Dîlek Oz li Amedê hat pêşwazîkirin

Girtiya nexweş Dîlek Oz a 32 salan girtî ma, ji Girtîgeha Bakirkoyê derket. Dîlek Oz got, “Rojekê em ê li vir hemû girtiyên siyasî pêşwazî bikin.”

1 deqe xwendin
Dîlek Oz li Amedê hat pêşwazîkirin

Girtiya siyasî ya nexweş Dîlek Oz ku 32 sal girtî ma, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ket. Nûnerên saziyan ew li balafirgeha Amedê bi girseyî pêşwazî kir. 

MED TUHAD-FED û TUAY-DER, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, TJA, Dayikên Aştiyê  û malbata wê li balafirgehê amade bûn. 

Dîlek Oz bi kulîlk, tîlîlî û berzkirina dirûşman hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Dîlek Oz di axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna li derve tê dayîn moral dide wan û wiha got: “Piştî 34 salan ez gihîştim bajarê xwe, Ameda xwe. Ling û dilê we sax be. Îro piştî ew qas salan we ez bi tenê nehiştim, ez spasiya we hemûyan dikim. Min silavên hemû hevalên di girtîgehê de ji we re anîn. Sekna we ya birûmet her tim em li ser piyan girtin. Serê Amedê her tim bilind e. Em jî weke hevrêyên we yên di girtîgehê de me her tim hewl da li ber xwe bidin. 

Bûyîna ferdekî vê têkoşînê, îro careke din li paytextê bi we re hatina cem hev bi rastî hestekî bêhempa ye. Rojekê em ê li vir hemû girtiyên siyasî pêşwazî bikin.”