Bandora siyaseta penaberiyê ya li ser kurdan
Di van pênc salên dawî de piştgiriya partiyên li dijî penaberan xebatê dikin zêdetir bûye. Wek mînak li Almanyayê partiya ‘’Alternative für Deutschland’’ dengên xwe ji sedî 10.4 derxistiye ji sedî 20.8 yanî sedî sed zêde kiriye.

Mijara penaberî û koçberiyê di van mehên dawî de bi xurtî di rojeva dewletên ewropî de ye. Bi taybetî piştî şerê li Ûkranyayê û dewletên ewropî deriyên xwe li penaberên ûkranî vekirin, rewşa penaberiyê ya li Ewropayê ji bo kesên ji welatên din hatine guherî. Dewletên ewropî derfetên ku dan penaberên ûkranî ti carê pêşkêşî penaberên ji welatên din hatine nekirine. Wek mînak, li hember penaberên ji welatên din tên, li ser sînoran tedbîrên ewlekariyê werdigirtin, lê yên ûkranî bi trênên dewletên ewropî ji welatê xwe heta Almanya, Swîsre, Fransa û welatên din miftîbelaş û bi destûr hatin. Bêguman vê yekê hevsengiya penaberiyê li Ewropayê guhert. Ji aliyekî ve bi carekê re jimara penaberan bilind bû, ji aliyê din ve pêdiviya dewletên ewropî zêde bi penaberên nû nema. Li ser vê yekê di nav siyasetmedarên ewropî de gotina, “Em çawa penaberên nû, ji welatên sêyemîn wernegirin“ hat rojevê û di encama van gotinan de di sala 2026an de “Peymana penabertiyê“ hişktir kirin. Ji ber ku şerê herî giran li Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser erdnîgariya kurdan dimeşe, herî zêde jî penaberên kurd ji vê guherînê mexdûr dibin.
Di sala 2026an de “Peymana Nû ya Koçberî û Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê“ bi awayekî berfireh ket fermiyetê. Di fermiyetê de ev zagon wek ‘’birêvebirina baştir a koçberiyê û wekhevkirina prosedurên penaberiyê’’ tê pêşkêşkirin, lê hem ji gavên pratîkî tên avêtin û hem ji rexneyên sazî û rêxistinên mafên mirovan ên li vê zagonê tên kirin diyar dibe, ku ev peyman rê li ber girankirina şertên penaberiyê, redkirina daxwazên penaberiyê û vegerandina penaberan a ber bi welatê wan ve vedike.
Ev zagon destûrê dide, ku serlêdanên penaberiyê di demeke kin de werin nirxandin û daxwaza penaberên ji welatên li gor dewletên ewropî “ewle’’ tên dîtin were redkirin û wan yekser bişînin kampên dersînorkirinê û bi rêya jiyaneke pir zehmet bandorê li ser wan çêkin, ku yan ew bixwe daxwaza vegerê bikin, yan ji wir birevin, biçin, yan jî bi rêya hêzên ewlekariyê vegerînin welatê jê hatine. Di van mehên dawî de tirseke wisa li ser penaberên kurd hatiye çêkirin, ku dikare her gav serlêdana wan a penabertiyê were redkirin û yekser bi dersînorkirinê re rû bi rû bimînin.
Bi taybetî piştî guherînên li Sûriyeyê hatin kirin, gelek welatên ewropî Sûriye ji bo xwe wek ‘’welatê ewle’’ bi nav kirin û bi vê sedemê li ser vegerandina penaberên ji Rojavayê Kurdistanê hatine, rawestiyan. Gelek serlêdanên kurdên rojavayî bi vê sedemê hatin redkirin û gelek ji wan niha li kampên dersînorkirinê perîşaniyê dijîn.
Tevî ku rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikin, rewşa kesên ji welatên (qaşo) ‘’ewle’’ hatibin divê ne lo gorî wî welatî, li gorî wî kesê/a serlêdan kiriye were nirxandin jî, dewletên ewropî dixwazin rewşa kesan a takekesî li ber çavan negirin û nirxandineke giştî bikin. Dewleta Sûriyeyê li ber çavê dewletên ewropî çiqas “ewle“ were dîtin jî, dibe ku kesê ji wir hatiye xwediyê rewşeke taybet be, wek mînak dibe ku ji aliyê hikûmeta nû ve tê şopandin, yan kesekî siyasî be, yan rojnameger be, yan berê çekdarî kiribe û ger bi destê hikûmeta nû bikeve wê were cezakirin, lê dewletên ewropî naxwazin van xalan li gor zagona nû derxistine li ber çavan bigirin û dibêjin; ‘’Tu ji Sûriyeyê hatiyî, li wir niha aramî heye, şer rawestiyaye û tu dikarî vegerî jiyana xwe li wir bidomînî.’’ Lê tê zanîn ku vegera penaberekî ya Sûriyeyê dikare xetereya jiyanî bi xwe re bîne.
