Di şexsê Ayşe Gokkan de felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ hatiye cezakirin
TJAyê biryara dadgehê ya 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan şermezar kir û got: “Em vê biryarê qebûl nakin. Di kesayetiya Ayşe Gokkan de îradeya jinan hatiye darizandin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkîldarî biryara 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku 19 sal û 6 meh cezayê li Berdevka Demê ya TJAyê Ayşe Gokkan birîn li ber DEM Partiyê ya Xelîliye ya Rihayê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî yên bajêr û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ayşe Gokkan îradeya me ye, nayê darizandin” vekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berzekirin.
‘Hedef têkoşîna jinan e’
Aktîvîsta TJAyê Başak Saridal daxuyaniyê xwend û diyar kir ku kiryarên wekî parastina mafên jinan, beşdarbûna çalakiyên demokratîk û aştiyane û daxuyaniyên çapemeniyê wekî hinceta cezayê hatine nîşandan û got: “Ev biryar dixwaze cezayekî li dijî têkoşîna azadiya jinan, têkoşîna rêxistinî ya jinan û berxwedana jinan a ku bi salan û bi bedelên mezin mezin bûye bide. Em dizanin ku di kesayetiya Ayşe Gokkan de ne tenê jinek tê darizandin têkoşîna azadiya jinan, israra jinan a jiyana azad û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li çar aliyên dinyayê deng vedaye, tê darizandin.”
‘Em ê têkoşînê mezintir bikin’
Başak Saridal anî ziman ku ne zindan, ne biryarên dadgehê û ne jî siyaseta zext û dagirkeriyê nikarin meşa azadiya jinan rawestînin û wiha bi dawî kir: “Wekî ku Ayşe Gokkan jî gotiye, di têkoşîna me de serê me bilind e. Ji ber ku em mafdar in. Em di kesayetiya Ayşe Gokkan de hemû jinên ku berxwedanê dikin silav dikin û careke din radigihînin ku em ê têkoşîna azadiya jinan mezintir bikin.”
Daxuyani tililî, çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.


