Peyman Viyan: Projeya me Kurdistana azad e
Hevseroka PJAKê Peyman Viyan diyar kir ku rejîma Îranê di kêliyên dawî de ye û destnîşan kir ku her hêz xwedî projeyekê ne, projeya wan jî Îran a demokratîk û Kurdistan a azad e.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan rêveçûna şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Îsraîl û Îranê nirxand û sekn û helwesta xwe û tifaqa hêzên kurdistanî ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re vegot.
Li rojhilatê Kurdistanê 6 partiyên kurd di vê pêvajoya zor û zehmet de hatin gel hev û "Tifaqa Hêzên Sîyasî ya Rojhilat” ya neteweyî ava kirin. Gelê kurd piştgiriyeke mezin da vê Tifaqê. Kîjan sedeman hemû partiyên kurd kirin yek û hanî gel hev? Herwiha gelê Rojhilat, biryara Tifaqê çawa pêşwazî kir?
Şerê niha dihat pêşbînîkirin. Em dizanin di dizaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de êdî şûna hegemonya tê guhertin. Şêwazê netewe dewletan tê guhertin û wek berê namînin. Li şûna hegemonya Îran û Tirkiyeyê li herêmê niha herî zêde hegemonya Îsrailê dikeve rojevê. Ev yek jixwe di çarçoveya peymana Îbrahîmî de nêzî sê sal in tê nîqaşkirin. Lê şerê niha jî îro destpê nekiriye. Her hêza ku li beramber pêkanîna projeyên hêzên jornetewe yên cihanî û hêzên paşverû yên herêmî asteng in, yan ji holê radibin yan jî bi awayekî tên bêbandorkirin. Ji bo hêzên cihanî yên jornetewe yên pergala modernîteya kapîtalîst ne azadî ne jî demokrasî bi qasî serê derziyê jî wateya xwe tuneye. Ji bo wê jî çiqas hêzên demokratîk û azadîxwaz di demên wiha de xwedî amadekarî bin, ewqas dikarin destketiyên mezin bi dest bixin. Me ev şer û rewşa îro diqewime kêm zêde pêşbînî dikir. Em li ser vê xalê hemfikirin ku ji bo gel di vî şerî de serketinê bi dest bixe û tenê nebe aliyek şer, divê yekîtiya di navbera me de xurttir bibe. Herwiha ji bo gel nebin qurbanê şer û mexdûr nebin, divê em wek partiyên kurdî yên rojhilatê Kurdistanê hêza xwe bikin yek. Ji bo wê jî gel ev tifaqa me bi erênî pêşwazî kir û hêviyên mezin tê de çêbûn.
Ji niha û pê ve tifaq wê li Rojhilat û Îranê çawa û xebatên bi çi rengî bimeşîne?
Gelek erkên mezin li pêşiya vê hevpeymaniyê heye. Ya herî girîng ew e ku nabe gotin li ser kaxezan bimîne. Ji bo praktîzekirina daxwaz û hêviyên gelê me, ya ji destê me tê di serî de wek PJAK em amade de bikin. Yekkirina xebatan girîng e. Herwiha bûyîna xwedî helwestek neteweyî jî divê hebe. Lê derveyî wê nabe em wek tifaq tenê bi rojhilatê Kurdistanê re sînordar bimînin. Gava me ya din wê ew e be ku em bikarin bi gelên îranî re li her deverê di nava peywendiyan de bin. Gelên îranî jî destek û daxuyaniyên wan çêbûn û piştgirî dan vê hevpeymaniya me. Ev gelekî hêja ye û hêvî dide me ku em xwe bigihênin tevahiya gelên Îranê û nabe kes di vê demê de li derve bimîne. Em ê hevpeymaniya xwe berfirehtir bikin û hewl bidin bi hemû gelan re di nava peywendiyên stratejîk de bin. Mijarek din jî ku ji bo me gelekî girîng ew e ku di vê pêvajoya şer de divê em hewl bidin mekanîzmayek hevbeş ji bo parastina gelê xwe jî ava bikin. Hewldanên me ew e ku di rewşek ku êriş li ser gelê me çêbibe, em bi hêzek hevbeş bikaribin gelê xwe biparêzin. Ji aliyê din ve ji bo me hebûna dîplomasiyek hevbeş ku berjewendiyên gelên îranî esas bigire jî girîngiya xwe diparêze. Di ziman û helwest de yekbûn pêwîste û ji bo vê jî wê hewldanên me zêdetir bibin.
Dema şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê destpê kir, rejîma Îranê jî li başûrê Kurdistanê baregeh û navendên partiyên kurd hedef girtin û hema her roj êrişê balafirên biçek ve eriş dike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Ev partî demek dirêj e li Başûr in lê dîsa çima tên hedefgirtin?
