Mûstafa Karasû: Ku Rêbertî azad bibe dê pêvajo biserbikeve
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert e.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û têkildarî bûyerên di rojevê de ne nirxandinên girîng kir. Beşa hevpeyvîna Mûstafa Karasû ya der barê pêvajoyê de wiha ye:
We der barê girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hinek agahî dan. Rapora Komîsyona Meclîsê hat amadekirin. Raya giştî niha mereq dike ku gelo Meclîs tişta ku dikeve ser milê wî bike an na. Hûn dikarin der barê qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çi bibêjin?
Meclîs di betlaneyê de bû. Helbet piştî cejnê betlaneya Meclîsê bi dawî dibe, bi dawî bû. Niha çav li Meclîsê ne. Belê, komîsyon raporek amade kir. Komîsyonê di raporê re pêşbînî kir ku Meclîsê jî li gorî azadî û demokrasiyê qanûnan derbixe. Ger di vê pêşbiniyê de jidilbûnek hebe, ger bi rastî jî pêşbiniya wan bigihe armancê, wê demê divê Meclîsê qanûnên azadiyê derbixe. Divê qanûnên demokratîkbûnê derbixe. Dibêjin Meclîs îradeya civaka Tirkiyeyê ye û civaka Tirkiyeyê temsil dike. Îdia ew e. Wê demê pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê çi ye? Pirsgirêka kurd e. Ger Meclîs der barê pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê de rolekî neleyze, çi wateya wê Meclîsê heye? Ger ev Meclîs bibe Meclîs divê di çareserkirina pirsgirêka kurd de îradeyek deyne holê. Meclîsa ku der barê çareseriya pişirmek kurd de îradeyek raber neke, li Tirkiyeyê tu car nabe meclîsek rast. Hertim bibe meclîsekî di bin wesayetê de. Ji ber ku ger nikare pirsgirêka Kurd çareser bike û gavek ji bo çareseriya pirsgirêka kurd navêje, nexwe bi bandora hinek kesan gavan navêje.
Di vî aliyê de, helbet em jî, gelê me jî, civak jî dixwaze Meclîs bikeve dewrê. Qala bêçekbûnê û siyaseta demokratik tê kirin. Gelo wê siyaseta demokratik çawa were kirin? Gelo niha li gorî Destura Bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê siyaseta demokratik dikare bê kirin? Teqez nayê kirin. Wê demê divê li Tirkiyeyê qanûnên meşandina siyaseta demokratik divê werin derxistin. Di vê mijarê de pêwîstî bi guhertinên destûra bingehîn heye, pêwîstî bi guhertinên qanûnî heye. Ji ber ku bi destûra bingehîn û qanûnên heyî siyaseta demokratik nayê kirin. Çima nayê kirin? Hûn dibinin bi hezaran siyasetmedar li derveyî welat e, bi hezaran siyasetmedar li girtîgehê ne, hîna jî siyasetmedar di bin gefê de ne. Numan Kurtulmuş çi got? Got ger ev pêvajo bi ser nekeve wê siyaset di bin zextê de bimîne. Xwest vê bibêje ev şîrova min e, gef li DEM Partiyê jî xwar, lê erê ger ev pêvajo li ser esasê demokratîkbûne nemeşe wê çi bibe? Wê dubare dadgeh, girtîgeh tijî bibin. Nexwe divê ev pêvajo bi ser bikeve. Em ji Numan Kurtulmuş vê fêm dikin. Wê çawa bi ser bikeve? Rêya bi ser ketina wê jî ew e ku bi rastî jî têkoşîna siyasî ya demokratik were dayîn, azadiya rêxistinbûn, azadiya fikrî û her curê rêxistinbûn bi azad were kirin. Tu qebûl bikî yan nekî, tu rast bibinî yan nebînî fikrek dikare xwe rêxistin bike. Dikare birêxistin bike, dikare bi rêyên demokratik têbikoşe. Lê niha ev li Tirkiyeyê tune ye. Ji ber vê yekê divê Meclîsê hewldana vê bike. Vê ne tenê ji bo kurdan divê ji bo gelê Tirkiyeyê jî bike. Neçareserkirina pirsgirêka kurd, azadiya gelê kurd jî asteng dike. Demokratîkbûna Tirkiyeyê tê astengkirin. Ji ber ku kurd sud werbigirin, gavên demokratîkbûnê nayên avêtin, gelê Tirkiyeyê jî zirarê ji vê yekê dibine. Me di vê aliyê de îrade raber kir, me rêxistinê fesih kir, em bêçekbûnê qebûl dikin, me dawî li têkoşîna çekdarî anî, lê divê qanûnên wê derkevin. Niha divê Meclîsê bi vê aliyê xwe ve bi esasî bixebite. Divê rewşa Rêbertî zelal bibe. Divê Rêber Apo bigihije statuyeke ku pêvajoyê bi rêve bibe. Niha hevdîtin tên kirin, dewletê hevdîtin dike. Muhatap digere. Divê êdî muxatabê fermî bigre. Divê hevdîtinên fermî werin kirin. Divê cihê Rêber Apo zelal bibe. Divê êdî ne qedexe, veşartî, lê aşkere be. Êdî demê vê hatiye. Nizanim hin partî, hin aliyên marjinal çi bibêjin? Dikarin bibêjin. Li her derê kesên ku li dijî her curê tiştan derkevin, heye. Sedan sed her kes tevli nabe. Li her derê cîhanê wisa ye. