Mihrîcana Rojên Amarayê dest pê dike

Platforma Rêxistinên Demokratîk (DEKUP) bi minasebeta 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li Xelfetiyê bi şîara “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ve” mihrîcana Rojên Amarayê li dar bixe.

1 deqe xwendin
Mihrîcana Rojên Amarayê dest pê dike

Kurd her sal di 4ê Nîsanê de ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin berê xwe didin Amarayê. Îsal jî amadekariyên meşa Amara û Rojên Amarayê dest pê kir. Platlforma rêxistinên demokratîk (DEKUP) îsal dê bi şîara “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ve” li Xelfetiyê di 3ê nîsanê de mihrîcana rojên Amarayê li dar bixe. Dê di 4ê Nîsanê de jî ji Xelfetiyê bimeşin Amarayê. 

Têkildarî girîngiya rojê û bernameya meşa Amarayê Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat agahî dan. Kerem Canpolat diyar kir ku her sal ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Riha, Xalfetî û Amarayê şahî tên lidarxistin û wiha got: “Gelê kurd her sal rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rojbûna wî wekî rojbûna kesekî na, wekî rojbûna neteweya kurd, nasnameya kurdî û welatekî dibîne. Rojbûnê li dijî tunebûnê roja hebûnê pênase dike.” 

Kerem Canpolat da zanîn ku ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameyek hatiye amadekirin û wiha got: “Hemû sazî û rêxistinên demokratîk li hev kom bûn û ji bo bernameyek hevpar dê xebatê bikin.” 

Kerem Canpolat, destnîşan kir ku di salên borî de gelek astengî derdiketin û wiha berdewam kir: “Her sal gelê kurd ji bo rojbûna Birêz Ocalan pîroz bike ji çar aliyan ve diherike Amarayê. Lê rayedaran astengî derdixistin. Destûr nedidan gel biçe Amarayê. Lê îsal em di pêvajoyeke cuda de ne. Em îsal hêvî dikin ku bi vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, astengî rabin. Dê bi girseyî be û mîna mihrîcanê derbas bibe. Di serî de federasyona me û hemû komeleyên girêdayî federasyonê dê li Riha û navçeyên Rihayê û hemû bajarên bakurê Kurdistanê di navbera 1 û 2yê nîsanê de xebatê bikn. Wê li bajêr û navçeyan li ser fikir û felsefeya wî civîn bên lidarxistin û pirtûkên wî bên xwendin. Li hin navendan hunermend konseran bidin û şahiyan li dar bixin. Di 3yê nîsanê de jî dê hemû pêkhateyên rêxistinên me ji hemû bajarên Kurdistanê berê xwe bidin Xelfetiyê û şeva 3-4ê Nîsanê jî dê li vir kom bibin û bi girseyî mihrîcanê pêk bînin. Em ê wekî federasyon jî li Xelfetiyê konê xwe vedin. Em ê gelê xwe li Xelfetiyê pêşwazî bikin, li vir pirtûk û berhemên Birêz Ocalan bidin naskirin û li ser peyamên wî nîqaşan bikin. Dîsa dê hunermend li vir konser bidin. Em bawer in ku dê ji hemû bajarên Kurdistanê kesên piştgiriyê didin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 3yê nîsanê de li Xelfetiyê kom bibin. Em ê li vir bi hev re vîna aştî û piştgiriya aştî û Civaka Demokratîk nîşan bidin. Mihrîcana Rojên Amarayê dê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ve” mihrîcan bê lidarxistin û gelek hunermend dê beşdar bibin.” 

Ew bûye ronahî 

Kerem Canpolat da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne kesek e û got: “Ew bûye ronahiya Rojhilata Navîn.  Li Rojhilata Navîn şer, kuştin, qeyran heye. Hemû hêzên serdest li Rojhilata Navîn şer dikin. Lê Rêber Abdullah Ocalan li dijî vî şerî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin.’’

Banga tevlêbûnê 

Kerem Canpolat herî dawî destnîşan kir ku ew dixwazin di 4ê Nîsanê de bi sedhezaran kurd, tirk, tirkmen, ereb li Amarayê bigihîjin hev û wiha bi dawî kir: “Em li wir bibin vîna aştî û azadiyê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku roja 4ê Nîsanê li Amarayê kom bibin û bi hev re vê rojê pîroz bikin. Em vê rojê li hemû gelê herêmê û gelên bindest pîroz dikin.”