Şer her ku diçe belavî herêmê dibe. Rejîma Îranê bi salan ji bo ku şer nekeve nav Îranê her tişt kir. Komên radîkal bi salan li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê perwerde û xwedî kir. Di her şerî de li herêmê bi kar anî. Niha êdî şer ketiye mala wê bixwe. Îja ji bo vî şerî ji mala xwe dûr bixe dîsa hewl dide wan koman bi kar bîne. Lê êdî rewş guheriye, dibe ku ew kom niha ji bo Îranê şer dikin, lê hêza wan jî ne wek berê ye û gelek xwîn wenda kirine. Îran niha wek marek birîndar êrişî her derî dike. Sedema ku êrişî partiyên kurdî jî dike ew e ku wan wek xetere ji bo xwe dibîne. Rejîmên desthilatdar li Îranê her tim kurd wek potansiyelek xetere ji bo xwe dîtine. Her liv û tevgera kurdan wek sûc hatiye pênasekirin û cezayên herî giran jê re hatiye dayîn. Bêguman li beramber gelên din ên Îranî jî helwesta dewletê her tim bi vî rengî bûye. Lê herî zêde bi çavek cudaxwaz li kurdan temaşe kiriye û niha jî wisa ne. Rejîm ji hêza kurdan ditirse û dizanin ku kurdan aktorên bingehîn ên guhertina Îranê ne. kurd xwedî projeyên demokratîkirina Îranê ne.
Her wiha rejîma Îranê demên dawî de gefa li Tifaqa kurdî û ji bo partiyên li Başûr nekevin tevgerê gefê li hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê jî dike. Hûn vê yeke çawa dinirxînin?
Min li jor jî behs kir, naxwaze kurd yekgirtî bin. Ji bo rejîmên desthilatdar gelên herî baş gelên parçebûyî ye. Ne tenê kurd, rejîma Îranê bi salan hewl daye kurd û azeriyan, kurd û farsan, kurd û belûç an jî kurd û ereban berdin pêsîra hev. Di vir de pir serketî nebûye lê dîsa jî hewldanên parçekirin û xistina bêtifaqiya di navbera gelan de berdewam dike. Partiyên rojhilatê Kurdistanê dema bixwaze tevgerê wê ji kesekê destûr negire. Destketiyên başûrê Kurdistanê ji bo me girîng e. Lê em dibînin ku rejîma Îranê di vê pêvajoya şer de bê ser û ber xaka Başûr daye ber xwe û êriş dike. Bi taybet wek PJAK herî zêde hêza me li hundirê sînorê Rojhilat de heye. Ji bo wê jî gefa li ser hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê çareseriyê bi xwe re nayne û wê şer kûrtir bike. Heta me dît hinek rayedarên rejîmê derketin û gef jî xwarin. Jixwe rêveberiya başûrê Kurdistanê jî helwesta xwe aşkere kirin.
Piştî ku kurdan tifaqa xwe îlan kir, kurd carek din bûn rojeva cîhanê. Hîn îddîa hatin belavkirin û gotin: Amerîka ji bo kurd bibin hêza li ser erdê bi wan re ketiye têkiliyê. Trump jî pêşî got, “Ger kurd bixwazin li hember Îran şer bikin em ê destek bidin wan” û piştre jî gotinê xwe guhert û got, “Em naxwazin şer tevlîhev bibe û em naxwazin kurd bikevin nava şer.” Gelo hûn van îdiayan û daxuyaniyên Trump çawa dixirxînîn?
Amerîka xwedî projeya xwe ye, em jî wek tevgera azadiya gelên Îranê xwedî projeya xwe ne. Projeya me Îranek demokratîk û Kurdistanek azad e. Bi taybet wek PJAK projeya me wê hemû gelên îranî di nava xwe de bihewîne. Em dîsa dibêjin em aliyek vî şerî nîn in. Xeta me ya sêyemîn e. Xeta sêyemîn xwe dispêre hêza gel ku bixwe biryara xwe ya şer û aştiyê jî dide. Gel bê ku li benda ti hêz û desthilatdariyê bimîne, xwe birêxistin dike û gotina dawî gel dike. Ev rejîm ji ber berxwedaniya gelên îranî bi taybet bi pêşengiya jinan niha gihiştiye ber hilweşandinê. Gelên îranî di dîrokek nêz de me dît bedelên mezin dan, bi hezaran kes hatin kuştin û gelek jî hatin girtin û li benda cezayê darvekirinê ne. Ev tenê beşek ji polîtîkayên zext û zordariya rejîmê ye. Gel bi taybet jin vê rejîmê naxwazin û ya vê rejîmê biguherîne jî dîsa ev hêzên dînamîk ên civakî ne. Em xwe dispêrin vê hêza dînamîk û gavên bi îdia ber bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî ve davêjin.
