MEBYA-DERê Mehmet Yildirim bibîr anî
MEBYA-DERê Mehmet Yildirim ê li gundê Neniyasê yê navçeya Licê di serdagirtina malê de hatibû kuştin bi bîr anî.

Mehmet Yildirim di 24ê Gulana 2024an de dema li mala xwe ya li gundê Neniyasê yê Licê bû, leşkeran bi ser mala wî de girt û ew di malê de kuştin. Endam û rêveberên MEBYA-DERê di salvegera kuştina wî de ew li ser gora wî bi bîr anî. Di bernameyê de nûnerên MEBYA-DER û saziyên sivîl û gelek welatî amade bûn.
Girseya li gund kom bû, heta goristana gund meşiya. Piştî meşê bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Keça Yildirim, Zehra Yildirim di bîranînê de helbestek xwend. Di bîranînê de bavê Mehmet, Yemlîxan Yildirim bal kişand ser bêbextî û zilma ku li kurê wî hatiye kirin. Yemlîxan Yildirim bertek nîşanî zilma li wan hatiye kirin da û edalet xwest. Dayika Yildirim, Ziynet Yildirim jî xwest ku berpirsyar bên dîtin û darizandin.
Girseyê piştî serdana goristanê derbasî mala şînê bû. Bernameya biranînê bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.


