Bazara hêviyên hejaran

Gotinek heye dibêje; “Lêhatî ji jêhatî çêtir e!” Ev pêla duyemîn e wekî Rojava û Kobanê, li seranserê Kurdistanê û dîasporayê yekîtiya kurdan saz kiriye. Wê tevgirêdana kurdan, bandorek xurt li dost û hevalbendên mafê gelan, mafê neteweya kurd, mafê statuyek ji bo kurdan kir ku kurdên li Swêdê ji hercarê bêhtir tevbigerin.

1 deqe xwendin
Bazara hêviyên hejaran

Her çiqas hîn ala Swêdê xaça şîn û zer e û keye (kral) serokê dewletê be jî, dêr bi keşên jin û mêr û keye derxistine dervî biryarên polîtîk. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn tevgerên gelêrî, dêrên azad, sendîkayên karkeran, bi pêşengiya SAP ( Sosyal Demokratên Swêdê) li dora ramanên Keynes kom bûn û di bin navê ‘Folkhemmet’ (mala gel) ava kirin. Piştî şerê duyemîn ê cîhanê, Swêdê di salên 1950-60î de ji dervî welat, derî ji gelek karkeran re vekir, kurdên ji Anatolyayê jî di nav de.

Ji ber hoyên naskirî statîstîkên kurdan rast nebin jî, hejmara wan ji 100-150 hezarî zêdetir e û nêzîkî 12 hezar zarokên kurd li dibistanên Swêdê fêrî kurdî dibin. Bi sala 1980yî re, kurd bûn şahid û mehkûmên malwêraniyek nedîtî, çi li hunder çi li der, çi li zindanan û çi li malên xwe. 

Bi desthilatdariya Xumeynî (dewleta îslamî) ya sala 1979an li Îranê, darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê ya sala 1980yî û şerê navbera Iraq û Îranê, li dawiya vî şerî jenosîda Helebçeyê ya 1988an, êriş û hovîtiya li hember kurdan û tevgera azadîxwaz a salên 1990î û di serdema ‘Bahara Erebî’ de şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, bi koçberî û Alan Kurdiyan, ango zarokên kurdan ên ku pêlên ava deryayê ew diavêtin peravan, heta bi sala 2015an, hejmara kurdan li Swêdê her çû zêdetir bû.

Sala 1974an bi buhabûna zêde ya petrolê qeyrana aborî dest pê kir. Vê krîza aborî ku wek qeyrana petrolê jî tê binavkirin, Swêd jî di nav de bandora xwe li cîhanê kir. Piştre em bûn şahidên tevgerek cuda di nav sendîkayên karkeran de, ango di nav LOyê (rêxistina giştî ya karkeran) de. Ji bo rê li jiyana buha bigire û barê ser pişta xelkê siviktir bike, 1982yan LO ket greva giştî. Pêşengên SAF (komeleya sermayedaran) ji aliyê xwe ve bi lokavta giştî bersiva LOyê da. Di vî şerê çinî de LO bi ser neket.

Vê şikestina tevgera karkeran rê li ber gelek pirsgirêkên nû vekir, wek bêkariya bi hejmarên zêde, devalizasyona nedîtî ya perê Swêdê (kron) û jiyana zêde buha. ”Homa me biparêze” ji kiryarên buha ji piyaseya xaniyan û buhayê enerjiyê. Kesên berê di sê odeyan de dijiyan niha li dudyan dijîn. Û ger tu derkevî li bajêr bigerî, tije anonsên xaniyên firotinê ne. Îro roj hijmarek hindik ne tê de, herkes ji bankên swêdî û ne swêdî re bi erzanî kar dike.

Di serdema Şerê Sar de, di çavên emperyalîstan de, li hember ”Yekîtiya Sovyetê’’ Swêd modela herî hilbijartî bû. Pergala Stalînistî têk çû, Swêd jî pê re. Bi gotinên C.H Hermansson, Swêda emperyalîst û çikûz, îro roj li pazara cîhana sermayedar, çavên xwe berdide pariyan, bi şerê navbera Rûsya û Ukraynayê re, di firotina çekan û nav NATOyê de zêde xuya dike.

Bi dû 5 salên qeyranê re, nazîst careke din ji kunên xwe derdiketin û komeleyên xwe ava dikirin. Gilokên berfê yên dijminatiya li hember biyaniyan girtir dibûn. Sala 1983yan BSS (Swêdê wek swêdî bihêle) û grûbên din ên nazîst-rasîst di qad û rojeva Swêdê de lotik didan. Bi guherînên konjonktura civakî û polîtîk ve SD (Demokratên Swêdê) ya îro, berdewama BSS û grupên dînî û nasîst e.

