Rejîma Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir
Rejîma Îranê şampiyonê karateya Kyokushinê Sasan Azadvar ê 21 salî Sasan Azadwar bi darve kir.

Rejîma Îranê şampiyonê karateya Kyokushinp û çalakgerê 21 salî Sasan Azadvar ê di serhildanên çile de li Îsfahanê hatibû girtin, bi darve kir. Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku nêzî organên darazê ye cihê înfazê piştrast kir. Lê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ragihand ku darvekirin li Girtîgeha Navendî ya Dastgerdê ya li Îsfahanê pêk hatiye.
Sasan Azadvar bi sûcdariyên “avêtina kevir, zerardana wesayîta polîsan, hewldana şewitandina minibusekê û teşwîqkirina gel ji bo serhildanê” cezayê darvekirinê li wî hatibû birîn.
IHRNGOyê: 43 kes di rîska darvekirinê dene
Li gorî IHRNGOyê Sasan Azadvar di 3yê çileyê de hatibû binçavkirin. Îfadeyên ku ji aliyê dewletê ve hatine pêşkêşkirin û tê îdiakirin ku bi zorê hatine girtin. Di dadgehê de wekî delîl hatine bikaranîn. Piştrastkirina serbixwe ya derbarê pêvajoya dozê de ne gengaze. Malbata wî di 28ê nîsanê de ji bo hevdîtina dawî gazî girtîgehê hatibû kirin. Sasan Azadvar bû kesê dehemîn ê ku bi girêdayî protestoyên kanûna 2025 –çileya 2026an hatiye darvekirin. Înfaza cezayên darvekirinê yên ku derbarê gelek çalakgeran de hatibûn dayîn, ji 19ê adarê ve dîsa destpê kiribû.
Li gorî daxuyaniyên rayedaran, di hefteyên dawî de li girtîgehên cuda herî kêm neh çalakgerên din hatine darvekirin. Hat ragihandin ku ji 18ê adarê û vir ve girtiyên siyasî yên ku tê gotin bi komên mûxalif ên qedexekirî re têkildar in û hin kesên ku bi sîxuriyê dihatin sûcdar kirin jî hatine darvekirin.
Bi darvekirina Sasan Azadvar re, tê diyarkirin ku di nav de jin û ciwanên ku dema hatine girtin temenê wan bin 18 saliyê de bûn jî hene, herî kêm 43 kes di bin rîska darvekirinê de ne.


