Encamnameya civîna KNKê hate ragihandin

Konseya Rêveber a KNKê encamnameya civîna xwe ya asayî, ji raya giştî re ragihand.

1 deqe xwendin
Encamnameya civîna KNKê hate ragihandin

Encamnameya civîna KNKê bi vî rengî ye:

“Konseya Rêvebir a KNKê, di roja 14.03.2026’an de, bi beşdarbûna piraniya endaman civîna xwe ya asayî pêk anî. Civîn li Brukselê li avahiya navendî ya KNKê pêk hat. Ji ber sedemên vîze û teknîkî, endamên li başûr û li rojavayê Kurdistanê, nekarîn bi rûbirû amede bibin, lê bi rêya online beşdar bûn. 

Civîn ji du beşan pêk hat. Beşê yekem endamên Konseya Rêvebir li gel hinek kesayetan û nûnerên hinek partî û saziyan kom bûn. Di vî beşî de pêşiyê li ser rewşa siyasî hate rawestan û rewşa Kurdistanê, şerê herêmê û pêve girêdayî pêşdeçûnên cihanî, bi berfirehî hatin nirxandin. Piştî nirxandinên siyasî li gorî rojevê, di çerçoveya xurtkirina yekîtiya neteweyî de li ser pêwîstî û amadekariyên konferanseke neteweyî hate rawestan. Piştre jî amadekariyên Civata Giştî ya KNKê ku wê di 6 û 7ê meha hezîranê da were lidarxistin, berbiçavan re hatin derbazkirin, li gorî demê pêwîste rola KNKê çibe û KNK di vê serdemê de xwe çawa baştir rêxistin bike, bû mijara nîqaşan. Hem di warê konferansa neteweyî de hem jî di warê rol û misyona KNKê de, pêşniyarên beşdaran hatin girtin.

Di beşê duyemîn de endamên Konseya Rêvebir kom bûn û li gorî pêşniyaran biryarên giring hatin standin û di vî warî de plansaziyek berfireh hate çêkirin. Peyre jî xebatên dema derbazbûyî hatin nirxandin û li ser plansaziya giştî hate rawestan û plansaziya xebatê ya demê hate çêkirin.

Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke hesas û hestyar da derbaz dibe. Şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê bi hemû germahiya xwe ve berdewam e. Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke nû heye û hingî diçe ev parçe dibe rojeveke sereke. Piştî serê salê li ser rojavayê Kurdistanê êrîşên mezin pêk hatin. Niha bi rêveberiya Şamê re peymanek hatiye çêkirin, lê rewşeke ne diyar li seranserê Sûriyeyê heye. Li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsa Kurdî ev demeke pêvajoyek diyalogê heye û niha ber bi merheleyek nû ve diçe. Li Başûrê Kurdistanê ev nêzî sal û nîve hilbijartin çêbûne lê hikumet nehatiye avakirin, parlamento ne li ser kar e, pirs û pirsgirêkên li Bexdayê nehatine çareserkirin. Niha ji ber şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê, gelek caran Başûrê Kurdistanê jî dibe amanc. Li Rojhilata Navîn statukoya Sykes – Pîcot û Lozanê xira bûye, lê şûna wê nêhatiye dagirtin û nexşeya Rojhilata Navîn ber bi guhertinekî ve diçe.

Ev rewş gelek metirsî û her wiha derfetan jî bi xwe re tîne. Li ser vê rewşê Konseya Rêvebir a KNK’ê van xalên jêrîn ji raya giştî re radigihîne.

• Li rojhilatê Kurdistanê zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewam in. Îran bi xwe, eve demeke di nava şerê Rojhilata Navîn de ye. Niha jî şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê bi hemû germahiya xwe ve berdewame. Îran bi giştî ber bi guhertînekî ve diçe. Ev rewş bandorekî mezin li ser rojhilatê Kurdistanê dike. Rojhilat ji bo me kurdan bûye rojeveke sereke. Di serî de hêzên Rojhilatê Kurdistanê û hemû kurd, divê vê rewşê baş bişopînin û ji hemû pêşketinan re amade bin. Di vê demê de pêwîste hemû hêzên Kurdistanî, bi yekdengî piştgiriya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin û ji hêzên Rojhilat re bibin alîkar.

