Muhalefeta Îranê Hikûmeteke Demkî îlan kir
Meclisa Neteweyî ya Berxwedana Îranê, ji bo avakirina komareke demokratîk, Hikûmeteke Demkî ragihand û daxwaza Îranek demokratîk aşkere kir.

Piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de Meclisa Neteweyî ya Berxwedana Îranê avakirina “Hikûmeteke Demkî” ragihand ku armanca wê avakirina komareke demokratîke. Seroka Meclisê Meryem Recewî îro avakirina “hikûmeteke demkî” ragihand û diyar kir ku armana hikûmeta demkî serweriyê veguhezîne bo gel û komareke demokratîk ava bike.
Hikûmeta Demkî barneme aşkere kir
Hikûmeta Demkî têkildarî armancên xwe bernameyek ji 10 xalan pêk tê aşkere kir. Di bernameya 10 xalan a Meclisa Demkî de xalên mîna pêkanîna mafên mirovan, wekhevî, serxwebûna dadwerî, parastina jîngehê û Îraneke bê çekên nûkleerî hene.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê êrişeke berfireh li dijî Îranê dane destpêkirin, hate îlankirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku hêza leşkerî û bernameya nûkleerî ya Îranê ji holê rake û rejîmê biguhere.


