Netewek bi zimanê xwe heye

Bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo mafê ziman di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de bê naskirin, meş li dar xistin û xwestin ziman bibe xalek destûrê

1 deqe xwendin
Netewek bi zimanê xwe heye

Mamoste, xwendekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û gelê bajarê Qamişloyê ji bo mafê ziman destûra nû ya Sûriyeyê de bê mîsogerkirin meşiyan. Meşê li Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir.

Xwendekar û mamoste bi cilên gelêrî beşdarî meşê bûn. Beriya meş dest pê bike hunermed Mizgîn Tahir bi xwendekaran re strana “Zimanê Kurdî” got. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mitîngê. Bi hezaran kes ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz girt û xwendekaran sirûda netewî “Ey Reqîb” xwend.

‘Netewek bi zimanê xwe heye’

Di mitîngê de Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hecelî axivî û 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li xwendekar, mamoste û gel pîroz kir. Semîra Hecelî bal kişand ser ked û xebata ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî û wiha got: “Bi berdêlên pir giran şehîdên me bi xwîna xwe tîpên zimanê kurdî xêz kirin. Ji bo vê ev kar û xebat heta niha bi serkeftî derbas bûn. Zarokên me li dibistan û zanîngehên xwe bi Kurdî xwend, îro kar û xebatên xwe bi Kurdî bi rê ve dibin. Ev serkeftineke mezin bû, ji ber ku gelek bi zimanê xwe heye.”

Semîra Hecelî bal kişand ser rewşa diyalogê ya ji bo mafê zimanê Kurdî û wiha axivî: “Em ê her kes ji aliyê xwe de ji bo zimanê me bikeve destûrê, xebatê bimeşîne. Em di hefteyê de 2 saetan napejirînin.”

‘Em doza mafê xwe yê rewa dikin’

Endamê Desteya Kedkaran Şêro Şero jî 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Em vê rojê li kedkarê herî mezin Rêber Apo pîroz dikin. Îro gelê me doza mafê xwe yê rewa dike. Doza mafê ziman dike. Em ê jî heta dawiyê wek kedkaran doza mafê xwe yê rewa bikin.”

Mitîng bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.