KCK: Em qadên Newrozê dagirin
KCK bi boneya hatina Newrozê daxuyanî da û got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo serxistina projeya civaka demokratîk û xurtkirina yekîtiya kurd a demokratîk em li her derê qadên Newrozê dagirin!”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi peyamekê Newrozê pîroz kir û got: "Em Newrozeke nû, saleke nû ya hêviyê pêşwazî dikin. Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyên li zindanan, li gerîla, dayikên aştiyê, gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel de şehîdên Newrozê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku hesreta wan bi cih bînin.
Em Newroza 2026an di pêvajoyeke welê de pêşwazî dikin Dehaqan Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Weke ku di dîrokê de hate kirin, li dijî Dehaq ên vê serdemê, wezîfeya me ye ku bi ruhê Newrozê û bi tifaqa gelan têbikoşin. Newroz bi tifaqa gelan banga têkoşîna hevpar a li dijî van Dehaqan e. Li dijî Dehaqan dema Newrozbûyîna gelan e. Newroz roja têkoşînê ya li dijî her cûre nebaşiyê ye. Rabûna ser piyan a di Newrozê de wê Dehaqan ber bi qedandinê ve bibe û Rojhilata Navîn bigihîne şaristaniya demokratîk.”
‘Rêber Apo dixweze barê li ser milê gelan rabike’
KCKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştiya gelan û wiha got: “Rêber Apo beriya Newroza 2025an di 27ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û bi vî rengî xwest, li Rojhilata Navîn dawî li Dehaqan û şer bîne. Rêber Apo dixwaze polîtîkayeke welê serwer bike ku polîtîkayên hêzên otorîter ên herêmî hegemonîk ên navneteweyî rawestîne ku bûye barek li ser milê gelan. Ji ber ku ev hêz bi polîtîkayên xwe pirsgirêkan çareser nakin, berevajî hîn giran dikin.
Desthilatdariyên li Rojhilata Navîn ji civakan qut bûne. Ji ber vê yekê jî lawaz dibin û li destwerdanên derve vekirî dibin. Neçareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji destwerdanên li derve re weke hincet tê nîşandan. Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk dixwaze dawî li vê rewşê bîne ku zêdeyî sed sal in dewam dike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo li hemû welatên Rojhilata Navîn e. Bi taybetî li wan dewletan e ku dixwazin kurdan di bin serweriya xwe de bihêlin. Ji ber ku neçareserkirina pirsgirêka kurd di şexsê van welatan de Rojhilata Navîn bi temamî dîl girtiye.
Rêber Apo ji bo welatên Rojhilata Navîn ji vê zincîra li lingên xwe rizgar bibin, bi entegrasyona demokratîk a xwe dispêre azadiya kurdan dixwaze van welatan demokratîk bike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk rêya çareseriya rast nîşanî hemû welatan dide. Rêya ku projeya Rojhilata Navîn a hêzên navneteweyî bisekinîne û Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike ev e. Ev yek rêya sêyemîn e ku wê gelên Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike. Banga ruhê Newrozê ya li gelan ev e.”
‘Newroz xwedî ruhê xweş û biratiyê ye’
Daxuyaniya KCKê wiha berdewam kir: “Jinan di 8ê Adarê de bi vê têgihiştinê ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin ku mîmarê Banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Jin zanin ku azadiya Rêber Apo wê tevahiya Rojhilata Navîn bike welatê rojê. Ji ber ku Rêber Apo azadiya jinê dike bingeha demokratîkbûn û azadiyan hemûyan. Gelê me ala ku jinan di 8ê Adarê de hildan dewr wergirt û li her derê daxwaza azadiya Rêber Apo dike. Bawerî ew e ku Rêber Apo ku gelê kurd kiriye gelê Newrozê wê gelên Rojhilata Navîn hemûyan bike gelê Newrozê. Newroz li gel yekkirina gelê kurd xwedî ruhê xwişk-biratî û azadiyê ye ku gelên Rojhilata Navîn jî bike yek.”
Yekitiya kurdan
KCKê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Gelê me Newroza 2026an li her derê weke 'Newroza azadiya Rêber Apo û yekîtiya kurd a demokratîk' pîroz dike. Gelê kurd ku di çalakiyên xwedîderketina li Rojava de yekîtiya xwe ya civakî bi xurtî pêk anî, di Newrozê de wê yekîtiya kurdan a demokratîk hîn xurt bike û li 4 parçeyên Kurdistanê jiyana demokratîk û azad nêzîk bike.
Gelê me çawa ku bi rengekî mezin xwedî li rojavayê Kurdistanê derket, wê bi gelê me yê rojhilatê Kurdistanê re be ku şerê DYA/Îsraîl-Îranê yekser bandorê lê dike. Ji bo fatûreya vî şerî li gelê me yê Rojhilat neyê birîn, gelê me wê berpirsyariya pêwîst nîşan bide. Gelê kurd ji bo Îran a demokratîk têdikoşe ku wê li Rojhilat jî bigihêje azadiya xwe.”
‘Em deriyên Îmraliyê vekin’
KCKê dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev yek aşkere ye; azadî û demokrasî li her derê tenê bi têkoşînê pêk tê. Ji ber vê jî ya ku azadiya Rêber Apo û civaka demokratîk pêk bîne, têkoşîn e. Newroz her tim bûne ew roj ku têkoşîn gihîştiye asta herî bilind û bi têkoşîna wê salê re gavê dide avêtin. Ji ber vê yekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo serxistina projeya civaka demokratîk û xurtkirina yekîtiya kurd a demokratîk em li her derê qadên Newrozê dagirin! Em daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Em di wê baweriyê de ne ku ev Newroz a ku jin û ciwan pêşengiyê jê re dikin, wê bibe asta herî bilind a hemû Newrozan û bang dikin ku bi civaka komînal a demokratîk re sala 2026an bikin sala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk. Em Newrozê careke din li gelê xwe û gelên xwe pîroz dikin."