Ji aliyekî ve jî rasîst deyndarên têgihîştina lîberalan a giştî ne ku ji xerîban re digotin: “Tu çanda xwe biparêze, ez jî ya xwe!” Ji guhan re xweş lê xapînok û dergeh ji kariyerîstan re vedikir, nifş ji hev dûr dixistin. Îro roj wekî lîberal, xiristiyanên demokrat, liberalên nû li gor defa faşîstan ên Demokratên Swêdî tango dilîzin. Piştî ku hevkariya nav mirovan derb xwar, dev guherîne û ji bo bêganan dirûşma wan bûye; ”Yan tu yê bibî swêdî û çanda swêdî dipejirînî yan jî Swêdê terk bike.” Li gelek warên din û gelek caran hatiye û tê guhê kurdan. Bêyî naveroka çanda serdestên swêdî ji mirovan re aşkere bikin, lewra delalên van gotinan jixwe piştşil û piştkul in!

Balkêş e, kapîtalîstan di sektora zarokan de, ji Milton Friedman re li çepikan da. Malbata Wallenberg (sermayedarên swêdî), li Stockholmê destê xwe avêtin sektora perwerdeya zarokan û bi navê Pyslingen pêşdibistana taybet (şexsî) ava kirin. Sermayedaran bêyî ti sermayeyê razînin û bê xetereya pereyan wenda bikin, li gorî ‘’çanda nû ya swêdî”, sektora giştî didotin dişelihandin, destên wan di bêrîkan de, ji xwe razîbûn li dora xwe belav dikirin û hîn jî li ser kar in.

Pêla ji pozbilindiya civakî li her warî belav dibû. Burokratên di nav Sendîkaya Metallê de jî, ji vê çanda nû,  ango ji xwe pozbilindiya civakî, para xwe standin. Yêk ji wan ên ku bi vê jehrê ketibû, serokê Sendîkaya Metall Leif Blomberg bixwe bû. Wî bi yên mîna xwe re li sînga xwe dida û kêm-zêde digot:’’Di bi nûvekirina endustrî û pergela nû ya berhemdariyê de, ji welatên din bêhtir û biserkeftîtir em ê bi vî barî rabin.” Em rastiya rastiyê deynin rexekî, rastî bi serê xwe Leif Blomber neheq û fedîkar derxist.           

Sala 1913an Ford li fabrîkaya xwe ya li Highjlands Parkê Şerîta çûşbar (herikbar) danî. Ev yeka han, di beşa endustriyê de, gavek cuda û nû ya berhema girseyî (massproduktion) bû. Bi The Principles of Scientific Managementmina vê F. W. Taylor gavek din davêt. Taylor hinekî din hêza kar û pêwendiyên berhemê bi ser hevdu de diguvaşt. Tovên xof û şikê li fabrîkayan diçandin. Li gorî pergala Taylor, li her bend û konaxa berhemê pêwîst bû çawişek hebûya. Û her tişt bi raporan bigihîşta destê rêveberiya kar. Dûre diyar bû ku hesabê malê û sûkê ne mîna hev derketin. Buhayê The Principles of Scienific Management gelekî zêde bû…

Sala 1951ê Metod Time Measurement (Metod, Dem, Pîvan) a Frank B Gilbreth li bajarê Skövde li fabrîkaya Volvo di dewrê de bû. F B Gilbreth sîstema F.W.Taylor bi pêş de biribû. Ev metod bibandortir û erzantir bû. Li şûna çawişan deynin ser serê karkerekî ji bo wan kontrol bike, bal dikşand ser tevgera canê însanan, li gorî deqîqe û saniyan.

Vêca li gor TMU (Kat, Pîvan û Yekîne), hurguliya pergala MTM. Kar li gor katjimêr, deqîqe û saniyeyan pêk dihat. Yek katjimêr li 100 hezarî beş bibû. Vê leza kar û guvaştina karkaran di nav sendîka û civatê de bibû sedama gotegotan; pîvana sînorên mirovmayîna karkaran dê çi be? Gireva giştî ya madenên li Kirunayê salên 1969 – 70yî ku doza mûçeyên zêdetir, rakirina qubalê ya  li ser bingeha MTM û pergala wê, gotegota me li jor nîşan da berfirehtir û birêkûpêktir kir. Vê greva mezin û krîza endustriyê, hin sermayader bi xwe mecbûrî guhertinan kir. Yek ji wan Per Gylenhammarê Volvo û berhema xwe ya bi navê ”Jag Tror på Sverîge” (Baweriya min bi Swêdê tê) bi xwe bû.

Ji salên 1990î ve, di jiyana kar a pergala berhemê de, bi navê Leen Produktion an Toyotîsmê an jî Japonîsmê pêlek nû rabû. Destpêkê li Japonyayê, dûre li DYA (USA) da ku li Swêdê navê Mager Produktion (berhema Lawaz) bistîne. Li gor pergala Berhema Lawaz; dê çawa bi materialek herî kêm, di demek herî zû de lê zêdetir berhemê pirtir bike. Bi gotineke din gelo sînorê ” êş a canê mirov û alavên berhemê” li ku derê bi dawî dibe?