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo girîng e, xebitîna wî ya azad girîng e, divê wekî muxatab statuya wî diyar be. Divê Meclîsê di qada siyasetê de biryarê bigre. Ger muxatab be, muxatab e. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê qada azadiyê nas bike. Dibêjin bila Rêbertî vê bike, wê bike, hem jî li cihekî teng digrin. Wisa nabe. Rêbertî li wê derê encax dikare ewqas bike. Nikare zêdetirî wê bike. Em jî nikarin zêdetir bikin. Ger Rêbertî azad bibe, her kes bawerî pê bîne ku wê pêvajo bi ser bikeve, wê îkna bin. Heta ku cihê Rêebrtî wiha bibe, dudil bin, îkna nebin, nabin. Ji ber vê yekê divê Meclîsê teqez rewşa Rêber Apo zelal bike. Di vê mijarê de helbet divê pêşî hikumetê rol bilîze. Divê Partiya Muxalefet ya sereke rol bilîze. Êdî ev pêvajo wiha nameşe. Divê her kes berpirsyarî bigre. Ez dikarim vê zelal bikim.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gelek caran destnîşankiribû ku ger ev pêvajo zede were dirêjkirin, wê xeterî mezintir bibin. Îro dema ku em li bûyerên piştî banga 27ê Sibatê dinerin, ev pir hatiye îspatkirin. Bi rastî jî dewleta Tirkiye di ferqa vê rewşê de ye, yan ketiye pey hesabên erzan?
Ev mijarek cidî ye. Divê mirov cidî nêz bibe. Mirov bi mijûlkirin û xapandinê nêzî mijareke wisa nabe. Divê cidî bin. Ger dewletek be, desthilatdariyek be, ger pirsgirêk mezin be divê mirov wiha nêz bibe. Bi mijûlkirin û xapandinê ev kar nameşe. Ev kar bi dem qezenckirinê nabe. Ji ber vê yekê divê mirov cidî nêz bibe. Divê îradeya xwe raber bikin. Jixwe bi xwe jî dibêjin. Dibêjin ev pêvajo girîng e. Binêrin Rojhilata Navîn tevlîhev bûye. Di hawirdorekî wiha de xurtkirina aniya hundir girîng e. Rêya xurtkirina eniya hundirîn ji aştiya bi kurdan re derbas dibe. Ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas dibe. Bi şerê kurdan re nikarin aştiya hundirîn pêk bînin, wê xwe biqedînin. Ji ber vê yekê Rêber Apo her tim diyar kiriye ku di dîrokê de bi tifaqa kurdan re kurd jî qezenc dikin, bi şerê kurdan re winda dikin. Ji ber vê yekê divê dewleta tirk cidî nêz bibe. Hêviya her kesî jî ev e. Lê ger were dirêjkirin, wê gelek kes sabote bikin. Divê neyê dirêjkirin. Ger bifikirin ku bila bimîne ji demê re ka wê çi bibe, dema şert û merc guncaw bû em ê pixînê lê bidin, ev xeflet e. Ev ne politika ye. Em alîgirê çareseriyê ne. Em her curê nêzîkatiyên maqûl raber dikin. Lê em nayên tiştên bi vî rengî. Em tevgerekî 53 salî ne. Em ne yê salekî, du salan in, em xwedî tecrubeyeke mezin in. Dîrokekî mezin li pişt me heye. Berpirsyariya me heye. Em zêdeyî 50 sal in di nava vî karî de ne. Ma em dikarin ji rêzê nêz bibin? Ji ber vê yekê divê dewleta tirk jî vê rastiyê bibîne û rast nêz bibe. Çiqas di cidiyeta vê karî de ye. Ne ferqa geşedanên li herêmêye, ne jî ferqa pêşerojê de ye. Dîsa hinek mêrxasî dikin ya, dibêjin em ê kurdan wisa biperçiqînin filan, mutleq fikir ev e. Bi vê re nagihin tu cihî. Têkoşîn e; hin caran windahî û zehmetî çêdibin. Lê têkoşîn tê meşandin. Wê demê çima ev pêvajo ji demê re tê hiştin? Çima nayê çareserkirin? Aqil û mantiq li holê ye. Maqul nêzîkbûyîn, çareserkirina pirsgirêkê ye. Nexwe pirsgirêk ne windakirina kurdan e. Kurd jixwe têdikoşin. Marx gotiye; ji bilî zincîran tu tîştek nîn e ku karker winda bikin. Ji bilî zilm û zextê kurd jî tîştek din winda nakin. Ji ber vê yekê divê dewleta tirk rast nêzî vê pêvajoyê bibe.