Aliyek din dewleta tirk, PJAK, wek “gefeke li ser heremê” pênase kir û Hakan Fîdan got ku ew tifaqa kurd a li Rojhilat nêz ve dişopînîn. Hûn dixwazin der barê peyamên dewleta tirk de çi bibêjin?
Dewleta tirk ger dixwaze zirarê nebîne divê rast nêzî kurdan bibe. Tifaqa bi kurdan re wê Tirkiyeyê xilas bike. Dijbertiya bi kurdan re û gef li kurdan xwarin wê Tirkiyeyê jî ber bi pêvajoyek dijwar ve bibe. Proseya ku Rêber Apo li Tirkiye û bakurê Kurdistanê daye destpêkirin divê rast were xwendin. Ger bi kurdên Bakur re dixwaze aştiyê bike, divê bi kurdên Rojhilat re jî bixwaze aştiyê bike. Kurd parçekirin yan jî kurd wek xetere û gef dîtin me dît çi anî serê Îranê. Ji bo wê jî Tirkiye nabe şaştiyên li Sûriyeyê dubare bike û destekê nede rejîmên dîkta ên herêmê. Her kes dixwaze bi kurdan re tifaqê bike, ya herî rast jî ewe. Başe çima Tirkiye kurdên Rojhilat ji bo xwe wek xetere dibîne. Me heta niha li beramber Tirkiyeyê ti çalakî û xebatek dijber nekiriye û em nakin jî. Lê divê dewleta tirk jî ji niha ve hêzên cuda li beramber me sor neke û hişmendiya xwe ya li beramber kurdan biguherîne. Kurd wê bibin cîranên herî baş ên Tirkiyeyê, ne komên radîkal ên selefî.
Piştî şerê Amerîka-Îsraîl-Îranê destpê kir, Amerîka û Îsraîl li Rojhilat hemû navendên rejîmê bombebaran dike û ev yek jiyana kurdan jî dixe xetereyê. Di heman demê de li gor hin agahiyan rejîm saziyên sivîl vala dike û hêzên xwe li wan deran bi cih dike. Niha rewşa Rojhilat çi ye? Bandoran van êrişan li Rojhilat di astê de ye? Ji bo kiryarên rejîmê dixwazin çi bibêjin?
Belê rast e! Rejîm dixwaze hêzên xwe li tevahiya saziyên sivîl-medenî belav bike. Bi vî rengî hewl dide hêza xwe ya leşkerî di nava bajaran de bihêle û biparêze. Rejîm sûcên şer dike. saziyên medenî û xelkê ji bo xwe wek mertal bi kar tîne, ev yek wê rewşê aloztir bike û gel pir zirarê bibîne. Helwesta gel girîng e ku destûr nedin ev rejîm bajaran milîtarîze bike û hêzên xwe li her derî bicih bike. Niha li tevahî bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê rewşek wiha heye. Bajar tên milîtarîzekirin. Di rewşa giran a şer de îja zextê li gel dikin. Li serê her kolana hêzên xwe yên besîc û pasdaran bicih dikin. Her liv û tevgera xelkê dixin bin venêrînê û jiyanê li xelkê dikin jehr. Ev rejîm di kêliyên dawî de ye, ji bo wê jî bi her awayî dixwaze acizbûna xwe ya ji têkçûnê bi serê xelkê re derxîne. Rewşeke şer heye û divê gelê me jî xwe li gor wê bi rêxistin bikin. Bi taybet komîteyên parastin û tendurustiyê gelekî girîng in. Bi hewara hev ve biçine û xwedî li hev derbikevin. Nehêlin hêzên spahê bajarên we dagir bikin. Wan ji tax û kolanên xwe biqewitînin. Divê ji bo wê jî tedbîrên pêwîst werin girtin.
Peyama we ya ji bo gelê kurd û dostên wan çi ye?
Rojhilatê Kurdistanê di pêvajoyên herî dijwar de bi hawara parçeyên din ên Kurdistanê çûye. Ji bo wê jî divê di demek wiha hesas de parçeyên din ên Kurdistanê li gel Rojhilat cihê xwe bigire. Bendewariya gelê me jî wiha ye. Hem di warê madî hem di warê manevî de yekbûna hemû Kurdistanê girîng e û divê xurttir jî bibe. Her guhertina li parçeyekê bêguman parçeyên din jî bandor dike. Rojhilat di pêvajoya Şoreşa Jin Jiyan Azadî de ye. Ev şoreş berhema ked û têkoşîna hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo wê jî xwedî derketina ji Şoreşa Jin Jiyan Azadî, xwedî derketina ji keda xwe ye. Em hemû ruhek di bi mîlyonan bedenan de ne. Çarenûsa me yek e.


