‘Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekiriye’

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku bi partiyên siyasî re hevdîtin pêkanîn pêşniyarên Abdullah Ocalan jî ji partiyên siyasî re pêşkeş kir. Hat hîn bûn ku di bin banê Wezareta Dadê de çerçove qanûnek amadekiriye.

1 deqe xwendin
‘Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekiriye’

Endamên Heyeta Îmraliyê yên DEM Partiyê ku parlamentera Wanê Pervîn Buldan û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar pêktên di nava hefeteyê de bi partiyên siyasî re hevdîtn pêkanîn û piştre jî bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kirin. Heyetê tekildarî hevdîtinê daxuyaniyeke niviskî da û ragihand ku hevdîtina wan derbarê çerçove qanûn de bûye û li ser mijarê danûstandin kirine.

Tekildarî hevdîtinê weke Ajansa Welat (AW) ji çavkaniyên DEM Partiyê yên eleqadar hin agahî bi dest xist. Li gor agahiyên me bi destxistinê heyeta DEM Partiyê di nava hefteyê de bi desthilat, partiyên muxalîf û rêveberên dewletê re li ser çerçove qanûn danûstandin kirine. Her wiha hevdîtinên heyetê dê di nava hefteyê de jî berdewam bike û mijara hevdîtinê jî çerçovê qanûn e.

Her wiha li gor agahiyên çavkanî ji me re parve kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi rêya heyetê divê çerçove qanûn çawa bibe hin pêşniyar ji partiyên siyasî re kirine. Hat hîn bûn ku peywendîdarên hiqûqê yên desthilatê di bin banê Wezareta Dadê de çerçove qanûnek amade kirine.

Her wiha hat hîn ku di nava hefteyê de hevdîtinên heyetê dê berdewam bike û tê payin piştî heyetê hevdîtinên xwe bi dawî kirin dê serdana Girava Îmraliyê bikin.