Pergala lenetkirî hatiye pûçkirin
Dîrokzanê îngilistanî Keith Jenkîns dibêje; “Dîrok ne ew bixwe ye“ û dîrokê di destên dîrokzanan de weke amûra bikaranînê bi nav dike. Rêber Abdullah Ocalan jî, bi gotina; “Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartî ne’’ rê li ber polemîkan digire û dîrokê weka dayika hemû zanistan destnîşan dike

Kurd mecbûr in ji refleksê dûr, bi hişmendiya felsefeya dîrokê tevbigerin. Refleks, polemîkan zêde dike, mirov jî kontrola vegotinên xwe winda dike û rê li ber pêşketinan digire. Mînaka vê jî siyaset û siyasetmedarên li Tirkiyeyê ne. Sîstemek lanetkîrî heye û sed sal in, kesên derdikevine ser dika siyasetê, xweş dest pê dikin, di nav demê de diterpilin, çîrok diguhere û lehengên siyasî winda dibin.
Sedema windakirina siyasetmedaran çerxa dewletê ye, mirovan dihêre. Ev sîstem, ji destpêka avakirina Meclisa Enqereyê û heta îro dewam dike. Sîstema lentkirî, di rengê “teşkîlat’’ê de kar dike, di kulekên sobayên saziyên dewletê de “dûyê êş û azar“an derdikeve. Yan “delêliyên şemaatê“ serdest in, yan jî wek fransî dibêjin, “dergehvanên bihuşta olî“ serdest in. (1) Kesên rastî-heqîqetê diqîrin tevan bi sûcdariya “xiyanetî vataniye“ û “zaptî sabik hûlasasi’’ têne berterefkirin.
Ji bo vê jî divê kurd, li ser teoriya dîrokê rawestin. Divê dîrokzanên ku dîrokê serûbinî hev kirine, tabûyên rast vajî kirine, baş nas bikin. Ji ber ku li Tirkiyayê, teoriya felsefeyê û bûyerên dîrokî ji hev hatine cudakirin, di navbera dîrok û felsefeya dîrokê de xeteke reş û stûr hatiye danîn. Bi vî rengî bûyerên ku rastiya gelên li Anatolya, Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê destnîşan dikin xumamî kirine.
Dîrokzanê îngilîstanî Keith Jenkîns dibêje; “Dîrok ne ew bixwe ye“ û dîrokê di destên dîrokzanan de weke amûra bikaranînê bi nav dike. Rêber Abdullah Ocalan jî, bi gotina; “Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartî ne’’ rê li ber polemîkan digire û dîrokê weka dayika hemû zanistan destnîşan dike. Mixabin li Tirkiyeyê dîrok kirine amûra înkar û tunekirinê.
Dema vî karî dikin jî, ne weke ‘’rexnekirina kesayetî’’, weke misyonek seferberiya “taamuden tunekirina gelan’’ kar dikin. Ev kar di sîstemên faşîst de tê kirin; weke dijminatiya her kesî tê binavkirin û bi mêjiyê xumamî û nexweşiya ruhî tê domandin. Armanc jî tunekirina diyalektîka hişmendiya civakan e. Ev jî dide xuya kirin ku “sîstema teşkîlatê’’ krîstalîze bûye û ti kesek newêrê ji vê proje û xetê derkeve.
Li Tirkiyeyê, hin kesên bijarte, ji bo projeyên taybet hene û di serdemên taybet de derdikevine meydanê. Di pêvejoya ‘’aştî û civaka demokratîk de’’ ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ti kesek dernexistin pêş.
Dewlet Bahçelî weke “spontan’’, yanî ji nişka ve derkete holê. (Gotina “spontan“, bi wateya bê plan jî tê bikaranîn); lê sahîh e ku Dewleta Bahçelî, bêyî planekê dernakeve pêş û gavan navêje. Vêca ev plana dewletê ye, yan hin kesên biarmanc derdikevine holê ye, wê di nav demê de aşkere bibe.
Tevgera Azadiya Kurdî-KCK , Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNKê, rêber Apo gelek caran bal kişandin ser “siyaseta qirêj“, dewlet û desthilatdarî şiyar kirin.
Lê ne “xwediyê projeyê” û ne “hêzên xwedî projeyên cuda’’ derneketin holê. Tenê siyaseta ‘’belakirina li demê, miştuxulandin’’ û “bê îtîbarkirin“ kirin pratîkê. Bi taybetî zewatên di nav kurdan de, “suîqastçiyên karên qirêj û profesyonel’’ kirine nav liv û tevgerê. Ev zewat, xwe weke “karmendên gerdûnî’’ dibînin û bi manîpulasoyênên ‘’teba’’yî hereket dikin. Ev zewat nexweş in, serê du gotinan sixêfek ji devê wan derdikeve.
Ya rast ew e ku beriya mirov kesî rexne bike, divê xwe di bin çavan re derbas bike e û ji îroniya kufîkî rizgar bibe!
Ev îroniya kufîkî li pêşiya Tirkiyeyê ye jî. Eger Tirkiye dixwaze demokratîk bibe, siyaseta li Tirkiyeyê modern bibe; divê pirsa kurdî çareser bike; avakirina civaka demokratîk pêwîst bibîne. Ji bo vê jî divê, dewlet û desthilatdarî gavên qanûnî bavêje, gelê tirk jî bi qasî gelê kurd bikeve nav liv û tevgerê.
Rayedarên Tirkiyeyê dibêjin; Rojhilata Navîn weke berê namîne, hêzên hegemon ji bo hevsengiyên nû di nav hewldanan de ne. Eger rast dibêjin û pirsa kurdî weke pirsa sed salî ya neçareserkirî û bingeha hemû pirsgirêkan dibînin û qebûl dikin; divê, ji sîstema lenetkirî ya teşkîlatê dûr bikevin, bûyerên duh û dîrokî rast bixwînin, bêyî ku wan bûyeran vajî bikin, demildest gavan biavêjin.
Eger durist in, pêwîst e demildest rêber Abdullah Ocalan azad bibe, devê dergehên girtîgehan werin vekirin.
Xala duyemîn; eger behsa entegresayonê dikin, eniya kurdî ‘’entegrasyona demokratîk’’ pêşniyaz dike. Ev pêşniyaz jî, ji formulasyonên lenetkîrî dûr e, li gorî xweza dîrokê û felsefeya dîrokê ye. Hêzên hegemon, weke Suriyeyê, li Iraqê jî entegrasyonê dixwazin.
Projeya nû ya hêzên hegemon ev e û sîstemên lenetkîrî hatine pûçkirin!...
Gelê kurd bi têkoşîna nîv sedsalî, hemû kîlmatên dem û dewranan derbas kirin, ev navê dîroka nû ye; dewleta Tirkiyeyê jî mecbûr e nêzîkbûnek zanistî û ‘’aql-î selîm“ nîşan bide,


