Bêriya te dikim qîzmetê
Dîsa destpêka havînê ye, kelekela germa havînê, pezê nîvro hatiye nav konan, hilkehilka wan mîh û bizinan gunehê merivan bi wan tê.

Dîsa destpêka havînê ye, kelekela germa havînê, pezê nîvro hatiye nav konan, hilkehilka wan mîh û bizinan gunehê merivan bi wan tê. Dema ew tên danê bêriyê, hema ji ber qijirandina tavê xwe diavêjin bin siya konan. Dema meriv li kêleka wan an jî nêzîkî wan disekine, ew germa bayê li ser wan me jî dike nav xwe. Lê hewce ye ku em wana bibin bêriyê û bidoşin û paşê jî berê wan bidin mexelê ber bi siyê an ku ew ê di bin wê germahiyê de bifetisin.
Tenê di dema bêriya wan de em bi lez û bez şîrê wan didoşin û wan bi rê dikin, wekî din çênabe. Konên me di nav çar çiyayan de nêzîkî çar pênc gundan e. Gundî û koçer sînorên xwe hene, ti kes wan sînoran betal nake, sînorên heywanan jî wisa ne. Sînorên gundiyan kesek binpê nake dema ku ew wan sevî û gihayê şîn diçinin ji bo zivistanê.
Lewma kesek gavên xerab navêje. Mala bavê dayika min ji wan yek gundan e; malbata wê her sal dema em tên zozanan ew jî tên serdana dayika min. Meta dayika min jî yek ji wan e; ew jî her sal berî hemû kesî tên dîtina dayika min. Çend heb birayê min hene yek ji wan şivantiyê dike, ew birayê min di nav malbatê de gelekî bêdeng e. Pez tîne bêriyê, heta ku em şîr didoşin; ew jî nanê şivaniya xwe dadigre welhasil zêde bêdeng e.
Haaa lê bilûreke baş jî lêdixe, hemû pezê êlê bi dengê bilûra wî ve bi rê ve diçin. Vê carê meta dayika min tenê nehat, ew bi qîza xwe ve hatin, dema min qîza wê dît ez metel mam, keçek di nav ewqas tunebunê de bijî (ew dem mêrê meta dayika min mirî bû, ew jî wisa ketibû nav malê) wisa bedew bû, wisa bedew bû ku te digot bila hîv dernekeve, ew weke hîvê bû.
Çav û biriyên wê, dev û diranên wê, ew porê reş û dirêj û hunandî weke silavêrkek bejnzirav bû. Metê ji dayika min re got; ez naxwazim ev keça min here malên ku em nasnakin, dixwazim ew bibe bûka te, tenê li vê keça min xwedî derkeve, dema ez mirim bila tenê nemîne. Waye lawikê te jî li ser xwe ye, ji malbatê yek bibe bûka te wê baştir bibe.
Min wisa ji qîza metê hez kir ku di dilê xwe de digot; xwezî ez jî weke wê wisa bedew bûma. Dayika min got; wele bi navê xwedê ez jî nizanim, ka ez ji lawikê xwe pirs bikim, ger got erê, ez bêm xwezgîniya qîza te. Me hemûyan ji dayika min re got, ger birayê me nexwaze bi wê re bizewice jî, bila li mala me bimîne, me pir jê hez kir.
Ew dem nayê bîra min, em hinekî biçûk bûn, tê nedigihîştin ka çi difikirin lê dayika min qîza metê nekir bûka xwe, tenê ew tê bîra min, ez çend rojan giriyam min hêsir barandin. Piştî wê metê careke din nehat serdana dayika min, cara dawî bû min ew dîtin, careke din jî min ne dît. Piştî salan, ew birayê min ê şivan zewicî, bûkê ti carê nexwest tev li me bijî, her roj bi dayika min re şer dikir, tenê carinan dayika min digot; min bendê pişta xwe qetand, ev gunehê meta min e li ser bendê pişta min riziya, nema rûyê min nagire ku ez lêborîna xwe ji meta xwe jî bixwazim.
Bi rastî jî ku birayê min zewicî, ez bixwe jî bi tirs di nav malê de digeriyam, ez ji wê bûka me ditirsiyam, her tim bi hêrs bû, wê cînar jî aciz dikirin. Ji ber wê dayika min mala wan cihê kir, got herin ji xwe re hinekî dûrî min bisekinin. Lê ew bedewbûna qîza metê û neçarbûna meta dayika min ji ber çavê min hê jî naçe. Xwezî ew di mala me de bûya. Bêriya te dikim qîzmetê.....


