Bi hezaran beşdarî mihrîcana Jinan a Zîlan bûn
20emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan pêk hat. Jinan di mihrîcanê de bang kirin û xwestin statûya qanûnî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê naskirin.

20emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan pêk bi dawî bû. Di mihrîcanê de çalakiyên çandî, stand û pêşandanên şanoyê rastî eleqeyeke mezin hatin. Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan bal kişand ser girîngiya dîrokî ya mihrîcanê û diyar kir ku mîrateya berxwedanê ya ku Zîlan hiştiye her sal tê berdewamkirin û berfirehkirin û got: “Ji bo em vê mîrateyê zindî bihêlin û têkoşîna jinan li her qadê belav bikin bi biryardarî dimeşin.”
Zarok li konê Zarok MA kom bûn
Li qada mihrîcanê ji bo komên temenên cûda şahiyên cûrbecûr hatin lidarxistin. Konê "Zarok Ma" a ku ji bo zarokan hatibû danîn, di tevahiya roj dê çalakiyên muzîkê, lîstikên kevneşopî û hunerî hatin lidarxistin. Zarokên bi mamosteyan re hatin gel hev beşdarî heyecana festîvalê bûn. Standên ku li qada festîvalê hatine danîn ji hêla beşdaran ve rastî eleqeyek mezin hatin.
‘Partiyên siyasî berpirsyariya wan zêde ye’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku kurdên li dîasporayê ziman û çanda xwe diparêzin û got: “Gelê me yê ku 20 sal e li dîasporayê dijî, bi van festîvalan careke din bi xurtî nîşan da ku wan qet dev ji çand û zimanê xwe bernedaye û wê dev jê bernede. Em careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîna bi rûmet a Zîlan, Sakîne û Evrim Xelef ditewînin û diyar dikin ku em ê her tim şopînerên têkoşîna wan bin. 1.5 sal berê li ser banga birêz Ocalan PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kir û çek bêdeng kirin, lê dewletê gavek jî neavêt. Dewlet timî soz dide lê wan pêk nayne. Sal û nîveke staûya mîmarê vê pêvajoyê birêz Ocalan nehatiye diyarkirin; berevajî vê şert û mercên girtinê berdewam dikin. Banga me ji dewletê re ev e; beriya ku meclîs bikeve betlaneyê divê verastkirinên qanûnî di meclîsê de werin derxistin. Ji bo pêvajo û avakirina aştiyê divê ev qanûn werin derxistin û divê statûya qanûnî ya Birêz Ocalan were diyarkirin da ku ew bikaribe bi tevahî rola xwe bilîze."
Bernameya mihrîcanê bi sirûdên ku ji hêla koroya zarokan ve hatine gotin dest pê kir. Di tevahiya rojê de Koroya Zarokan, Baran Bozyel, Dez Denîz, Hanî, Helbest Arî û Eylem û Def performans pêşkêş kirin. Govenda NRWê bi pêşandana govendê ya kevneşopî reng da festîvalê.


