Li Sûdanê herî kêm 28 sivîl hatin kuştin
Hat diyarkirin ku li Sûdanê du êrişên bi dron pêk hatine û di êrişan de 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne.

Li herêmên Kordofan û Darfûrê yên Sûdanê du êrişên bi droneyan pêk hatin. Di encama êrişê de herî kêm 28 kes bûn qurbanî û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên ji AFPê re axivîn, ragihandin ku roja çarşemê bazarek li Saraf Omra ya bakurê Darfûrê hatiye hedef girtin. Di encama êrişê de 22 kes ku di nav de pitikek jî heyî hatin kuştin û 17 kes birîndar bûn.
Di heman rojê de, li bakurê Kordofanê kamyonek hat hedefgirtin. Wesayît şewitî û cenazeyên 6 kesan anîn nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku sê ji qurbaniyan cenazeyên wan şewitîn û 10 kesên din jî birîndar bûn. Çavkaniyek ji Nexweşxaneya El-Rahad, îdia kir ku êrişa li Kordofanê ji hêla Hêzên Desteka Lezgîn ve hatiye kirin.
Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Marta Hurtado, di civîna li Cenevreyê de got: “Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di navbera 1ê çile û 15ê adarê de di encama van êrişan de bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin. Piraniya sivîlên ku hatine kuştin li sê navçeyên herêma Kordofanê ye.”
Şerê li Sûdanê ku di 15ê Nîsana 2023yan de dest pê kir, du sal şûnde girantir bû û bû sedema krîzeke mezin a mirovî.
Şer di navbera her du aktorên sereke yên darbeya 2021an de pêk tê. Li aliyek Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Abdul Fettah el-Burhan û li aliyê din Hêzên Desteka Lezgîn a paramiliter û fermandar Mihemed Hamdan Daglou hene.
Ji nîsana 2023yan û vir ve, bi qasî 13 milyon kes ji cih û warên xwe bûne. Ji van, 8.6 milyon kes di hundurê welêt de man. Bêhtirî 4 milyon kes jî derbasî welatên cîran bûn.