Weke tê zanîn eve demeke dirêje hewldanên ji bo platformekî hevbeş a hêzên rojhilatê Kurdistanê berdewam in. Di vî warî de KNKê jî gelek hewldan kiriye. Di encama van hewldanan da, niha em bi keyfxweşî dibînin ku bi navê ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê’ hevbendiyek di nav piraniya hêzên Rojhilatê Kurdistanê de çêbûye. Di vê dema krîtîk de yekrêziya nav mala kurdan gelek giringe û kareke jiyanî ye. Di vê demê de avakirina Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, gaveke cihê keyfxweşiyê ye. Em hêvî dikin ku partiyên din jî yên rojhilatê Kurdistanê, cihê xwe di nava vê hevpeymaniyê de bigrin. KNK her gavekî ji bo yekîtiya nav mala kurd, giring dibîne, silav dike û piştevaniyê lê dike.

• Li başûrê Kurdistanê ev sal û nîve hilbijartinên parlamentoyê pêk hatine. Lê mixabin heta niha parlamento nehatiye aktîfkirin, hikumeta nû pêk nehatiye û serokê herêmê nehatiye hilbijartin. Ev rewşek xeternak e û divê di zûtirîn demê de bête çareserkirin. Rewşa aborî ya gel bi giştî nebaş e, mûçeyên karmendan di wextê xwe de nayêne dayîn û problemên bi hukumeta merkezî re nehatine çareserkirin. Pisgirêka deverên madeya 140 jî weke berê berdewam e. Li van deveran gelê me nerihet e û pêvajoya erebkirina van deveran berdewam e.

Niha şerekî giran li herêma Rojhilata Navîn heye. Şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê, Iraq jî hildaye navxwe. Ji despêka şer ve, êrîş li ser Başûrê Kurdistanê jî çêdibin. Ev nêzî şeş meh in hilbijartinên Parlamentoya Iraqê çêbûne, lê heta niha serokkomar nehatiye hilbijartin û hukumeta nû nehatiye avakirin. Paşeroja Iraqê jî nediyar e. Ev xeteriyan li ser deskeftiyên gelê me çêdike.

Jibo van hemû meseleyan û gelek meseleyên din, divê rojeke zûtir yekrêziya di nava mala kurd bête xurtkirin û bi yek dengî û yek destî bi ser mesleyan bête rawestan. KNK di vî warî de hemî layan û terefan bangî wergirtina berpirsyariyê dike.

• Li rojavayê Kurdistanê jî rewşeke ne diyar û xeternak heye. Piştî serê salê li ser rojavayê Kurdistanê êrîşên mezin pêk hatin. Niha bi rêveberiya Şamê re peymanek hatiye çêkirin, lê rewşeke ne diyar li seranserê Sûriyeyê heye. Peymana 29.01.2026an di navbera hukumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêkhatî, resmiyetekî bi xwe re tîne, lê heta niha weke tê xwestin nehatiye cihbecihkirin. Her wiha xalên bêne nîqaşkirin û zelakirin jî hene. Di vî warî de di navbera rêberiya Xweser û hukumeta Şamê de hevdîtin û diyalog berdewam in. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de ev hevdîtîn bi awayeke pozîtîf bigihin encamê û rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statuyek fermî. KNK li ser deskeftiyên gelê me yê li Rojava gelek hesas e û rewşê ji nêz ve dişopîne û bi hemû awayî cihê xwe li gel rêveberiya xweser digire. Mesele tenê ne bi Kurdan re sînordar e, divê Sûriyeyek demokrat bête avakirin û di nava vê Sûriyeya demokrat de mafê asûrî-suryanî-kildanî, elewî, durzî, êzidî û hemû pêkhateyan bête misogerkirin.

• Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê û Turkiyê de, pêvajoyek gelek giringe û bandor li hemû Kurdistanê û li Rojhilata Navîn dike. KNK piştgiriya vê pêvajoyê dike û ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de ye. Ev pêvajo nêzîkê sal û nîve berdewam e. Pêvajo derbasî merheleyeke nû, merheleya qanûnî dibe. Di vê merheleyê de divê kurd bi resmî bêne naskirin û mafên kurdan ên bingehîn di çerçoveya hiqûqî de bêne misogerkirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi giştî aliyê kurd di vê pêvajoyê da samîmî ye û dixwaze ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane bêne çareserkirin. Li ser vê, KNK bang li rayedarên dewleta Tirk dike ku bi awayeke samîmî nêzî meseleyê bibin û vê derfetê ji destê xwe nerevênin. Her wiha KNK bang li hemû hêz, partî, rêxistin û hemû gelê Kurdistanê dike ku piştgirî li vê pêvajoyê bikin û bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re di nava diyalogê de bin.