Îro roj ev hemû şeweyên pergalên berhemê, li fabrîka û cihên kar peyda dibin ku nemaze li fabrîkayên VOLVOyê  hene. Seyr û balkêş e, li sektora giştî hest û ramanên Japonîsmê bi navê  Public Management behtir cih girt. Li dibistanan karê mamostan zêdetir kirin. Li nexweşxaneyan karker û karmend  berxwedana mafê bêhnvedan 15 deqîqeyan dikin. Karkerên li beşa çûn û hatinê nagihên ji otobusekê biçin yeke din biajon û hwd.

SAF û parezerên wan pergala “Mala Xelkê” ji hev de xist û îro jî toganên parastina pergala sermayedar, guneh diavêjin stuyê xerîb û penaberan ku mehrûm in ji her hêz û mecaleke biryarên polîtîk. Sermayedarê naskirî ji qewlê swêdiyan, we bi dengê vîskî, bi qesîdeyên xapînok, tije çewt û fort, li ber germahiya gotinên profesorê Zanîngeha Colombia Milton Friedman, li qadên polîtîk ên Swêdê olan vedidan. Li gor vê xume-xuma ji aşê wan, diviyabû yek erka dewletê hebe; ev jî rê ji bazara azad re vebike û tenê bi gotinên Milton Friedman nahtoryê şevê be, wek Anjantîn, Şilî û Tîrkiyeyê.

Gotinek swêdiyan heye dibêje; ”Bela bi tena serê xwe nayê!” Di heman demê de li Swêdê gotegotek xurt li ser Löntagarfonder (fonên mûçegiran) li dar e. Armanca fonên Rudolf Meidner, di birêvebirina şîrketan de gotin û desthilatdariya mûçegiran zêde bibe û mêzînek di nav wan û sermayedaran de pêk bê.

Li hember van êriş û hewldanên SAF, sendîka û partiyên polîtîk ên tevgera karkeran bê bersiv man. Bi kar û gotina pergala sermayedarî û parêzerên wê ‘’hemû em, hemû bi me, hemû ji bo me”, toq kirine stuyê komeleyên zehmetkêş û rêxistinên wan. "Bazara hêviyan a hejar û kedkaran li dar e!"

Pêşeng û partiyên vê hikûmeta îro gavên nû jî diavêjin; Jimmie Åkesson û Eva Bush destên xwe ber bi jor ve vedikin, li alîkarî û hevkariya yên mîna Luther, dergeha şûm Livets Ord (Soza Jiyanê), Ji bo hevkariya li civaka Swêdê têk bibin, dendîka, komele û dezgehên gelêrî ji hev belav bibin. Bi endametiya NATOyê, 7ê adara 2024an re, bi êrişen xwe ve hikûmeta îro ya swêdî, kevir kir nav xerîban, bi taybetî zikê kurdan. Zarok û pêçekan ji dê û bavên wan vediqetînin bi hovîtiyek nedîtî dê ji Swêdê derînin.

Li Swêdê pergala ”Mala Gel”, sektora giştî serûbinî hev bûye. An jî mîna amajeya Marina Ekdal derbarê Swêdê dibêje; ”Li Ewropayê, haya te ji welatê ku ferqa herî mezin a navbera çînan, yê herî dijberî lê zêde û niştecih ji hev durketî û belav bûyî, gelo heye?”

Di hundirê van dem û guherînan de, kurdên li Swêdê bi xwe daketine. Li malperên rêxistin û dezgehên kurdan temaşe bike, mirov dibêje qey ne li Swêdê ne, an jî bi qasî ”wêneyên” xwe li Swêdê ne.

Gotinek heye dibêje; “Lêhatî ji jêhatî çêtir e!” Ev pêla duyemîn e wekî Rojava û Kobanê, li seranserê Kurdistanê û dîasporayê yekîtiya kurdan saz kiriye. Wê tevgirêdana kurdan, bandorek xurt li dost û hevalbendên mafê gelan, mafê neteweya kurd, mafê statuyek ji bo kurdan kir ku kurdên li Swêdê ji hercarê bêhtir tevbigerin.

Me bi Uppsalayê dest pê kiribû lê em bi Stockholmê dawî lê bînin. Bihevgirêdana hejmarek gravan ve, Stockholm bûye bajarekî mezin û paytexta Swêdê. Yê van gravan bi hevdu ve girêdide pirên bajêr in. Hejmara wan gelek in. Cih û xebata me li ser van piran û meskenên li dor û berê wan e, ango beşdar in li xebat û çalakiyên polîtîk û civakî yên li Swêdê, ji bo mafê çarenûsa gelê kurd, ji bo nirxên mirovahiyê.