Kamiran Betasî: Em bi çanda xwe hene

Kamiran Betasî der barê 4emîn Festîvala Zaxo ya Şelûşepik ku li Zaxoyê pêk hat ev tişt anî ziman: “Me bi rêya vê festîvalê çand, huner û folklora her çar parçeyên Kurdistanê li Zaxoyê anî gel hev. Me ji cîhanê re got ku em dikarin her tiştî bi zimanê kurdî bikin; ango em bi çanda xwe di vê cîhanê de hene û xwedî nasname ne. Girîngiya vê festîvalê di nîşandana çanda me de ye.”

1 deqe xwendin
Kamiran Betasî: Em bi çanda xwe hene

Mirovahî, di nav herikîna lezgîn a jiyanê de, her tim hewcedarî bi rawestgehan dîtiye? Bersiv hêsan e: Ji bo ku ji bîr neke. Ji bo ku di herikîna demê de wenda nebe û rûmeta nirxên xwe yên hevpar biparêze. Ji van rawestgehan yek jê mihrîcanên ku tên lidarxistin in. 

Peyva festîval ango mihrîcan, ne tenê çend rojên şahî, govendê ne. Ew bîra civakî ye ku xwe nû dike. Heke em li rûpelên dîrokê bigerin, em ê bibînin ku yekemîn mihrîcanên pêk hatine (li Misra Antîk û li Yewnanistanê) ji bo spasdariya axê, pîrozkirina dema dirûnê (çandinî, paleyî) û ji bo rûmeta xwedawendan, pêk hatine. Mirov dizanibûn xweza diguhere û ji bo pîroziya jiyanê berdewam bike, divê bi hev re tevbigerin. 

Lê belê, gava mijar dibe mihrîcanên kurdewar, ev wate hîn kûr dibe û barekî dîrokî hildigire ser milên xwe. Bi taybetî jî, dema em behsa mihrîcanên cil û bergên kurdî dikin.

2.jpg

Rengîniya cil û bergên kurdî

Ji bo gelek gelên cîhanê, kincên neteweyî dibe ku tenê di muzexaneyan de yan jî di rojên sembolîk de werin lixwekirin. Lê ji bo kurdan, her fîstanekî kurdewar, her şal û şapikek, rengên mîna kofî û kemberan, tenê parçeyekî qumaş nînin; ew xeteke berxwedanê ne, nasnameyek in ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên sedsalan li ser piyan mane.

Mihrîcanên cil û bergên kurdî, li dijî her şêwazên qedexekirin û tunekirinê, daxuyaniyeke zindî ya hebûnê ne. Dema cil û bergên Botan, Behdînan, Serhed, Soran, Goran, Mukriyan û Dersimê di qadeke festîvalê de tên cem hev, li wir tenê reng an jî stîlên lixwekirinê nayên gel hev; di heman demê de li wir erdnîgariya Kurdistanê ya dabeşkirî di hiş û dilan de dibe yek. 

Di serdemeke ku her tişt dişibe hev de ev festîval dibin sîpanek ku ciwanên kurd pê re koka xwe, estetîk û çîroka xwe nas bikin. Ji yek xala herî girîng jî ev çand, berhema dest û hişmendiya jinan nîşan dide. Cara yekem dema min miricana cil û bergan a ku KASEDê li Amedê pêk anî dît (mihrîcana ku yekem car ez tevlîbûm) wê rengîniya jinan di fîstanên ku li xwe kiribûn de jî derdiket holê. Di her nexşeyekê û lihevhatina rengan de çîrokek hebû. Ji ber vê yekê mihrîcana cil û bergan, di heman demê de mihrîcana rûmetdayîna keda jinan û nîşandana nêrîna jinan a li ser jiyanê ye.

Zarava bi hev re bûn

Îsal li Zaxoya başûrê Kurdistanê 4emîn Festîvala Zaxo ya Şelûşepik hat lidarxistin. Ez jî ji bo tev li festîvalê bibim derbasî Başûr bûm. Organîzatorên festîvalê ji roja ku em çûn Zaxoyê heta ku em hatin ji gelek aliyan ve ji me re bûn alîkar. Mirov dikare piştî vê serdanê gelek tiştan li ser zaxoyiyên rûken binivîse lê di vir de tenê dixwazim bal bikşînim ser festîvala ku pêk hat.

Di semînerên ku di çerçoveya festîvalê de hatin dayîn de behsa girîngiya cil û bergan, parastina wan û rola wan a di nasnameyê de hat kirin. Di festîvalê de yek mijara ku ji bo min balkêş bû bikaranîna zaravayên soranî, goranî, behdînî û kurmancî (devokên ku dihatin bikaranîn jixwe nayê gotin) ya bi hev re bû.  

kamûran.jpg

Cilên kurdî li her derê tên nasîn

Di danasîna ku hat kirin de cil û bergên hin herêman bi hemû rengîniya xwe hatin nîşandan.  Organîzatorê 4emîn Festîvala Zaxo ya Şalûşepik Kamiran Betasî dema behsa armanca festîvalê kir got: “Em kurd bi cil û bergên xwe yên çandî binavûdeng in û li her devera cîhanê mirov wan bibîne, dizane ku ev cil yên kurdan in. Armanca me ya sereke ya festîvalê ew e ku em ji xelkê û mêvanan re bibêjin ku şalûşepikê Zaxoyê di nav hemû kurdan de yê herî navdar in. Şalûşepikê ku li Zaxoyê tên çêkirin xwedî taybetmendiyeke bêhempa ne û kaniya çanda cil û bergên kurdî Zaxo ye. Ji ber vê yekê, me xwest em vê çandê zindî bikin, mîrasa kal û pîrên xwe wenda nekin û li Zaxoyê festîvaleke salane li dar bixin. Em dixwazin bang li gelê xwe bikin û bibêjin ku nabe em çand û folklora xwe ji bîr bikin. Her wiha, em dixwazin bala xelkê bikişînin ser Zaxoyê da ku serdana wê bikin û bedewiya wê bibînin.”

‘Welat dayik e, kultûr nasname ye’

Kamiran Betasî ji bo kombûna kurdên ji çar aliyên Kurdistanê yên li Zaxoyê ev tişt anî ziman: “Me bi rêya vê festîvalê çand, huner û folklora her çar parçeyên Kurdistanê li Zaxoyê anî gel hev. Me ji cîhanê re got ku em dikarin her tiştî bi zimanê kurdî bikin; ango em bi çanda xwe di vê cîhanê de hene û xwedî nasname ne. Girîngiya vê festîvalê di nîşandana çanda me de ye. Di festîvalê de her kes (jin, zarok, pîr, kal, xort û keç) şalûşepik û cilên kurdî li xwe dikin. Di heman demê de, em çand û hunera biyanî jî dikin mêvanên festîvala xwe. Em ji gelê xwe re dibêjin ku nasnameya her gelekî û her welatekî, parastina çand û hunera wî ye. Ji ber vê yekê jî navê festîvala me ‘welat dayik e, kultûr nasname ye’ bû.”

100 hezar kes hatin Zaxoyê

Kamiran Betasî di axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna festîvalê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beşdariyeke gelekî mezin hebû; ji bo dîtina vê festîvalê nêzî 100 hezar kesî serdana Zaxoyê kir. Hatina hunermendê hêja Hozan Dîno wek mêvanê rûmetê, bandoreke mezin kir ku evqas kes li Zaxoyê kom bibin. Ji bo salên bê, ez bawer dikim ku hevalên amadekar dê festîvalê baştir organîze bikin, karên balkêş bikin û her wiha çanda hemû Kurdistanê li Zaxoyê kom bikin.’’