Li Stewrê perwerde
Wekhevî û azadî tune be jiyan tune ye. Newekheviya zayenda civakî koletiyê, serdestiya mêran tîne, pirsgirêk, xerabiya derûniyê tîne, nexweşiyên civakî tîne û pêşaroja zarokan tarî dike.

Stewrê, navçeyek Mêrdînê û demek dirêj hukmê feodalan hebû; axa, beg û şêxan bû, wek gelek deverên welêt. Rebenên niştecihan mecbûrî, xwarziyên xalekî, zilamên xalekî (çi şêx, çi beg…) bûn. Kesayet mafî, tune, yanî hebûna wan bi şik…
Barê bindestiyê giran, navenda navçeyê bi hukmê ereban, dewlet-buroqrasî tirk û bê navbeynkar kurd nikarin ti karên xwe yê fermî pêk bînin. Du caran bindestî, du nîr li ser kurdên belengaz ên reben. Loma beg an jî malmezinên ereban bi kedxwariya wan rebenan karê wan li daîreyên fermî qaşo rast dikirin. Helbet memûr û beg şirîkên hev, mast, rûn nizam çi belaş, ji xeynî qezenckirina pereyan û tev stûqalind… bi hevkarî beg û memûran erd û zewiyên gudiyên kurd li ser xwe, yanî li ser begên ereban tapû dikirin. Qaşo xalê wan bi rehetî keda xwarzîkên xwe(!) dixwarin û erd û aviyên wan li ser xwe tapû dikirin. Ne wijdanê beg, ne jî yê karmendê dewletê diêşiya. Jixwe qala jinan tunebû. Mafî…
Dem û dewran bihurî, stûxwar û belengazan, nexasim belengazên kurd çi jin çi mêr dan pey rohniyekê, stêrkekê ew kişandin pey xwe, meşiyan; sol qetiyan, birçî, tî, bê kes man, kinc perpitîn lê ew meşiyan, erd, av û asîman rapêçandin û meşiyan. Hê jî dimeşin… îro bi şopeke ku pê serbilind in, bûne xwe û stêrk her geş dibe! Va peyva ku dilê min geş dike, erê dike ku dilê min diqesefa xwe de hilneyê ev e; “Îro em li navçeya Stewrê bi rêveberên xwe re beşdarî rûniştineke perwerdeyê ya li ser wekheviya zayenda civakî bûn. Bîrdoziya zayendî ew tişt e ku jin û mêr li dijî hev jiyana xwe berdewam bikin. Têkoşîna me ya li dijî newekheviya zayendî dê berdewam bike.” Baş e, ev peyvên jinekê ne, ya ku vê bernameyê dimeşîne, ya ku vê dersa dîrokî dide me jinek kurd a zane ye. Erê ji ku em hatin ku!
Dixwazim, li gorî vê rewşa dîrokî meseleyê rave bikim, lê ka berê rewş çi bû? Em bişopînin. Helbet ev naveroka peyva mamosteya me ya jin e. Bi zabûna xwe ve keçik, qîz an jî jin dibû yeke din, ya din ango li hemberî nêr-mêr qels, zelûl; her tişt ji bon kurik-nêr-mêr e. Peyva xweş, hêvîdayîn, şêr, jêhatî, şerker, domdariya esil, a malbatê û her wiha pê ve girêdayî… lê qîz stûxwar; li benda qismetê xwe, malê bav û bira, berendama jinbûna pismam, kurxal, an jî berdêlî, berdêliya bira yan jî bav ku jinbavek were… yanî jiyan ne bi vîna wê. Berxwedan, zêdeyî berdêlê dixwaze û jiyan tev xetere û bêhêvî. Ev şikestina, wêderkirina, jiberçavxistina pêşî. Em bêjin zewac; mêr bê çi ew e, divê kuran bîne, divê barê jiyanê tevî hilgire, qisûr tev ên wê… Helbet em qala xilbeyê dikin, ên ji vê rewşê bêrî hene lê kêm, pergal wek a jor dixebite.
Bi şikestin an jî wêdekirina duyemîn êdî jiyan dojeh e, tew jin bi vî halî razî ye, bi zêdeyî; li gorî wan ma çare heye, ji jor ber bi jêr ma rastiya jiyanê ne ev e!?
Vaye ev rewş newekheviya zayendî ya civakê ye. Îca bindestî û mêtingerî zêdehiya ser kezebê.
Îca vî pênc-şêst salên dawîn tîrêjek afirî; bi vê ronayiyê jin ket ferqa zayendê, ferqa hebûn û jiyana xwe. Ev tîrêj ket sînga wan qefes şikand, derî li wekheviyê vekir, lê helbet bi têkoşînek dijwar…
Stewrê jî bû mekena vê berxwedanê û şahid! Îroj jin têkoşîna wekheviya zayendî didin, berxwedana wan jiyanê ronî dike û mêran jî dikişînin nav wekhevî, demokrasî û azadiyê; ligel zordariya Modernîteya Kapîtalîst, hişmendiya mêrane û dewletên zordar ên faşîst.
Jinên kurd xwe bi rêxistin kirin, bûn artêş, hêzên leşkerî û polîtîk, rêxistinên civakî û sivîl afirandin, di nav berxwedan û têkoşînek bêhempa de ne û Rêzdar Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê kirin şewqa, tîrêja dilê xwe.
Îro bi rêxistinbûna Tevgera Jina Azad (TJA) ber bi jiyanek azad û wekhev diçin û bi keziyên xwe ronahiyê zêde dikin, azadiyê dirêsin…
Hevala me gelek tişt gotin, mala wê ava, guhdaran jî hestên xwe, ramanên xwe anîn ziman û jinên navsere bi dilgeşî rewşa xwe ya berê û îro dan ber hev, rave kirin. Hevî biriqîn. Jina ku berê bindestên mêr û pergala mêrane bûn, îro vaye li Stewrê, li wê Stewra feodal û pergalmêrane jî bi serbestî dipeyivin, hestên xwe rave dikin û rêxistina xwe xurt dikin ligel rêhevalên xwe yên mêr ên azadîxwaz. Belkî bi hejmar qelsî heye lê di afirîna raman, hest, azadî û hêviya dahatûya azad xurt û zindî ye, bi jiyana xwe ya civakî vêna radixin ber çavan.
Ku ez wek mirovekî kurd, mêrekî bindest, stûxwar vêna dibînim. Coşa dilê min bê sînor e… Bi rastî jî jin pêşengiya jiyana aştî û demokrasiyê dikin, berê mêr û civakê didin jiyana azad û wekhev. Ku wekhevî û azadî tune be jiyan tune ye. Newekheviya zayenda civakî koletiyê, serdestiya mêrane tîne, pirsgirêk, teşqele, xerabiya derûniyê tîne, nexweşiyên civakî tîne û pêşaroja zarokan jî tarî dike.
Wexta ez rewşa Stewra berê, rewşa welat, a Kurdistanê û ya niha didim ber hev, ligel qelsî, dewamkirina kuştina jinan û kêmaniyan û têkoşîna li hember van şaşî, xeletî, sûc û pêkhateyan hêviya min a azadiyê gur dibe. Lê divê xebata civakî ya azadiyê domdar be!
Berê çawa bû, niha çawa ye; bi saya rêxistin, cangorî û têkoşêran; çi jin, çi mêr!