Ji bo gelek penaberên ji bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê hatine jî her çendî rayedarên ewropî gotina ‘’welatê ewle“ bi kar neynin jî rewşa çekberdana gerîlayên PKKê û hevdîtinên çareseriya demokratîk a bi yekalî dimeşe, dixwazin ji xwe re bikin hincet û red û terk bidin gelek penaberan. Bi taybetî daxwaza penaberên di serlêdana xwe de pelikên gelekî xurt nikaribin pêşkêş bikin red dikin û yekser wan dişînin kampên dersînorkirinê. Li van kampan jiyan ewqasî xerab e, ku du-sê malbat di xurfeyekê de, di nav hev de tên girtin, irf û edetên penaberan qet li ber çavan nayên girtin, bi alîkariyeke madî ya qûtê nemirî dixwazin zexteke derûnî li ser wan bikin, zarokan wan naşînin xwendegehê û derfetên hînbûna ziman û entegrebûnê nadin wan û bi van hal û tevgerên xwe dixwazin bibêjin ku ‘’em we li vir naxwazin, yan xwe bi xwe biçin, daxwaza çûnê bikin, yan şevekê em ê werin we bigirin û li balefirê siwar bikin, bişînin’’. Ev yek bû sedem, ku li kampên dersînorkirinê çend penaberên ciwan - bi taybetî li Almanya û li Swîsreyê - dawî li jiyana xwe anîn (wek mînak: Davy N., I. Işçi, I. Koçer, H. Alay, F. Ornek) û hîn jî gelek ciwan, zarok û malbat di nav bêçaretiyê de perîşaniyê dijîn. Jixwe kesên tên dersînorkirin û dişînin welatê jê hatine - mînak yên şandin Tirkiyeyê- gelek ji wan hîn li balefirgehê hatin girtin û birin zindanê (wek mînak: M.Toprak, A.Kaplan, M.Tat ). Bêguman ji bo bûyerên wisa di çapemeniyê de cih negirin û negihîjin raya giştî rayedarên ewropî çi ji destê wan tê dikin, lê dîsa jî hin bûyer derveyî hêza wan xwe digihîne raya giştî.
Rewşa siyasî ya nû li Ewropayê
Li gelek welatên Ewropayê partiyên ku daxwaza hişktirkirina siyaseta koçberiyê dikin, di hilbijartinan de piştgiriyeke zêdetir distînin. Ev rewş bandoreke xerab li siyaseta hikûmetan jî dike. Mînak li Almanya, Danîmarka, Holanda û hin welatên din gengeşeyên li ser vegerandina penaberên daxwaza wan hatiye redkirin zêde bûne û ev yek bi taybetî tirseke mezin dixe dilê kurdên ji ber rewşa xwe ya siyasî hatine welatên ewropayê. Niha li nav dewletên ewropî pêleke nijadperest a li dijî penabertiyê zêde dibe, mînak di demeke kin de li Swîsreyê wê referandûma bi navê ‘Na ji gelheya bigihîje 10 milyonî re’ were kirin. Bêguman kêmkirina gelheyê wê bi dersînorkirina penaberan were kirin.
Di van pênc salên dawî de piştgiriya partiyên li dijî penaberan xebatê dikin zêdetir bûye. Wek mînak li Almanyayê partiya ‘’Alternative für Deutschland’’ dengên xwe ji sedî 10.4 derxistiye ji sedî 20.8 yanî sedî sed zêde kiriye. Li Swîsreyê jî SVP partiya rastgir dengên xwe ji sedî derdora 3 zêde kir ku ev ji bo Swîsreyê rêjeyek girîng e. Dîsa li Fransayê partiya Rassemblent National dengên xwe ji sedî 17.3 derxist asta ji sedî 32.1, li Hollanda û Belçîka jî ev mînak hene û ev yek li giştiya welatên ewropî bi çavan tê dîtin, ku rastgirî, nijadperestî û bertekiya li hember penaberan her roja diçe bilindtir û hişktir dibe.
Çi zagona nû ya hişktirkirina rewşa penabertiyê be, çi guhertina polîtîkayên li hember penabertiyê bin, her çend li ser hemû penaberên ji welatên sêyemîn tên werin birêvebirin jî, ji sedema bêdewletbûn, bêwarbûn û bêxwedîbûna kurdan ji vê yekê herî zêde kurd mexdûr dibin û ciyekî kurd pê ve biçin tune ye, kurdên ji welatekî Ewropayê red û terk distînin, berê xwe didin welatekî din ê Ewropayê û ji wir diçin yekî din û yekî din û ev tev mexdûriyetekê bi xwe re tîne, rewşa wan a derûnî xera dike, rewşa zarokan a derûnî û jiyanî xera dike û kurdan li hatina wan a Ewropayê poşman dike, lê mixabin cihekî ewle yê kurd pê de biçin tune ye û li ser rêkan ji xwe re li pêşerojeke karibin wek mirovan bijîn digerin.


