HRANA: Ji sedî 71ê kesên hatine darvekirin siyasî bûn

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) diyar kir ku ji destpêka şerê Îsraîl/DYA û Îranê ve, di cezayên darvekirinê de zêdebûneke berbiçav pêk hatiye û diyar kir ku ji sedî 71ê van darvekirinan ji girtiyên siyasî pêk tên.

1 deqe xwendin
HRANA: Ji sedî 71ê kesên hatine darvekirin siyasî bûn

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), derbarê cezayên darvekirinê yên ku ji destpêka şerê Îsraîl/DYA û Îranê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bicihanîn, raporek weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya şer a 25 rojan û piştî wê de, li Îranê herî kêm 31 kes hatine sêdarekirin ku 22 ji wan girtiyên siyasî ne. Hat ragihandin ku hin girtî bi sûcdariyên wekî "sîxurî û endamtiya hêzên mûxalif" hatine darvekirin.

Li gora raporê: Sala par ji 191 cezayên darvekirinê tenê ji sedî 7 ji bo girtiyên siyasî bû. Di çaryeka yekem a îsal de, ev rêje derket ji sedî 71ê. Hat eşkere kirin ku ligel polîtîkayên nû yên zextê, 16 xwepêşanderên ku di çalakiyên dawî de hatibûn girtin, bi sûcdariyên "şerê li dijî dewletê, serhildan û xerabkirina serûberiya giştî" bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin. Di raporê de hat tekez kirin ku ev yek wekî hewildanek ji bo bêdengkirina dengên mûxalif û zêdekirina tirsê di nav civakê de tê nirxandin.

HRANAyê diyar kir ku di van biryaran de dadwerên wekî Îmam Afşarî û Ebûqasim Salavatî roleke sereke lîstine. Her wiha hat ragihandin ku destûr nayê dayîn girtî bi parêzerên xwebexş re hevdîtinê bikin û di hefteyên dawî de sepandina "îtirafên bi darê zorê" bi astekî girîng zêde bûye.