NATO di şerê li dijî Îranê de piştgirî dide Trump

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte piştgiriya NATOyê ji bo êrişên li ser hêza atomî û moşekan ya Îranê ragihand û daxuyand ku di nav endamên NATOyê de piştgiriyek berfireh ji bo Donald Trump heye.

1 deqe xwendin
NATO di şerê li dijî Îranê de piştgirî dide Trump

Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 6emîn de didome. Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ku malpera nûçeyan a Newsmaxê re axivî têkildarî piştgiriya endamên NATOyê ji bo êrişên li ser Îranê peyamên girîng dan. Mark Rutte ragihand ku tevî rexneyên hinek serokên ewropî yên li ser operasyona li dijî Îranê jî piştgiriyek berfireh ya endamên NATOyê ji bo êrişa serokê DYAyê Donald Trump li ser hêza atomî û moşekên Îranê heye. Rutte bi bîr xist ku NATO beşdarî operasyonê nebûye û wiha axivî: “Lê diyare ku hevpeymanên NATOyê bi berfirehî piştgiriya karê ku Donald Trump pêktîne, dikin.”