Şîrê bizinê

Dîsa rojekê dayika min pir ji bizina belek aciz bû, got; vê carê ez ê çavên xwe li bizinê bigerînim, ger ew dîsa were, ez ê bi kevirekî mezin wî stûyê wê bişikînim. Dayika min şîrê wê û yên mîhan tevlihev kir, agirek dada, beroşa şîr da ser agir, li ber agir rûnişt, kevçiyê dar da destê xwe, kevirek mezin danî kêleka xwe û li benda bizinê sekinî.

1 deqe xwendin
Şîrê bizinê

Em koçer her sal destpêka biharê derdikevin zozanan. Jixwe jiyana me di nav wan çiyayên bilind, di nav hêşînahiyan de, li ber çemên ava wê di bin berfa belekiyan de dihele, derbas dibe. Hemû der tijî gul û sosin in, tu dibê qey tu di nav cîhanek din de yî, tenê li ser te Xwedê û tav heye, li der û dora te jî gul û gulistan. Ez çiqas ji vê jiyanê hez dikim ya rebîîî! Ev jiyan xewn û xeyalên min wisa jiyaneke mezin dixe di nav laşê min, wek xewnek dûr û dirêj dijîm. Her tim xwe bi xwe dibêjim; ez çiqas bextewar im ku ez vê jiyanê dijîm, lê ger bizina me ya belek tune bûya wê jiyan xweştir bibûya!

Îca ez werim ser jiyana me û bizina me ya belek. Ew di nav keriyê pez de bi tena serê xwe diçêre, ti carê nakeve nav wan mîh û bizinan, tu dibêjî qey ew mirovek e û tenê bi gotina xwe dike. Ger ew her sal karikên xwe cêwî neaniya, bavê min ew zûde yan firotibû yan jî kiribû qelî. Bizinek bi serê xwe ye. Tenê dayika min dikare wê bidoşe, şîrê wê jî tevî du heb karikan dimijîne, dîsa jî ji şîrê bizinên din zêdetir e. Dibe ku ew jî dizane ku çiqas gelek şîr dide xwediyê xwe lewma her tim ew bi serê xwe ye. 

Dayika min şîrê mîh û bizinan tevlihev dike û dikelîne, hinek ji wî şîrî dibe mast, hinek dibe penêr û hinek jî dibe rûn. Her roj dema dayika min piştî dotinê, dixwaze wî şîrî bikelîne, hema bizina belek bi hêrs tê, lingê xwe li beroşê dide, ew şîr hemû dirije erdê. Em çiqas jî çavbaniyê bikin, dîsa jî bi dizî tê, beroşa şîr dirîjîne. 

Dema ku dayika min tenê şîrê wê bikelîne dengê xwe nake. An jî şîrê mîhan tenê bikelîne, ew jî piştî demekê bîsokî (dema şîr dikele, ger tu bi kevçiyekî dar beroşa şîr tevnedî, binê beroşê qalind digire, hinekî dişewite, bêhna dûyê agir jê tê). Em jî ewqas wext nikarin li ber beroşa şîr bisekinin û tevbidin. Carinan dayika min kevçiyek dar dide destê zarokan ku wî şîrî tev bidin, lê zarok in, ew nikarin wek me bifikirin û demek dirêj tevbidin. 

Dîsa rojekê dayika min pir ji bizina belek aciz bû, got; vê carê ez ê çavên xwe li bizinê bigerînim, ger ew dîsa were, ez ê bi kevirekî mezin wî stûyê wê bişikînim. Dayika min şîrê wê û yên mîhan tevlihev kir, agirek dada, beroşa şîr da ser agir, li ber agir rûnişt, kevçiyê dar da destê xwe, kevirek mezin danî kêleka xwe û li benda bizinê sekinî. Hemû jin û mêrên êlê li benda şerê bizina belek û dayika min sekinîne ka wê di dawiyê de çi biqewime. 

Piştî demekê dayika min wisa li ber agir, li bin tava nîvro li benda bizinê ye, xweydanê tê de avêtiye, hinekî jî bi hêrs e, zarok hatin dora wê gotin; hinek şîr bide me em vexwin, dayika min rabû çend heb tas tijî şîr kirin ku bide zarokan, di wê demê de, bizina me hat, lingê xwe li wê beroşê xist, ew şîr hemû rijand erdê, zarok jî bê şîr man, ew keda wê rojê jî badilhewa çû. 

Dayika min  bi ser bavê min de qîriya ; zû here wê bizinê bibîne, ez ê qeliya wê çêbikim û bi dilekî rehetî jî bidim der û cînaran. Bavê min ê feqîr, wê li ku derê bibîne, heta ku me li der û dora xwe nihêrî waye bizina me xwe gihandiye serê wan zinarên mezin, ji dûr ve li me mêze dike. Qîjeqîja dayika min e, dibêje ez naxwazim careke din wê bibînim filan û bêvan. Tu dibêjî qey ew bizin hêwiya dayika min e, wisa hêrsa wê mezin rabûye. Ev mehek zêdetir e em bizinê nabînin, dibe ku gura xwaribe. Dayika min dibêje; ew gur jî bi wê nikarin, bila çavê min wê nebîne, bi ku de diçe bila here. Welhasil, bizin tune ye, xwe wenda kiriye. Ez difikirim ku ew bizina me wê salek din, serê biharê bi çend heb karikan ve were, dibe ku ew ê bi xwe re keriyek bizinan jî amade bike, kî çi dizane?... Ez hê jî li benda hatina wê me. Çima nedixwest şîrê wê û yên mîhan tevlihev be min hê jî fêm nekiriye... Li benda te me bizinêêêê...