KURDÎWAR ji bo jinan derfetan diafirîne

KURDÎWAR, hewl dide ku li Serhedê bibe bîrek. Ligel parastina çand û ziman hewl dide ku ji bo jinan derfetên nivîsandinê biafirîne.

1 deqe xwendin
KURDÎWAR ji bo jinan derfetan diafirîne

Zimanê kurdî wekî hebûneke bingehîn ku bîr, çand û berxwedana gelên ku bi sedsalan li herêma Mezopotamyayê jiyane hildigire, girîngiya xwe parastiye. Lê belê, li seranserê dîrokê, zimanê kurdî bûye hedefa polîtîkayên înkar, qedexekirin û asîmîlasyonê. Axaftin û nivîsandina  bi zimanê kurdî li gelek serdeman wekî sûc hatiye hesibandin. Di vê hawirdora zordar de, nivîskar û helbestvanên kurd neçar man ku berhemên xwe yan li sirgûnê yan jî di bin sansûra giran de hilberînin. Pirtûkên wan hatine qedexekirin, kovarên wan hatine girtin, ew bixwe hatine girtin, an jî ji cih û warên we hatine derxistin. Tevî vê yekê, dildar û parêzvanên zimanê kurdî di hewldanên xwe de ji bo parastin û hilgirtina zimanê xwe yê dayikê bo pêşerojê israr kirin. Her qedexeyek bi xwe re celebek nû ya berxwedanê anî û xurt kir.

Di 1ê nîsanê de li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi merasîmekê, Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) damezrandina xwe ragihand. KURDÎWAR armanca dike ku nivîskar, helbestvan, lêkolîner, edîtor û wergêrên kurd di bin sîwanek hevpar de bîne cem hev

Em der barê girîngiya komeleyê û plansaziyên wan de bi hevseroka KURDÎWARê Elîf Gemîcîoglu axivîn. 

Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku, wekî li her aliyên Kurdistanê, li herêma Serhedê jî gelek nivîskar û lêkolînerên kurd hene û gelek ji wan bi çavkaniyên takekesî berhemên xwe diafirînin. Elîf Gemîcîoglu destnîşan kir ku hin nivîskar berhemên xwe bi dizî diweşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek nivîskar û helbestvan nizanibûn nivîs û helbestên xwe li ku derê çap bikin, an jî çawa parve bikin. Ew berhemên xwe bi awayekî serbixwe diafirandin. Me ji ber vê hewcedariyê KURDÎWAR vekir. Şaxa me ya yekemîn li Wanê dê tevahiya herêma Serhedê temsîl bike."

Endamtiya komeleyê

Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku piştî damezrandina komeleyê gelek serlêdan wergirtine û zêdetirî 30 nivîskar û lêkolîner bûn endam. Wê destnîşan kir ku komele ne tenê ji bo nivîskar û lêkolîneran, lê di heman demê de ji bo edîtor û wergêrên kurd jî vekirî ye û serlêdan hîn jî berdewam in. Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku her serlêder tavilê nikare bibe endam û teqez kir ku hesasiyeta li hember nirxên civakî ji bo endametiyê mifteya girîng e û wiha bi lêv kir: “Kesên ku êrişî jin, zarok an nirxên gelê kurd nakin dikarin bibin endamên komeleyê. Serlêdan di civînan de têne nirxandin û biryar li ser wan tê dayîn."

Hevseroka komeleyê Elîf Gemîcîoglu diyar kir ku piştî damezrandinê serlêdanên jinan jî pêk hatine û wiha bal kişand ser mijarê: “Gelek jin dikarin bi kurdî biaxivin lê ji bo nivîsandinê piştgirî hewce dike. Du hevalên me yên jin serî li komeleyê dan û alîkariya hînbûna nivîsandinê kirin. Her wiha hevalên me yên jin hene ku demek dirêj e helbestan dinivîsin. Em ê alîkariya her kesê bikin ku ji bo ziman an nivîsandinê hewceyî piştgirî ye."

Xebatên cur bi cur

Elîf Gemîcîoglu, destnîşan kir ku dê di bin banê  KURDÎWARê de dest bi xebatên atolyeyan bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me ew e ku beşdariya ciwanan di warê nivîsandinê de zêde bikin. Her wiha em ê komxebatan li ser mijarên wekî çawaniya nivîsandina romanek bi zimanê kurdî, helbestên kurdî çawa tên nivîsandin, pêvajoyên amadekirina pirtûkan û kîjan teknîkên wergerê divê werin bikaranîn, organîze bikin. Hevkarên me yên xwedî ezmûn dê zanîn û pisporiya xwe parve bikin. Her wiha em ê bernameyên taybet ji bo nivîskarên ciwan ên ku nû dest pê dikin amade bikin.”

Sûdwergirtina ji derfetên dijîtal

Elîf Gemîcîoglu, di axaftina xwe de bal kişand ser derfetên dijîtalê û got: “Em dixwazin ji derfetên dijîtal sûdê werbigirin. Niha di rojeva me de ji bo zarokan proje hene. Lê ji bo nasandina projeyan me qadek nedît. Her wiha gelek jin bi serê xwe di hêla zimanê kurdî de di nav hilbêrînê de ne, lê belê cihê weşandinê nîn e û hilberîn ji holê wenda dibin. Em dixwazin li herêma Serhedê bîrek pêk bînin. Em ê nivîs, helbest û stranên jinan kom bikin û wan qeyd bikin.” 

Afirandina derfetan

Elîf Gemîcîoglu, di axaftina xwe de da zanîn ku jin ji ber berpirsiyariyên malê zehmetiyan dikişînin ku dem ji bo nivîsandinê veqetînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinek, pir caran nikare li malê binivîsine.  Bi zarokan re, bi karên malê re û bi mêvanan re mijûl dibe. Zehmet e ku cîhek guncav bibîne. Lê belê, niha hevalên me yên jin dikarin rojê çend saetan werin komeleyê û bi rehetî li vir karê xwe bidomînin. Li vir li ser kêmasiyên xwe disekinin û hewl didin ku xwe bi pêş bixin."

Mezinkirina xebatan

Di dawiyê de, Elîf Gemîcîoglu, bal kişand ser rewşa zarokan û got: “Divê ziman û çand pêşî li malê bên bipêşxistin. Gelek zarok nikarin bi kurdî biaxivin. Piştî ku dest bi dibistanê dikin jî bêhtir ji zimanê xwe dûr dikevin. Divê her kes ziman, çand û saziyên ku perwerdehiya kurdî bi pêş dixin biparêze. Zimanekî me yê pir dewlemend heye, lê têra xwe lêkolîn li ser nehatiye kirin. Werin em zimanê xwe zindî bihêlin, gotaran û helbestan binivîsînin. Bi serlêdana komeleya xwe, em dikarin vê xebatê bi hev re mezin bikin."