Li Midyadê kîtabeyên Aramî hat dîtin

Li gundê Hêstrek ê Midyadê, di kolana cihê dîrokî de kevirên dîrokî yên bi nivîsa Aramî hat dîtin.

1 deqe xwendin
Li Midyadê kîtabeyên Aramî hat dîtin

Li gundê Hêstrek ê girêdayî navçeya Midyad a Mêrdînê, di kolandinekî de berhemên dîrokî yên kevirîn bi nivîsên Aramî hat dîtin. Piştî dîtina van kevirên dîrokê Mudiriyeta Muzaxaneya Mêrdînê hat agahdarkirin.  

Koma muzaxeyê yên ku çûn gund, kîtabeyên bi nivîsên Aramî lêkolîn kirin û ji bo parastinê tomarkirin. Hat diyarkirin ku îxtimal heye ev bi avahiyên dêrê ve têkildar bin û aîdî sedsala 4’emîn an 5’emîn a serdama Roma (Bîzans) be. Lêbelê hat ravekirin ku ji bo piştrastkirina vê dîrokê divê arkeologên pispor, dîroknasên hunerê û pisporên Suryanî bi hûgilî lêkolînê bikin.