• Di Rojhilata Navîn de eve du sal û nîv in şerekî mezin heye. Şer li Filistînê dest pê kir, derbasê Libnanê, Sûriye, Yemen, Iraq û Îranê bû. Rejîma Baes ya Sûrî têk çû. Niha şereke mezin di navbera Emerîka – Îsraîl û Îranê de destpê kiriye û ev şer bi hemû germahiya xwe ve berdewam e. Li Rojhilata Navîn statukoya Sykes – Pîcot û Lozanê xira bûye, lê şûna wê statûyek nû nehatiye avakirin û nexşeya Rojhilata Navîn ber bi guhertinekî ve diçe. Statûya kevin ji bo me kurdan, înkar, asîmîlasyon û jenosîd bû. Divê em kurd ji vê rewşa nû re amade bin. Divê di demeke kurt de em yekrêziya nav mala xwe pêk bînin.

KNK di vê rewşa nazik û xeternak da bang li hemû Kurdistaniyan dike û dibêje: “Statûkoya Sykes – Pîcot û Lozanê têk çûye û têk diçe. Nexşeya Rojhilata Navîn tê guhertin. Divê em hemû kurd û Kurdistanî di zûtirîn demê de kom bibin û li gorî vê rewşê helwest bigrin. Ji bo vê yekê em bang li hemû partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî û hemû gelê Kurdistanê dikin û dibêjin werin em bi hev re di konferansekî neteweyî de kom bibin û stratejiyek hevbeş pêkbînin.”

• Di civînê de rewşa gelê asûrî-suryanî-kildanî jî hate nîqaşkirin. Qedera gelê kurd û gelê asurî – suryanî –kildanî bi hev ve girêdayî ye. Em piştgiriya xwe ji bo hemû mafên gelê me yê asurî – suryanî –kildanî diyar dikin. Ew xelkê qedîm (kevnar) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan ên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bêne parastin û koçber bizivirin ser axa xwe. Bi taybetî di vê dema ku Sûriyeyek nû tê avakirin de, divê mafên gelê asurî – suryanî –kildanî di destûrê de bêne misogerkirin.

• Di civînê da rewşa bawermendên êzidî û rewşa Şengalê jî hate rojevê. Şengal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şengal ji gelek aliyan ve di bin êrîşan deye, tehdîd û tehlîkeya fermaneke din berdewam e. Divê hemû hêzên Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeran ên li ser Şengalê rabin û divê Şengal bê parastin. Divê li Şengalê nasmeya êzidîtahiyê bê parastin, demografiya Şengalê neyê xirabkirin û gelê Şengalê xwebixwe bi rêve bibe. Êzidîtahî baweriyek kevnar a Kurdistanê ye. Divê ev bawerî li seranserê Kurdistanê bête parastin û mafê wan di asta qanûn û destûran da bêne misogerkirin.

• Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, sînor derbaz kirine û bûye meseleyek cihanî. Kurdistan li Rojavayê Asyayê di navenda Rojhilata Navîn de xwedî cihekî stratejîk e. Dema pirsgirêk li vê deverê derdikevin bandora xwe li tevayî herêmê dike û dibe meseleyek cihanî. Ev pirsgirêk heta neyê çaresrkirin li herêmê ne îstîqrar çêdibe ne jî aştî pêk tê. Pêşdeçûnên vê deverê yên negatîf, di asta cihanê de dibin sedemên qeyranan. Ji bo vê yekê, em bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên peywendîdar dikin ku di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de konferansek navneteweyî ji bo çareseriya pirgirêka Kurdistanê bête çêkirin.

Rojeva civînê ya sereke yekîtî û yekrêziya di nava mala Kurdan de bû. Biryar hate dayîn ku xebateke berfireh ji bo pêkanîna konferanseke neteweyî were kirin. Ji bo vê yekê wê ji aliyê KNKê ve rêzecivîn û rêzehevdîtin bêne despêkirin. Li seranserê Kurdistanê li derveyî welat, wê bi ronakbîr, nivîskar, akademîsyen û giregirên civakê re, civîn bêne çêkirin. Wê derbarê vê xebatê de fikir û ramanên wan bêne girtin û alîkarî ji wan bête xwestin. Di heman demê da wê bi hemû partî û rêxistinên Kurdistanî re jî hevdîtin bêne çêkirin. Her wiha di van civîn û di van hevdîtinan de wê li ser rol û mîsyona KNKê jî bête rawestan û ji bo guherîn û xwenûvekirinê jî wê pêşniyar bêne standin. Wê amadekariyên Civata Giştî ya KNKê ku wê di 6 û 7ê meha hezîranê de were çêkirin, di vê çerçoveyê da bêne destgirtin û wê hewl bê dayîn ku Civata Giştî ya îsal bibe civîna amadekariya konferansa neteweyî.

Piştre jî li ser xebatên di dema derbasbûyî de pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansaziya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansaziyek ji bo dema pêş hate çêkirin.”