Helbet, di nava bûyerên li herêma me diqewimin pozisyona gelê kurd jî girîng e. Di vê aliyê de, zêdeyî 200 şexsên başûrê Kurdistanê Banga Tifaqa Neteweyî weşandin û bersiva Komîteya Rêvebir a KCKê bi raya giştî re hate parvekirin. Ji bo kurdan yekîtî pir girîng e, lê yekîtiyeke çawa?
Niha ji bo kurdan yekîtî girîng e. Ev her tim ji aliyê her kesî ve tê gotin. Rewşa Şerê Cîhanê yê Yekemîn li holê ye. Jixwe hingî yekîtî tune ye. Nêzîkatiyên eşîrî yên parçekirî hene. Îradeyeke ku tevahiya Kurdistanê temsil bike, derneketiye. Encamên nerênî yên wê rewşê hene. Niha kes naxwaze bikeve wê rewşê. Ji ber vê yekê yekîtiya kurd pir girîng e. Di rastiyê de pêk hatiye. Gel di asta civakî de yekîtiya xwe pêk aniye. Gelê kurd di vî aliyê de yekîtiya xwe raber kir. Di xwedîderketina Rojava de raber kir. Di Newrozê de raber kir. Ji ber vê yekê divê di vê mijarê de yekîtî çêbibe. Helbet divê ev yek di qada siyasî de jî pêk were. Divê di qada siyasî de zîhniyeta demokratik pêş bikeve. Di qada siyasî ya demokratik de çawa ye? Nêzîkatiya ku divê ez serwer bibim heye. Zîhniyeta demokratik tune ye. Mînak, yek dibêje divê ez serwer bibim. Yanî tu ji ber çi serwer bibî? Dibe ku başûrê Kurdistan yê demokratik çêbibe. Dibe ku azadiya her cihî bibe. Têgihiştina dewletê ya navendî, têgihiştina sedsala 19an, 20an e. Divê em di roja îro de bi têgihiştna demokratîk yekîtiyê pêk bînin. Divê têkiliyên siyasî bikin. Divê yekîtiya gel pêk bînin. Mînak di azadiya Kurdistanê de, dibe ku xwecihbûna Botanê bi xwe bibe. Demokrasiya xwecihî dibe. Taybetmendiyên xwecihî dibe. Dibe ku taybetmendiyên demokrasiya xwecihî ya Dersimê bibe. Di nava Kurdistanê û Tirkiyeyê de dikare bibe. Kurd di nava têkiliyê de ne. Kurd jixwe hevgirtineke îfade dikin. Niha sînor hene. Lê dîsa jî kurd hevgirtî ne. Ma sînor ji bo yekbûna hevpar a kurdan astengî ye. Na. Bi vê aliyê xwe ve, dema ku dibêjin nêzîkatiya demokratik, çanda demokratik, yekîtiya demokratik, hem yekîtiya demokratik a gelê kurd hem jî nêzîkatiya demokratik a hêzên siyasî pêwîst e. Divê bi nêzîkatiya demokratik û têgihiştina demokratik bibe. Bi taybet di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, li her derê, li rêveberiyan hevkarî dibe ku çêbibe. Lê tiştekî wisa nîn e ku yek bibêje ezê serwer bibim, wê her kes bikeve bin kontrola min, Bakur jî, Rojava jî, Rojhilat jî bikeve bin kontrola min. Her kes li her derê di bingeha demokratik de bi îradeya gel, bi rêveberiyan dikare bibe hevkar. Dikarin tevli rêveberiyan bibin. Di vî aliyê de yekîtiya kurd a demokratîk girîng e. Rêber Apo bi israr dixwaze ev çêbibe. Ev bang çêbû. Em piştgirî didin bangê. Em vê bangê rast dibinin. Hemû rewşenbîr û hunermendên kurd, her kes dikarin rola xwe di pêkanîna yekîtiya demokratik de bilîzîn. Em vê girîng dibinin. Ger kurd di hawirdora ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin, statukoya nû ya hevsengiyên Rojhilata Navîn diyar dibe de, bibin yek wê ev yek wan xurt bike û cihê wan xurt bike. Ev mutleq ne ew e ku hemû parçe bibin yek û bibin dewletek. Lê wê ev yekîtî li her parçeyê cihê kurdan xurt bike. Wê kurdan zêdetir nêzî jiyana azad û demokratik bike. Tişta ku em ji yekîtiya demokratik fêm dikin ev e.
Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de bi xurtî dewam bike. Hûn qonaxa heyî ya vî şerî çawa dinîrxînin?
Niha qonaxa heyî ya şer tirsnak e. Belê çekên nukleer nayên bikaranîn, lê teknîk ewqas pêşketiye ku amûrên şer ên ku tên bikaranîn hilweşîner e. Herî zêde di destê DYA-Îsraîlê de ye, Îran jî bikartîne. Ji ber ku zanist pêş ketiye, teknîk pêşketiye. Teknîk di destê her kesî de ye, fîzîk û zanist di destê her kesî de ye. Her kes vê pêş xist. Niha tiştekî ewqas hilweşîner heye. Asta heyî ya şer nişan dide ku wiha nabe. Divê Rojhilata Navîn wiha nebe. Divê nêzîkatiya li hemberî pirsgirêkan wiha nebe. Ji ber vê yekê hem nêzîkatiya hêzên navneteweyî ji bo herêmê şaş e, hem jî nasandina hêzên herêmê şaş e. Têgihiştina wan a çareserkirina pirsgirêkan şaş e. Ne ya DYA-Îraîlê ne jî ya Îranê rast e. Ev ne nêzîkatiyeke rast e. Ev jî ne rast e; belê DYA-Îsraîl dikare rexne bike. Lê gelo dewletek dikare wê bibêje; serweriya min a neteweyî heye, di nava welata xwe de dikarim her tiştî bikim. Wisa dibe? Ev ne tiştekî bê qebûlkirin e. Jixwe ev tişt pirsgirêkên Rojhilata Navîn bêçareserî dihêle. Ew ne serweriya neteweyî ye. Serweriya neteweyî çawa çêdibe? Jiyanîkirina îradeya demokratik û îradeya azadiyê ya civakekî ye. Asta heyî ya şer giran e. Belavî herêmî jî dibe. Bandora xwe li petrolê, li cîhanê dike. Ev şer nişan dide ku şerên serweriyê çawa ne, çawa bêçareseriyê diafirîne. Rewşa heyî ya Rojhilata Navîn pirsgirêka me ye. Rojhilata Navîn çima hat vê rewşê? Çima ji mudaxaleyan re vekirî bû? Çima ji mudaxaleyan re dibe hincet. Helbet divê gelen Rojhilata Navîn vê lêpirsîn bike.
Dema ku ev şer dewam dike, hûn pozisyona hêzên ku wê hawirdora azadî û demokrasiyê ya rast biafirînin, çawa dibinin? Dîsa hûn gelên ku dibin mexdûrên rast ên şerên qirêj ên di navbera hêzên navneteweyî û herêmî, çawa dibînin?
Şer heye, mudaxele heye. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. DYA dixwaze cihê xwe xurt bike. Îsraîl jî wiha dixwaze. Îran dixwaze cihê xwe xurt bike, bibandor bike. Şer dewam dike. Teqez çareseriya wê çareseriyeke demokratik û siyasî ya li ser bingeha têgihiştina neteweya demokratik a ku Rêber Apo raberkir e. Çareseriya li ser bingeha xwişk-biratiya gelan e. Rêbertî vê alternatîfê raber kir. Rêber Apo li dijî projeya bi şer re dizaynkirina Rojhilata Navîn, dibêje divê Rojilata Navîn xwe wiha dizayn bike. Projeya Aştî û Civaka Demokratîk a bi Tirkiyeyê re heye. Hemû welat dikarin vê ji xwe civakên xwe bikin. Li dijî wê şerê, dikarin vê bi vê polîtîkayê bi rawestin. Dikarin bi vê polîtîkayê bikevin pêşiya wê projeyê. Rêya sêyemîn; girtina rêya hêzên serwer ên navneteweyî, dane diyarkirina neçareserbûna polîtîkayên dewletên herêmê ye. Rêya sêyemîn ku Rêber Apo danî holê ew e ku gel pirsgirêkên xwe bi rêya demokratîkbûnê çareser bikin. Divê gelek îradeya gelekî neşkîne. Divê gelên Rojhilata Navîn bêyî ku îradeya hev bişkînin, jiyana hevpar biafirînin. Em dixwazin di rojên Newrozê de vê peyamê careke din bidin. Divê gel çareeriya xwe deyin holê. Divê qebûl bike. Divê ne polîtîkayên navneteweyî yên serweran qebûl bike, ne jî polîtîkayên dewletên herêmê qebûl bike. Divê îradeya xwe ya demokratîk deynin holê. Ger ev têgihiştina demokratîk pêş bikeve, li Rojhilata Navîn pirsgirêkên dikarin werin çareserkirin. Bi vê aliyê xwe ve, tiştên ku Rêber Apo danî holê, di Newrozê de raber kir, dibe projeya çareseriya ya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn.

