. 

Mehmet Nuri Tiryaki jî di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Yozgatê de dihat girtin. Mehmet Nurî Tiryakî, 9 meh berê berdana wî hatibû astengkirin. Di civîna dawî ya lijneyê de, ji bo Tiryaki yê ku 30 salan di girtîgehê de ma, biryara berdanê derket.

Herdu girtî li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbatên xwe û parêzerên Şaxê Enqereyê yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ve hatin pêşwazîkirin.

Ramazan Kiran di derketinê de axivî û got: “Piştî 33 salan em ji girtîgehê derketin. Em silavên xwe ji tevahiya gelê xwe re dişînin.” Tiryaki jî di peyama xwe ya kurt de got “Berxwedan jiyan e.”