Li Zîngeha Wanê Roja Çil û Bergên Kurd hat pîrozkirin

YYU-KURDÎ li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Roja Cil û Bergên Kurdî bi bernameyekê pîroz kir.

1 deqe xwendin
Li Zîngeha Wanê Roja Çil û Bergên Kurd hat pîrozkirin

Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU-KURDÎ) li Ofîsa Ciwanan a zanîngehê bi boneya 10ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî bernameyek li dar xist û roja cil û bergan pîroz kir. Di bernameyê de pankarta ‘YYU-KURDÎ’ û ‘Roja Cil û Bergên Kurdî Pîroz Be’ hatin vekirin û xwendekaran li ser giringiya xwedîderketina çanda Kurdî nîqaş kirin. Di bernameyê de helbest hatin xwendin û govend hat gerandin.

YYU-KURDÎ bi vê bernameyê armanc kir ku di nava xwendekarên zanîngehê de çand û nasnameya Kurdî zindî bike. Bi vê boneyê gelek xwendekar bi cil û bergên xwe yên herêmî hatin zanîngehê û tev li bernameyê bûn.